Platformê wiha got: “Ji bo Tirkiye demokratîk bibe, mafên demokratîk yên netewî yên yên Kurd bê nasandin, di serî de baweriya Elewiyan û Êzdî, Xiristiyan û yên din ji bo ku wekhev û azad bijîn dê Yekitiya Hêza Demokratîk rola xwe bilîze.
Em dixwazin ku piştgiriyê bidin têkoşîn azadî û wekheviyan a ku bi salan e li Tirkiyeyê tê dayîn û gel rastî zextan tên.
Em dê polîtîkayên dijminên mirovahiyê û du ru yên dewletên Ewropayê û Tirkiyeyê dixwazin teşîr bikin û em dixwazin bi gelên ku têkoşîna demokrasiyê didin re bikevin nava piştevaniyê. Em dixwazin ji bo hawireke aştiyane ku ya ku gelên Kurd, Tirk, hemû kêmar û bawerî wekhev bijîn bê afirandin piştgiriyê bidin.
Platforma Yekitiya Hêza Demokratîk dê lig el têkoşîna azadî û kedê ya ku li hemû cîhan û Ewropayê didome bin. Dewleta Tirk ji roja ku hatiye avakirin heta niha bi yek ziman, yek netew, yek olî ji wekhevî û azadiyan re dijmine. Em wekê Yekitiya Hêza Demokratîk ne yek ziman, pir ziman, ne yek netew, pir netewê, ne yek ol, pi olî dixwazin. Em ji bo hemû bindest, yên hatine tunekirin, yên rastî komkujiya hatine, yên di girtîgehan de re azadî, demokrasî û wekheviyê dixwazin.
Saziyên ku di platformê de cîh digirin
Federasyona Yekitiya Elewiyan a Almanyayê (AABF), Yekitiya Komeleyên Kurd a Almanyayê (YEK-KOM), Komeleya Mafê Mirovan a Tirkiye-Almanyayê (TUDAY), Federasyona Karkerên Tirk a Almanyayê (ATÎF), Federasyona Karkerên Penaber a Almanyayê (AGÎF), Federasyona Gelan a Demokratîk a Almanyayê (ADHF), Federasyona Komeleyên Karker a Demokratîk (DÎDF), Piştevanî û Azadî Almanya Ewropa (ODA), Meclisa Aştiyê ya Şoreşger, Rojnameya Cihanê ya wê bê jiyîn (Proletarya), Însiyatîfa Dêrsîmê ya Ewropayê, Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê ya Ewropayê (KOMKAR), Federasyona Anatolya, Federasyona Elewiyan a Demokratik (FEDA), Însiyatîfa Îskenderun a Liwa, Kurdisches Frauenbüro für Frieden (CENI), Federasyona Êzdiyan a Almanyayê (FKE), Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), Federasyona Asûrî ya Ewropayê ya Navîn û Almanyayê (ZAVD), Cemiyeta ji nûve înşakirina Dersîmê (Dersim-Gesellschaft für Wiederaufbau), Platforma surgunkirinên Ewropayê (ASP)
ANF/BERLÎN