
Cenazeyê ciwanê Kurd Mûrat Araç ê di bin çavan de jiyana xwe ji dest dabû û guman heye ku di bin çavan de hatiye kuştin, li Serêkaniyê di nava dorpêçiya polîsan de hate veşartin. Li ser cenazeyê Araç, şûna êşkenceyê hebû, û stûyê wî hem werimî bû û hem jî şîn û reş bûbû.
Cenazeyê Mûrat Araç ê19 salî yê pêr li navçeya Gazîpaşa ya Antalyayê di dema kontrola rê de hate binçavkirin û li avahiya Midûriyeta Polîsan a Antalyayê jiyana xwe ji dest da, li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê danê sibehê hat veşartin. Piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî, malbatê xwest bi wesayita rakirina cenaze, cenazeyê kurê xwe ji Antalyayê bîne Rihayê, lê belê wesayit jê re nehate dayin.
Şaredariyê êşkence dewam kir
Cenazeyê ku danê sibehê gihandin Serêkaniyê, anîn mala malbatê ya li taxa Mehmet Akîf Ersoy. Li vê derê jî ji ber ku şaredariyê wesayit neda, malbatê bi îmkanên xwe cenaze gihand goristana navçeyê. Piştî bicihanîna wecîbeyên dînî, cenaze doh danê sibehê hate veşartin.
Şaredariya Serêkaniyê ku wesayit neda, her wiha ji bo taziyeyê jî cihê sersaxî neda. Malbatê li ser vê yekê li hewşa mala xwe konê sersaxiyê veda.
Bav Mehmet Araç der barê cenaze de agahî da û got, li pişt stuyê wî şopa lêdanê hebû, werimî bû, şîn û reş bûbû.
Kek Îlhan Araç jî ku piştî otopsiyê cenaze dît, anî ziman ku ser çavê birayê wî werimî bû û bi 16-17 kêlan tasa serê wî hatibû dirûtin. Kek Araç got, “Çi bi serê birayê min hatibe, li midûriyeta polîsan bi serê wî hatiye.”