Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku li Mêrdînê polîsek hatiye kuştin û 2 polîs jî hatine birîndarkirin. Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Li Hezoyê kontrayek hatiye kuştin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di daxuyaniya xwe de li ser van mijaran wiha nivîsî:

"23'ê Cotmehê saet di 21:10'an de, di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de hêzên me li hemberî wesayiteke sivîl a Doblo ya Midûriyeta Şaxê Hêza Çevîk a Artûklû ya Mêrdînê, çalakiyeke sabotajê kirin. Di encamê de wesayit îmha bû, polîsek hate kuştin, 2 polîs jî bi giranî birîndar bûn.

21'ê Cotmehê, li bejahiya navçeya Hezo ya ser bi Êlihê, li hemberî komek ji kontrayên li bejahiyê, çalakî hate lidarxistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin, kontrayek di vê çalakiyê de hate kuştin." 


ANF / BEHDÎNAN