
Li Nisêbînê, bi sedan welatiyên ji bo piştgiriyê bidin Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a li dijî “dîwarê şermê” di rojiya mirinê de ye hatin cem hev, rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsên Tirk bi bombeyên gazê û ava şid dest li çalakgeran werdan.
Li ser sînorê Nisêbînê, bi sedan welatiyên ji bo piştgiriyê bidin Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a li dijî “dîwarê şermê” ev 3 roj in li qada mayinkirî di rojiya mirinê de ye hatin cem hev, rastî êrîşa polîsan hatin.
Destwerdana polîsan a li Taxa Yeşîlkentê, ku lê çalakî tê lidarxistin, dwam dike. Li bin xetê jî bi dehan zarok li ser sînor kom bûn û bi keviran bersiv dan êrîşa polîs û leşkeran. Leşkeran bi ava şid a dest li zarokên li binê xetê jî werdan.
Esnafan destek da çalakiyê
Bi armanca piştgiriya bo şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ku li dijî dîwarê şermê yê li sînorê Qamişlo û Nisêbînê yê ji aliyê hikûmeta tirk ve tê înşakirin proste bike, dest bi rojiya mirinê kiribû, duh li navçeyê kepenk nehat vekirin û gel li sînor berhev bû.
Gokkan ku ev 4 roje li qada bi mayîn di greva birçîbûnê de, çalakiya xwe didomîne.
Hikûmeta tirk der barê rawestandina lêkirina dîwar de tu pêngav navêtiye û duh gelê Nisêbînê ket nava tevgerê. Şêniyên navçeyê ji bo piştgiriyê bidin Gokkan, bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan berbi sînor ve meşiyan.Ciwanan ligel stran û sirûdan, piştgirî dan Gokkan û polîsan ji bo gel asteng bike ku bi Gokkan re nekevin têkiliyê barîkat danîn.
Şêniyên ku piştgirî dan çalakiya Gokkan, pankarteke bi ser navê ‘Dîvarê şermê wê bîbe sembola dîjminahîya lî hemberî Kurdan em rê nadin dîvarê şermê’ li avahiyekê ku li hemberî sînor bû daliqandin.
Bi sedan welatiyên ku heta derengiya şevê piştgirî dan Gokkan. Peywirdarên Tenduristiyê ji bo li rewşa Gokkan binêre saet di 01.30’an de çûn cihê ku Gokkan lê bû. Ligel vê navçeyê ji bo piştgiriyê kepenk venekirin û ji bilî firin û dermanxaneyan tu cih nehatin vekirin.
MÊRDÎN
YJA banga têkoşînê kir
Koordînasyona YJA’yê der barê dîwarê şermê yê li ser sînorê Bakur-rojavayê Kurdistanê tê lêkirin û çalakiya rojiya mirinê ya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku jinên Kurd her tim têkoşîna parastin û mayindekirina nirxên azadiyê daye û hat gotin: “Em berxwedana bi heybet a Ayşe Gokkan a li dijî dîwarê şermê, silav dikin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd xwedî wê hêzê ye ku hemû sînor, dîwar û astengiyan ji holê rake û hat destnîşankirin ku dîwarê li ser sînorê Rojava tê lêkirin tê wateya “statuya ku AKP ji gele Kurd re rewa dibîne.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Perspekîfa Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk a Rêber Apo di Newrozê de îlan kir, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn, li ser bingeha neteweya demokratîk alternatîfeke cidî pêşkeş kiriye. Hikûmeta AKP’ê ya di pêvajoya çareseriya demokratîk de berpirsyariyên xwe bicih neanî, bi şerê çeteyan ê qirêj re êrîşî hebûna jiyanê ya gelê Kurd kiriye, sînorên ku serdestan di sedsala 20’an de ji Kurdan re rewa dîtin, di sedsala 21’an de zindî kiriye û ev sînor li welatê me xurttir kiriye. Dîwarê ku tê lêkirin, statuya ku AKP ji gelê Kurd re rewa dibîne ye. Lewma AKP bi helwesta xwe ya faşîzan, dijminahiya civak û jinê re pêşî li çareseriya demokratîk a jiyana hevpar girtiye.”
YJA’yê da xuyakirin ku divê gelê Kurd bi çalakiyên girseyî û radîkal, dîwarên şermê yên AKP lê dike hilweşîne û bang li gel û jinên Kurd kir ku li dora berxwedana Gokkan bicivin û daxuyanî wiha berdewam kir: “Jinên Kurd xwedî wê hêz û rêxistinbûyînê ye ku dikare hemû dîwarên AKP’ê hilweşîne. Ev pêvajo ne ew pêvajoye ku bi çalakiyên ji rêzê were bihurandin. Ji ber vê yekê, di serî de jinên Kurd divê tevahiya gelê me, demokrat û rewşenbîr li dora Ayşe Gokkan bên cem hev û têkoşînê bilind bikin. Pêwîste dayikên me li ser sînor kordoneke xurt a parastinê ava bikin û kevirên sînor bi wan destên xwe yên ji keda bi hezaran salan, hilweşînin. Di serî de jinên ciwan divê ciwanên me li ser sînor bendê deynin û bibin mertalên zindî. Divê destûr neyê dayîn ku kevirekî deynin ser kevirekî. Pêwîste gelê me ber bi sînor ve bimeşe û têl û dîwarên şermê ji holê rake. Berxwedan çiqasî civakî be ew çend dê serkeftî be. Dîwarê îro tê lêkirin, bi berxwedaneke civakî dikare bê rakirin. Ji ber vê yekê di serî de jin û ciwan em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dora berxwedana Ayşe Gokkan bicivin û têkoşînê bilind bikin.”
ANF/BEHDÎNAN
Li dij dîwarê şermê çalakiya hilbijartiyan
Şaredarên BDP’ê ji bo hilbijartinên 2014’yan, rewşa Rojava û dîwarê şermê ku li Nisêbînê tê xwestin di navbera binxet û serxetê de were ava kirin li Amedê hatin cem hev. Civîn li Navenda Çand û Huner a Cegerxwîn bi beşdariya bi dehan şaredar û Parlamenterê BDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk ku ji rêveberiyên heremî berpirsiyar e pêk hat. Di navbera nîvro de şaredaran daxwuyanî dan. Li ser navê şaredaran Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr axifî.
Baydemîr diyar kir ku ewan di civîna xwe de hilbijartinên heremî, pêvajo, dîwarê şermê û helwesta Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan li hember dîwarê şermê nirxandiye. Baydemîr wiha got: “ Îro di sedsala 21’emîn de di navbera binxet û serxet de, ku armanca me û daxwaziya hemû mirovahiyê ji mayinan bê paqij kirin e. Lê mixabin bendê nû tên ava kirin. Ev li dijî wijdanê mirovahiyê ye. Her wiha banga me li hemû cîhanê ye ku li Rojhilata Navîn pêwiste em sînora sist bikin. Ji bo gel, mirovahî karibe bi dilsozî, dilxweşî bi hev re bikevin têkiliyê.”
‘Em şaredar tev piştgiriyê didin’
Baydemîr di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku dîwarê tê ava kirin li ser qedera Kurdan dê were ava kirin û wiha pê de çû: “Kurd êdî vê naxwazin. Hemû gelên serxetê binxetê, başûr, bakûr, rojhilat, rojava. Hemû dizanin sedsala 21’emîn sedsala tifaqê ye. Sedsala xebata ji bo azadiyê, wekheviyê, ji bo jiyaneke hevpar e. Ji bo vê yekê jî em hemû şaredar sekna ku niha Seroka Şaredariya me ya Nisêbînê Birêz Ayşe Gokkan nîşan daye piştgiriya wê dikin. Di 7’ê mijdarê de wek navenda partiya me diyar kiriye hemû kes divê piştgirî bide gelê me yên Rojava, Efrîn, Hasekî, Qamişlo û hemû bajar û bajarokê binxetê. Em bi hêvî ne wê bi tifaqê sedsala 21’emîn bibe sedsala Kurda, sedsala azadiyê, sedsala biratiya gelê Rojhilata Navîn.”
Piştî Baydemîr Parlamenter Demîr Çelîk jî axaftinek kir. Çelîk bibîr xist ku şaredara wan Ayşe Gokkan li hember “Dîwarê Şermê” ketiye gireva mirinê û got ku ew piştgirî didin vê helwestê. Çelîk wiha got: “Li ser navê BDP’ê em Birêz Ayşe Gokkan silav dikin em ê ligel têkoşîna wê bin. Di 7’ê mijdarê de temamê hilbijêr û gelê me ji bo sekna hember qirkirina gelê Rojava li Nisêbînê bin. Dîsa derdorên ku qetlîamên bi destê El Nûsra û El Qaîde têr nabînin, bi dîwarê şermê dixwazin cardin Kurdistanê îşgal û îlhaq bikin. Em ê li hember vê dagirkeriya Tirk ligel Rojava û gelê Rojava bisekinin.” Çelîk daxwuyand ku di sala 1989’an de di şexsiyeta dîwarê Berlîn de mirovahiyê dîwarê şermê hilweşandiye û wiha pêde çû: “Lê Tirkiye cardin tenezulî dîwarê şermê dike. Ev nayê qebûl kirin. Ev şerma mirovahiyê ye. Ne di mirovahiyê de ne jî di qanûnên navnetewî de cihê vê yekê heye. Divê temamê saziyên navnetewî vê yekê bibînin û li hember vê bisekinin.”
‘Tirkiye dixwaze Rojava bifetisîne’
Çelîk derbirî ku şîfreya çareseriya pirsgirêka Kurd nêzîkahiya li hember Rojava ye û ev gotin anî ziman: “Ji ber vê yekê Tirkiye dixwaze bi El Nusra û El Qaîde dîsa bi dîwarê şermê wir bifetisîne. Em vê şermê qebûl nakin. Em cardin şaredara me Ayşe Gokkan silav dikin. Dîwarê şermê pirotesto dikin. Em ê di 7’ê mijdarê de ligel gelê Nisêbînê li cem gelê Rojava bin.”
Çelîk diyar kir ku hemû serokê şaredariyên wan diyar kirin e ku ew bên peywirdar kirin neyên peywirdar kirin jî dê li gora paradîgmaya azadiya jinê, ekolojî û civakeke demokratîk tevbigerin.
AMED
Xwendekar li dijî ‘Dîwarê Şermê’ meşiyan
Endamên DODEF’ê li dijî “Dîwarê Şermê” ku di navbera Nisêbîn û Qamişlo de tê lêkirin meş pêk anî û lêkirina dîwar şermezar kir.
Federasyona Komeleyên Xwendekarên Demokratik (DODEF), bi boneya dîwarê li ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê tê avakirin şermezar bikin li Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Stenbolê kom bûn û heta Qada Beyazitê meşek girseyî pêk anîn. Xwendekaran bi kurdî û tirkî pankarta “Ji Dîwarê Şermê re tê tune” vekir û bê navber siloganên “Gelê Rojava ne bi tenê ye” û “Nêzîkatiya Rojava nêzîkatiya şer û aştiyê ye” û “Bijî berxwadana Rojava” , berz kirin.
Xwendekaran piştî meşê daxuyanî dan û xwestin dîwarê li ser sînor tê avakirin bi dawî bibe. Xwendekaran daxuyanî da û anîn ziman ku Tirkiye deriyê sînor li endamên çeteyan El Kaide vedike û lê derî li gelê Rojava digire û ev li dijî mirovahiyê ye. Xwendekaran anîn ziman ku Komara Tirkiyeyê li ser gelê Rojava tecrîdê dimeşîne û dixwaze wê li wir bifetisinê. Xwendekaran diware liser sînor tê avakiri şermezar kir û xwest hikûmet li bezgîn dawi li lêkirina dîwar bîne.
STENBOL