Derket holê ku di qetilkirina serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî de 3 polisên ku berê weke şahid îfadeya wan hatibû girtin, di encama rapora ku Baroya Amedê bi Beşa Avahîsaziya Edlî ya Zanîngeha Londonê ya Forensic Architectureyê dabû amadekirin, bûne tohmetbarê kuştinê. Lê tevî ku diyar e 3 polîsan bi gulebarandinê Tahir Elçi qetil kiriye jî, bêcezahiştin weke siyaseta dewleta Tirk dewam dike, çawa ku parêzerên Baroya Amedê jî vê yekê piştrast dikin.

Ev bêhtirî çar sal di ser qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî re bihurîn. Di ser lêpirsîna dewleta Tirk dayî destpêkirin re 4 sal derbas bûn. Di dosyaya lêpirsînê de derket holê 3 polîsên Tirk ên ku ev 3 sal in weke şahid îfade dabûn, êdî weke faîl hatine nîşandan, û weke gumanbar îfadeyên wan hatiye girtin. Sedema vê guhertinê jî rapora Beşa Avahîsaziya Edlî ya Zanîngeha Londonê ya Forensic Architectureyê ye.

Yek delîla tenê ev rapor e

Baroya Amedê, ev rapor dabû amadekirin, çileyê 2019’an jî dabû Serdozgerê Komara Tirk li Amedê. Derket holê ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê, salekê piştî radestkirina raporê, di 9-10’ê çileyê 2020’an de weke gumanbar îfadeya polisên bi navê S. T., F. T. û M. S. girtiye. Di dosyayê ku 4 salan di asta lêpirsînê de ma de derbarê polisan de weke delîl tenê rapora Beşa Avahîsaziya Edlî ya Zanîngeha Londonê ya Forensic Architectureyê heye.

Naxwazin sûcdar bibînin

Ji parêzerên Baroya Amedê Mahsûnî Karaman, diyar kir ku îdianameya derbarê qetilkirina Elçî de hatiye amadekirin ne îdîanameyeke li ser rastiyan e û got, “Delîl û raporên pisporan derdixin holê ku Tahîr Elçî di encama gulebarana 3 polisan de hatiye kuştin. Îdîaname li şûna ku lêkolîna rastiyê bide destpêkirin, li pey veşartina ajanên dewletê ye. Ev jî gumana me zêde dike. Mixabin em bi vê îdîanameyê jî fêm dikin ku feraseta bêcezahiştinê dewam dike.”

Serokê Berê yê Baroya Amedê Ahmet Ozmen jî destnîşan kir ku îdîaname ji aqilan dûr e û got, “Hedefa îdîanameyê ne dîtina fail e. Derbarê dosyayê de lêpirsîneke bi bandor nehat kirin. Ji bo ronîkirina vê cînayetê divê lêpirsîneke kûr û bi bandor bê kirin.”

 

MA/AMED