Dadgeha Îdarî ya Gelsenkirchenê biryar da ku polîs nikare hema welê li gorî dilê xwe wêneyan li xwepêşandanan bigire. Li gorî dadgehê ev yek mafê destûrî yê civîn û xwepêşandanan dixe tehlûkeyê.
Ji niha û pê ve heger polîs biya a biryara dadgeriyê bike, bi tenê di şert û mercên diyar de karibe li xwepêşandanan wêneyan bigire. Jixwe, herçî wênegirtina ji bo peywendiyên bi raya giştî re ne, wê bi ti awayî nikaribin bên girtin, li gorî biyara Dadgeha Îdarî ya Gelsenkirchenê.
Yanî, polîs bi tenê dikare wêneyan bigire heger tirs û endîşeya “tehlûkeyeke mezin” a şidetê hebe, wêneyên xwepêşandêran bigire.
Ji bo peywendiyên xwe yên bi raya giştî re êdî qedexe ye
Polîs nabe ku wêneyên xwepêşandêran bigire ji bo karê xwe yê peywendiyên bi raya giştî re. Dadgeha Îdarî rave kir ku girtina wêne û dîmenên bi vê armancê jî hiqûqê binpê dikin.
Dadgehê îşaret bi wê yekê kir ku jixwe, polîs bi tenê di şert û mercên diyar de li xwepêşandanan dikare wêneyan bigire û ta bi derziyê ve kir: heger hizir tê kirin ku “tehlûkeyeke mezin” hebe weke mînak, tirs hebe ku kesên şidetê bikin ketibin nav xwepêşandêran.
Mafê destûrî yê civîn û xwepêşandanê
Li gorî dadgeran girtina wêneyên xwepêşandêran ji bo karê raya giştî yê polîsan, dikare wê întîbayê çêke ku dewlet xelkê dişopîne. Wekî din jî Dadgeha Îdarî ya Gelsenkirchenê got, wêneyên bi vî rengî dikarin bibin xwedî tesîreke ku beşdarên xwepêşanana çavtirsandî bikin, û ev jî, dîsa li gorî dadgehê mafê destûrî yê azadiya civîn û xwepêşandanê binpê dike.
Di xwepêşandêran doz biribû dadgehê
Axir di vê doza li Dadgeha Îdarî ya li Gelsenkirchenê de mesele wiha bûye; polîsê li Essenê wêneyên xwepêşandaneke li dijî rastgiran a Gulana bihurî li ser hesabê xwe yê Facebookê parve kirin. Du beşdarên vê xwepêşandanê li dijî vê yekê doz vekir. Wan di dîmenên parvekirî de karîbûn xwe bibînin û ev yek mafê wan ên destûrî û bingehîn binpê dike. Dadgehê jî ji ber ku mafên sereke beriya mafên din tên, ev giliyê herdu xwepêşandêran qebûl kir. Niha cihê meraqê ye, ka polîs li Elmanyayê wê çiqasî li gorî vê biryara Dadgeha Îdarî tevbigere.
ESSEN