Eşkere bû, ku polîsekî Awusturyayî sîxurê çeteya Tirk a bi navê Osmanen Germania ye ku weke çeteya Erdogan tê nasîn.

Li Awusturyayê, polîsekî ku sîxurî ji çeteya Tirk a bi navê ‘Osmanen Germanîa’ re dikir, bi 9 meh cezayê girtîgehê hate cezakirin. Hat tespîtkirin ku polîsê navbirî belge û agahiyên veşartî dane vê koma çete. 

 Çeteya bi navê “Osmanen Germanîa”, di dema dawî de li Elmanya, Hollanda, Awusturya û gelek welatên din ên Ewrûpayê, bi navê ‘kulûba boksê’ xwe bi rêxistin dike û gelek caran jî rojnameya me îşaret bi sûcên vê komê kiriye. Li dijî vê komê li Awusturyayê jî lêpirsîneke polîsan dewam dike. Lê belê, derket holê ku belgeyên di lêpirsîna polîsan de hatine bidestxistin ketine destê endamên vê çeteyê.


Ew polîs e, bûra çete

Eşkere bû, polîsekî 31 salî yê li Viyanayê wezîfedar, agahiyên veşartî yên li ser çeteya “Osmanen Germania”, dane bûrayê xwe ku endamê vê çeteyê ye. Ev polîsê navbirî pêr li Viyanayê derket pêşberî dadger û ji ber sûcê “wezîfeya xwe ji bo nebaşiyê bi kar aniye” 9 meh cezayê girtîgehê lê hate birrîn. Polîs dema doz li dijî wî dewam dikir, ji wezîfeyê hatibû dûrxistin, lê belê, ji ber ku cezayê girtîgehê kêmî salekê ye, wezîfeya wî otomatîk bi dawî nabe û li ser vê yekê Desteya Dîsîplînê ya Midûriyeta Polîsan wê biryara dawî bide.

Polîsê sîxur li dadgehê ev îfade da: “Li gorî min, Osmanen Germanîa li Awûstûryayê komeke sûc e. Min tenê xwest birayê hevsera xwe biparêzim.” Lê belê dadger ji polîsê sîxur re got, “Lê belê we ji birayê hevsera xwe re gotine, ku li telefonên endamên komê tê guhdarîkirin” û mudaxleyî polîsê sîxur kir.


MÎT´ê sîleh li dijî Kurdan dan wan

Mijdara par, bi fermana Dozgeriya Darmstadtê ya Elmanyayê û bi pêşengiya Daîreya Krîmînal a Eyaleta Hessenê, li gelek bajaran polîsan avêtibûn ser cih û malên endamên çeteya Osmanen Germania. Di dema serdegirtinê de gelek madeyên narkotîkê û çek hatibûn dîtin û gelek endamên vê çeteyê hatibûn binçavkirin.

Yekîneyên ewlekariyê yên Elman pê bawer in ku ev çete nêzî rejîma AKP’ê ye û MÎT wê organîze dike. Rayedarekî polîsan roja 9’ê Mijdara 2016’an ji çapemeniya Elman re axivî û got, li gorî agahiyên li ber destê wan Osmanen Germania bi îstîxbarata Tirk re di nava têkiliyê de ye û çekên bi wan re hatine girtin, dibe ku li dijî Kurdên li Elmanyayê hatiba bikaranîn. 


 VIYANA