
Duh li Taxa Şevket Sumerê ya Akdenîza Mêrsînê bi 100'an polîsan tax dorpêç kir. Piştî di nava koma xwestin çalakiyê pêk bînin û polîsan de pevçûn derket polîsan guleyên plastîk bikar anîn. Polîsan di mudaxaleya bi bombeyên gazê û guleyên plastîk de zarokê bi navê K.A. yê 9 salî ji eniya wî de bi guleya pilastîk birîndar kir. Piştî ku K.A.rakirin nexweşxaneyê 15 kêlê dirûnê avêtin eniya K.A. Piştî ku K.A. bi guleya plastîk a polîsan birindar bû, di nava xwînê de ma û ew rakirin nexweşwxaneyê. Esnafan K.A. rakir nexweşxaneya dewletê ya Mêrsînê û 15 kêl avêtin birîna wî. Li gel ku rewşa K.A. giran bû jî dîsa doktoran ew şand mal. Di birîna K.A. de perçeyê guleya plastîk hate dîtin û hate tespîtkirin ku K. A. bi guleya polîsan birîndar bûye. K.A., piştî derman bû serpêhatiya xwe wiha got: "Min bûyer temaşe dikir. Min dît ku polîs li tenişta min sekinî û gule berda min. Ez gêş bûm û ketim xwar. Xwîn ji serê min hat û ez giriyam. Esnafên dertorê ez birim nexweşxaneyê. Diya min dê der barê polîsê gule berdaye serê min de gilî bike."
Her çend polîsan înkar kir ku tu eleqeya wan bi bûyerê tune jî dîsa ji ber li nexweşxaneyê ji birîna K.A. perçeyê guleya plastîk derket hate îspatkirin ku K.A. bi guleya polîsan birîndar bûye. Mamê M. Sait A. anî ziman ku polîsan di serî de înkar kir û gotin "Kevir lê ketiye" Sait A. anî ziman ku piştî li nexweşxaneyê ji birîna K.A. perçeyê guleyê derket vê carê qebûl kirin. Di serî de xwestin ku 2 kêlan bidirûn. Piştî me xwest birînê vekin û perçe derxin, doktoran birîn vekir û perçeyê guleya plastik derxistin. Polîsan bi zanebûn xwestin zarokê me bikujin. Êdî em di taxa xwe de hatine hepiskirin.
'Polîsan bi armanca kuştinê gule berdan K.A.'
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Alî Tanriverdî jî anî ziman ku polîsan bi armanca kuştinê K.A kirine hedef.
Tanriverdî anî ziman ku li navçeya Akdenîzê zarokên kurdan her roj rastî êrîşê tên û wiha got: "Herî dawî zaroka 9 salî K.A (9) ya pola 2'in ji aliyê polîsan ve hate birîndarkirin. Polîsan bi armanca kuştinê gule berdan wê. Hem di rapora doktor de û hem jî ji aliyê şahidan ve aşkere dibe ku polîs bi zanebûn gule berda ye zarok.
FERHAT ARSLAN / DÎHA/MÊRSÎN