Polîsên Elmanyayê li ser meşa ciwanên Kurd zextan dikin. Ciwan jî li dijî zextan meşa xwe didomînin.

Ciwanên Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Meşa Dirêj dabûn destpêkirin. Li dijî meşê zext û qedexeyên dewleta Elmanyayê jî didomin. Di roja pêşî a çalakiyê de bi hinceta ku li ser milê ciwanekî deqa wêneyê Ocalan heye, polîsan êrişî meşê kiribû û piştre diyar kiribû ku wan meş qedexe kiriye.

Ciwan li ber xwe didin

Xwepêşanderên meşa dirêj li dijî zexta polîsan li ber xwe didin û doh li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Duisburgê hatin ba hev. Polîsan piştî ku dora NCDK´ê girt, avêt ser avahiya wê. Piştî wê ciwan ji bo nîşandana nerazîbûna xwe ya demokratîk bi posterên Ocalan dest bi meşê kir. Ciwan bi qasî 10 deqîqeyan meşiyan û piştre polîsan dora wan girt. Di êrişa polîsan de 5 kes hatin destgîrkirin

 

ANF/DUISBURG.