Şahidê êrîşa polîsan, Beşîr Şîmşek, weha behsa êrîşa polîsankir: "Polîs hat hemberî mala me. Em li mal rûniştîbûn. Roket avêtin nava malê." 

Li navçeya Amedê Bismilê doh piştî nîvro li taxên Rojava, Tekel, Firat û Avaşînê qedexeya derketina derve hat îlan kirin. Piştî qedexeyê polîs û eskerên dewleta Tirk dor li taxan girtin û gule li derdorê reşandin, gelek mal û kargeh bûn hedefa guleyan. Li Taxa Avaşîn jî polîsan bi roketê êrîşê xaniyê malbata Şîmşek kir. Di êrîşê de ji malbata Şîmşek, Elîf Şimşek a 8 salî jiyana xwe ji dest da, dayik Bedîa Şîmşek (45), keçên wê Avaşîn (10), Pelda (13) û kurê wê Ahmet Şîmşek jî bi giranî birîndar bûn.


´Polîsan roket avêt nava malê´  

Apê Bedîa Şîmşek, Beşîr Şîmşek şahidê bûyerê ye. Wî diyar kir ku polîs hatine ber mala wan û wiha peyivî "Em li malê rûniştî bûn. Polîsan roket avêt nava malê." 


Gule li welatiyan reşandin

Ji ber ku polîsan hatina ambulansan asteng kir, welatiyên derdorê bi derfetên xwe birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê. Lê polîsan dor li nexweşxanê girt û gule li welatiyên li ber nexweşxaneyê reşandin. Li ser vê birîndar bêyî ku mudaxale li wan were kirin, bi ambulansan rakirin Neweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. 

Kurê Bedîa Şîmşek, Mehmet Şîmşek dema çav bi rewşê ket krîz derbas kir û dema camekanên derdorê şikand, birîndar bû. Dayik Bedîa Şîmşek û kurê wê di beşa lezgîn de tên dermankirin, keça wan Avaşîn, Pelda û kurê wan Ahmet Şîmşek jî hatin emeliyatkirin.

Elîf Şîmşek a ku jiyana xwe ji dest dayî ji bo otopsiyê birin Saziya Tip a Edlî ya Amedê. 

Wekî din hate îddîa kirin ku li hemberî wesayiteke zirxî ya polîsan li ser Caddeya Amedê êrîşek pêk hatiye û 4 polîs birîndar bûne. 


Polîs û eskeran ketin û derketina ji navçeyê girt

Ji taxên Avaşîn, Tekel, Rojava û Firatê car caran dengê çekan tê û hate dîtin ku ji bajar û navçeyên derdorê hejmarek zêde polîs û leşker şandin navçeyê. Li gorî agahiyan, esker û polîsan dor li pira navbera rêya Amed û Bismilê girtiye û ketin û derketina ji navçeyê qedexe kirine. 


 AMED