
Di bûyerê de Bav Talat Doru, keça wî û 3 polîs birîndar bûn. Cîgirê Komîser Adem Îlkiliç mirina mejî derbas kir û ew jî jiyana xwe ji dest da. Li ser vê bûyera ku 2 şev berê saet di 23,00’an de pêk hat, Waliyê Êlihê daxuyanî da û diyar kir ku 3 endamên HPG’ê maşîneyek desteser kir û dema polîsan maşîne dişopand pevçûn derket. Walî anî ziman ku di bûyerê de endamên HPG’ê çep û rast gulebaran kir û di nava bûyerê de endamên malbata Doru jiyana xwe ji dest dane û hin kes jî birîndar bûne. Walî, anîbû ziman ku dê her tişt di otopsiyê dederkeve holê. Lê şahidên bûyerê dijberî vê rastiyê diyar kirin ku berê polîsan maşîneya sivîlan gule baran kiriye û piştî gulebaranê li ser îxbarê di navbera polîs û endamên HPG’ê de pevçûn derketiye.
Şahidê bûyerê axifîn
Şahidên bûyerê diyar kirin ku 3 kesên hate îdîakirin endamên HPG’ê ne, li ser rêya Bişêrî û Êlihê saet di 21,00’an de maşîneya pilakeya wê 72 EA 910 desteser kirin û destê 2 kesên di maşîneyê de bi banda koliyê girê dan. 3 kesên maşîne desteser kirin hatin Êlihê ku 10 kîlometre dûrî cihê bûyerê ye. 2 kesên ku destê wan hatin girêdan, destê xwe vekirin û li polîsan geriyan û îxbar kirin. Li ser îxbarê polîsan li her derê nokteyên kontrolê ava kirin û kamerayên mobese kirin kontrolê. Saet di 23.00’an de maşîneya ku 3 kes têdebûn li kolana Aydin Konak a taxa Bahçelievlerê ji aliyê polîsan ve hate dîtin.
Şahidên bûyerê diyar kirin ku polîsên ketibûn kemînê, di serî de maşîneya welatiyên sivîl gulebaran kir û pişt re gule berdan maşîneya din. Şahidên ku nexwest navê xwe bidin, diyar kirin ku maşîneyên zirxî yên polîsan beriya bûyerê kuçe tev kiribûn kontrolê û ketibûn kozikan. Şahid, anî ziman ku ew wê demê li kahwexaneyek nêzî cihê bûyerê bû û wiha got: „Maşineya sivîlan di pêş de dihat û maşîneya din jî li pişt bû. Piştî ku maşîneşa pişt ji polîsan ve xuya bû polîsên ku bi maşîneya zirxî ya akrep ketibûn kemînê maşîneya sivîlan û maşîneya pişt dan ber guleyan. Piştî ku polîsan dest bi reşandina guleyan kir, maşîneya pişt di nava kolanê re reviya û şopa xwe winda kir.“ Şahid, anî ziman ku nêzî 2 deqîqeyan dengê çekan hat û polîsan çeporast her der gulebaran kir û wiha axivî: „Me hemû kesên di kahwexaneyê xwe li erdê dirêj kir. Gule li camên kahwexaneyê jî ketin.“
Welatiyê li kahwexaneyê Îmam Yaman (27) ê ji destê xwe birîndar bû jî diyar kir ku pevçûn li cihê bûyerê derneket. Yaman, anî ziman ku piştî polîsan maşîne gulebaran kir her kesî xwe avêt erdê û nêzî 2 deqeyan dengê guleyan hat. Yaman, da zanîn ku di gulebaranê de birindar bû û piştî dengê çekan qut bû çû nexweşxaneyê. Yaman, diyar kir ku cihê dengê çekan jê hat wesatiyên zirxî yên polîsan hebûn.
Gundiyên malata Doru jî diyarkirin ku malbata Doru ji aliyê polîsan ve hatine kuştin. Di bûyera ku hemû şahidên bûyerê heman tiştî dibêjin de çav li lêkolîn û otopsiya balistik a çekan e. Ger ku guleyên di bûyerê de hatine bikar anîn bê lêkolînkirin dê bûyer bêtir ronî bibe. Daxuyaniyên Waliyê Êlihê û şahidên bûyerê li dijî hev in. Li gorî daxuyaniya walî û welatiyan pirsên bên bersivandin: Ger ku polîsan maşîne dişopand çima li taxa ku sivîl lê hebû operasyon pêk anî? Li gel ku dihat zanîn ku maşîneyek tenê ye polîsan cima dema ku maşîneya sivil derbsas dibû gulebarand. Ligel ku plakeya maşîneyê diyar bû çima maşîneya din hate gulebarandin. Çawa dibe ku maşîneya 3 kes têde bi mobese tê dîtin û maşîneya sivîlan nayê dîtin?
Piştî bûyera li Êlihê endamên HPG’ê ku ji aliyê polîsan ve dihat şopandin, dema ji êrîşê reviyan û xwe avêtin înşeatekê, li ser îxbarê di navbera wan û polîsan de pevçûn derket. Her çend Waliye Êlihê got PKK’ê sivîl kuştin û li hişyariya ‘Raweste guhdar nekirin“ jî şahidên bûyerê û dîmenên hatin bidestxistin agahiyên cuda didin. Li gorî şahidan û qeydên dîmenan pevçûna di navbera polîs û endamên HPG’ê de piştî êrîşa li dijî welatiyên sivîl, di înşeatekê de pêk hat. Welatiyên ku bûn şahidên bûyerê diyar kirin ku welatiyên sivîl ji aliyê polîsan ve hatin kuştin û piştî bûyerê li cihekî din di navbera polîs û endamên HPG’ê de pevçûn derketiye. Şahidan, anî ziman ku maşîneya ku hate gotin 3 endamên HPG’ê têde ye ket nava taxê û pişt re di înşeatekê de pevçûn derketiye. Welatiyan destnîşan kir ku piştî pevçûnê endamekî HGP’ê bi saxî hate înfazkirin.
Di dema bûyerê de welatiyekî dîmenên pevçûnê bi kameraya telefonê kişand. Di dîmenên hatin qeydkirin de dengê polîsan ên „Gule berde serî“ û „Bikuje“ pirsa „Gelo endamê HPG’ê hatin înfazkirin?“ tîne hiş û mejiyan. Li taxa Şafakê dîmenên ku bi telefonê hatin kişandin bûyerê ronî dike. Di dîmenan de maşîneya zirxî ya polisan tê dîtin. Tê dîtin ku di navbera 3 kesên tê gotin HGP’î ne û polîsan de pevçûnek dijwar heye. Piştî pevçûnek dirêj 4 caran dengê teqînên mezin hatin. Şahidan, anîn ziman ku polîsan bombe avêt înşeatê. Piştî pevçûnê di dîmenan de hate dîtin ku dengê polîsan a „Gule berde serî“ û „Bikuje“ tê guhan. Vî dengê polîsan pirsa gelo endamên HGP’ê hatin înfazkirin tîne hiş û aqilan.
Di dîmene de tê dîtin ku 2 polîs li endamekî HPG’ê didin û dixwazin wî bi zorê li maşineya zirxî ya polisan suyar bikin. Dema HPG’î dibin nêzîka panzêrê dengê „Gule berde serî“ û „Bikuje“ tê guhan. Şahide bûyerê ku dîmen qeyd kir, diyar kir ku polîsan kesek bi saxî girtin û bi pêhnan li wî didan û wiha got: „Piştî ew li maşînê suwar kirin ji cihê bûyerê birin. Piştî ku min bihîst 3 endamên HGP’ê jiyana xwe ji dest dane min fam kir ku hatiye înfazkirin.“ Piştî bûyerê di avahiya înşeatê de jî ji guleyan hatin dîtin hate famkirin ku piştî bûyerê ku endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane jî gule hatine barandin.
SERTAÇ KAYAR / ÎSMET MÎKAÎLOGULLARI - DÎHA– ÊLIH