Polîsên Tirk piştî hovîtiya ku li malbata Şahîn kirî, doh jî li navçeya Artemêtanê avêt ser mala malbata Ozer û êşkence li wan kir. Li gorî nûçeya Jinnewsê, polîsên Tirk avêt ser malbata Ozer, 5 kesên ji malbatê û Şukran Yildiz destgîr kirin. Di dema serdegirtinê de 17 kes li malê bûn ku 4 ji wan zarok bûn. Polîsan 3 saetan êşkence li Makbûle ya 78 salî, Hadî, Medenî, Ubeydûllah, Emrûllah Ozer û Şukran Yildiz kir. Li ber çavên zarokan 6 kesên hatin destgîrkirin birin midûriyeta polîsan a bajêr. Yek ji ferdê malbatê, êşkenceya ku di dema serdegirtinê de li wan hate kirin wiha vegot: “(...) Tevî dayik, bav û zarokan, me xwe li erdê dirêj kir. Destpêkê ji kekê min re gotin, ‘li mala we jineke xerîb heye, kî ye?’ Kekê min got, ew nû hatiye û nizane bê kî ye. Jina bi navê Şukran tevî Makbûle ji bo dermankirinê hatibû cem me. Makbûle cebar e. Em Şukran nas nakin. Rojê 20 kes tên mala me û diçin. Şukran jî ji bo zikê xwe hatibû cem Makbûle. Derman bû û li ser rê bû ku biçe. (...) Piştre li pêş çavên me li wê dan. Dema ku li Şukran dan, Makbûle şoq bû û nema karî biaxive. Piştî ku ew şeht bû, yek ji xizmên me ji ser hişê xwe çû. Em li ber rabûn. Zarok ji tirsa giriyan. Biraziyê min 4 salî ye. Dema ku li pêş çavên wî li Şukran dan, tirsiya û giriya. Polîsan berê çekê da serî û got, ‘çavê vî bigirin, naxwe ez ê berdim serî’. Piştre berê çekê da me û got, ‘Li ber ranebin, zarokan bêdeng bikin’. Me jî got, ‘zarok ditirsin, em çawa bêdeng bikin’. Dûre gotin, ‘wê çaxê em li jorê xanimê bibînin’. Şukran birin jorê.” Xwe kirin şirîkê erkên Xwedê Kesê ji malbatê diyar kir ku polîs bi kulman li Şukran daye û vê êşkenceyê saet 23:30’î dest pê kiriye heta saet 02:45’an dewam kiriye. Ferda malbatê anî ziman ku polîsan ji wan re gotiye, ‚Heger em bixwazin em ê we li vir bikujin. Erka me heye’ û wiha dewam kir: “Bi ço li pişta Şukran dan, li her derê çoyên şikestî hebûn.” Malbatê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da. WAN