Di 24’ê tîrmehe de polîsan li taxa Cûdî ya navçeya Sîlopî ya Şirnexê bi bombeyên gazê mudaxaleyî koma ciwanan kir û di mudaxaleyê de zarokê 15 salî Dogan Teyboga bi giranî birîndar kirin. Teyboga piştî birîndar bû rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Teyboga, serê sibê li Nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn ku piştî otopsiya dozgeriyê dê cenazeyê Teyboga li navçeya Sîlopiyê bi girseyî bê definkirin. Di 24’ê Tîrmehê de komek ciwan ji bo êrîşên lîncê yên li dijî kurdan û BDP’ê şermezar bikin meş li darxistibûn û rastî mudaxaleya polîsan a bi bombeyên gazê hatibûn.

ŞIRNEX




Îdîaya di girtîgehê de zarok hatin tacîzkirin


Hat diyarkirin ku 8 zarokên ku temenê wan ji 18 salî kêmtir e, bi hinceta kevir avêtine, di girtîgeha Tîpa E a Sêrtê de tên ragirtin, ji aliyê kesek din ji wana mezintir ve hatin tacîzkirin. Ev girtîgeh di sala par de jî bi skandala ‘tecawizê’ hatibû rojevê. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ragihand ku ew ê ji bo lêkolîna bûyerê bi derdorên peywendîdar re hevdîtin pêk bînin.
Di nameya ji Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê ya ku ji Navneda Giştî ya ÎHD’ê re hat şandin de tê gotin ku, “Beriya 20 rojan 8 zarok anîn girtîgeha ku em lê ne. Van zarokan di odeyek bê hewastandin, bê xwaringeh û tenê çavikek biçûk a wê heye de bi cî kirin. Me ji rêveberiya girtîgehê re ragihand ku ev yek ne rast e. Divê di cihek baştir de bêne bicîkirin. Zarokan ji vir birin odeyek li qata jêr ku banê wê pir nizm e. Zarokek din ku ji kolana girtine û ji wan 8 zarokan mezintir e, di heman odeyê de bi cih kirine. Li gor agahiyên me girtine, zarok bi heqaret û tacîzkirina vî kesî re rû bi rû mane. Me çend caran vê yekê ji rêveberiyê re got, rêveberê vê yekê dereng dixe.  Ji van zarokan ji bilî yekê yên din hemû zarok in, ger tedbîr neyên wergirtin, wê jiyana wan rûreş bibe.”
Sala par jî, di heman girtîgehê de hatibû angaştin ku bersucê ji dozên edlî hatibû girtin Îlhamî Çolak tecawizê 6 zarokên ji dozên edlî kiribû.

SÊRT