
Polîsê Berlînê, ku şemiya bihurî êrîşî xwepêşandêrên ji bo destekkirina PYD û YPG’ê meşiyayî. kir, daxuyaniyeke sosret da.
Li ser dîmenê ANF’ê weşandî û tê de dihat dîtin ku Kurdistaniyê bi navê Şemsettîn Sevîm bi giranî birîndar dibe, polîs got, “em lêkolîn dikin.”
Ji bo biryara Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê ya li ser qedexekirina nîşandana alên PYD, YPG û YPJ’ê bête şermezarkirin, şemiya bihurî li paytexta Elmanya Berlînê xwepêşandaneke girseyî hatibû lidarxistin. Polîsan, hildana alên YPG û YPJ ji xwe re kirin bahane, êrîşî xwepêşandêran kir û 3 xwepêşandêr birîndar kirin.
Yek ji birîndaran jî Kurdistaniyê bi navê Şemsettîn Sevîm e, ku birîna wî giran e. ANF’ê dîmenê vê êrîşê weşand; ev du roj in di medya civakî de jî tê parvekirin. Yek ji kesên ku dîmen parve kir, Parlamenterê Partiya Keskan Volker Beck e. Beck di hesabê xwe yê twîtterê de ev pirs li polîsê Berlînê kir: “Ev dîmen rast e, yan jî qelp e? Li piştperdeya vê yekê çi heye?”
Polîsê Berlînê jî li ser hesabê xwe yê fermî, tenê ev bersiv da parlamenter Beck: “Haya me ji dîmen heye. Fake (qelp) nîne. Em pêwendiya bi bûyerê re lêkolîn dikin.”
Bersiveke zelal nedan ANF´ê
Berdevkiya Çapemeniyê ya Midûriyeta Polîsan a Berlînê, ji bo pirsa “Ev twîtta we tê çi wateyê? Mebesta we ji lêkolînkirinê çi ye? Der barê wî polîsê êrîşî xwepêşandêrê Kurd kirî, wê lêkolîn bête kirin?“, bersiveke zelal neda.
Rayedarên berdevkiyê ev bersiv da: “Em dîmen lêkolîn dikin û peywendiya bi bûyerê re lêkolîn dikin. Em lêpirsînê dikin bê li holê sûcek heye yan na.” Rayedarên polîsan ragihand ku ji bilî twitta pêr, ew ê ti daxuyaniyê nedin.
ANF / BERLÎN