Doh berê sibehê polîs saet 6´an bi ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) de û malên du Kurdistaniyan de girt. Bi dehan polîs û kûçikên şopbir di heman demê de bi ser malên Yeliz Boran û Mazlûm Bavli de girtin. Di encama lêgerîna qederê saetekê de kompûter, gelek dosya, pankart û tiştên şexsî jî hatin desteserkirin.

Li ser mijarê Yelîz Boran got, “Berê sibehê saet 6´an bi hêrs li zengilê deriyê min xistin. Polîs ketin malê, ji min pirs kirin, û bi êrişkarî li malê geriyan. Polîs nehişt telefonî parêzerê xwe bikim. Nehiştin ku ez yek mafê xwe yê di dema lêgerînê de jî bi kar bînim. Polîs bi hişkiya xwe hewl da min bitirsîne. Dest danîn ser hemû tiştên elektronîk û defterên min.”

Herçî Mazlûm Bavli ye, wiha behsa avêtina ser mala xwe dike: “Saet 6´ê sibê bi carekê di odeya min de 3 jin û 9 mêr, 12 polîs bi carekê ketin odeya min. Bêyî ku biryara lêgerînê nîşanî min bidin, bêyî rêzê ji malabat min re jî bigirin, wan dest bi lêgerînê kir. Hemû hewldanên ji bo ku ez xwe bigihînim parêzerê xwe jî bi hişkî hatin astengkirin.”

Li gorî agahiyên Mazlûm Bavli dide, polîsan li ser israra wî biryara lêgerînê ya Dadgeha Bilind a Munchenê ya tê de, ew tenê şahid e, hîna nû nîşanî wî dane.

Di encama lêgerînê de 2 laptop, 6 kartên SD, gelek defter, têbîniyên civîneke YXK´ê û cîhazeke qeydiya elektronîk a USB hatin desteserkirinê. 

 
 KASSEL