Li bajarê bakurê Elmanyayê Hannoverê, polîsên Elman di erefa çalakiyên ji bo Halîm Dener de bi ser malên 7 Kurdistaniyan de girt.
Hincetên wan jî xebatên komeleyan, bibîranîn û çalakiyên çandî bûn. Vê yekê jî kir ku Kurd şiroveya, Polîsê Elman ne kêmî yê Tirk e, bikin.
Li bajarê Elmanyayê Hannoverê, polîsan avêt ser malên 7 Kurdistaniyan. Balkêş e serdegirtin beriya destpêkirina çalakiyên ku wê bi wesîleya salvegera 25’emîn a qetilkirina ciwanê Kurd, Halîm Dener bihata kirin, pêk hatin.
Di rapora sala 2018’an a Rêxistina Parastinê ya Destûra Bingehîn de hate ragihandin ku divê siyaseta krîmînalîzekirina têkoşîna azadiyê ya Kurdan bidome. Di dema eşkerekirina raporê de polîsan li bajarê Hannoverê avêt ser malên Kurdistaniyan.
Ji ber çalakiyên çandî
Tevî hunermend Ciwan Çewlik, Hevserokê Meclîsa Gel a Hannoverê Emîn Seydo (Bavê Ronî), endamê Mala Êzîdiyan a Celle Dewrêş Dûran û siyasetvanê Kurd Evdila Efe polîsên Elman avêtin ser malên 7 Kurdistaniyan. Hinceta serdegirtinê jî çalakiyên çandî bû.
Di serdegirtinê de telefon û alavên taybet hatin desteserkirin. Der barê serdegirtinê de siyasetvan Evdila Efe agahî dan û got, “Rasthatin nîne ku beriya pêkhatina çalakiyên ji bo bibîranîna Halîm Dener, avêtin ser malên me. Bi serdegirtinan nikarin polîsê ku ciwanê Kurd Dener kuşt, bidin jibîrkirin.”
Êrişî rêxistina rewa ya Kurdan dikin
Efe diyar kir ku ew li bendê ne çalakiyên ji bo bibîranîna Dener hîna bi xurtî pêk werin û got, “Polîsên Elman bi zanebûn êrişî rêxistina rewa û legal a gelê Kurd dikin. Ev yek wê rûreşiya demokrasiya Elman be.”
Efe bi bîr xist ku polîsan dizanî li malan zarokên piçûk hene, lê dîsa jî bi awayekî ku wan jî bitirsînin bi ser malan de girtine. Wî got, biryara lêgerînê ya Dadgeha Luneburgê bûye, û beriya 3 mehan hatiye dayîn. Li gorî wî polîs bi qest sekinîne heta ku beriya çalakiyên ji bo Halîm Dener bi ser malan de bigirin. Jixwe li ser giliyekî bêserûber ku dibêje “palamen” çêkirine bi 66 endaman, polîs avêtiye ser malan.
Efe anî ziman ku bibîranîna kesên di têkoşîna dijî çeteyên DAIŞ‘ê de jiyana xwe ji dest dane, yan jî organîzekirina çalakiyên çandî ji aliyê polîsan ve weke sûc tên dîtin û got, “Gelo Kurd wê nikaribin şehîdên xwe bi bîr bînin, wê nikaribin cejnên xwe yên neteweyî pîroz bikin?”
Li eyaleta Hessenê li bajarên Giessen, Russelsheim û Mainzê polîsan beriya çend rojan avêtibû ser malan û siyasetvanê Kurd, Mazhar Tûran destgîr kiribû.
HANNOVER