Polîsên Elmanyayê li bajarê Gelsenkirchenê kesekî kêrbidest kuşt. Hate ragihandin ku ev kes hemwelatiyê Tirkiyeyê ye.

Li gorî polîsan kesekî li bajarê Gelsenkîrchenê bi ‘objeyekê’ li wesayîta polîsan ket û piştre bi ‘objeyê’ êrişî polîsan kir.

Li gorî daxuyaniyan polîsan kêr di destê vî kesî de bûye. Piştî hişyarkirinan vî kesî dev ji êrişê berneda, polîsan jî gule li vî kesî dan. Hate îddîakirin ku kesê hatiye kuştin 37 salî ye û dema êriş kiriye, gotiye, ‘Allahû Ekber.’

Li Elmanyayê sala 2016’an kesekî ji Tûnisê bi kamyonê ketibû bazara Noelê û di vê êrişê de 12 kes miribûn. Çeteyên DAIŞ’ê ev êriş li xwe girtibûn.

Hefteya bihurî roja Înê li paytexta Fransayê Parîsê kesekî bi kêrê êrişek kiribû. Vî kesî kesek kuştibû û du kes jî birîndar kiribûn. Polîsan piştre bi guleyan li vî kesî dabû û ew kuştibûn.

 

 KOLN