BÊRÎVAN ALTAN / MA / ŞIRNEX
Li Navçeya Şirnexê Silopiyayê, polîsan bi panzêrê li zaroka 9 salî Rûken Elma xist û ew birîndar kir. Rûken Elma ku serê sibê diçû dibistanê, polîsan li ser rêya Hevrîşimê maşîna xwe ya zirxî lê qeliband. Elma ku ji piyê xwe birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Elma li nexweşxaneyê tê dermankirin û hat diyarkirin ku hestiyên piyê wê şikestiye.
Dayika Rûken Elma Fehime Elma nerazîbûn nîşanî bûyarê da û got, “Serê sibê saet 07.30’an min keça xwe ji malê şand dibistanê. Dema ji malê derket û derbasî milê din ê Rêya Hevrîşimê bû, maşîna polîsan a zirxî bi lez ji hember ve hat û lê qeliband. Heta ku min got, keça min çû keça min çû! panzêra polîsan lê xist. 2-3 metreyan ew pekand ser peyarêyê. Heta ez çûm, ew rakirin nexweşxaneyê. Ne zaroka min bûya, dê li yeka din xistibûna. Panzêr her dem li ser vê rêyê pirr bi lez derbas dibin. Kî bê pêşiya wan, wê lê biqelibînin û biçin. Gelek zarok li wir derbasî milê din ê kolanê dibin.”