Gel û komên li hemberê wan serî neçemandine, ev polîtîka wan şikandî, yan jî vala derxistine jî ji bîrnekirine, qaşo bi wan re pêvajoyên li hevhatinê, yan jî ji mafên wan re rêzgirtinê dane destpêkirin, lê di encamê de jî, her û her li firsendên pêkanîna wê polîtîkayê geryan e.
Li pey serhildanên (Babaîler û yên din) li Meletyê eşîrên Kurd wek Dirêjan û Îzolan berê îslamîzekirin û li pey komarê jî ew Tirkîze kirin. Lewre li vê deverê elewîbûn wek Kurdbûn hatiye pejirandin.
Di dema vê komara Tirk de ji bo hin bajarên Kurdistanê hin polîtîkayên taybet û bêbext xistine jiyanê.
Erzîncan
Ev di despêkê de li ser bajarê Erzîncanê bû, ev bajarê me wek bajarekî li ser xeta şahdamarê Tirk hate tespîtkirin (ev di nava nirxandinê Fewzî Çakmak û Îsmet Înunu de heye û her kes dizane.) Di encamê de ev der kirin kelaha cemetên mêjî genî (wek Ismaîlaxacî, eczîmendî ûwd.)
Dêrsim
Dêrsim di dema osmaniyan de kelaheke serbixwe û berxwedan, anor û şerefê bû, osmaniyan tu carî nekanîn ku wê kelahê dagir bikin. Li pey ku kemalîstan li vir jenosîdeke derê mêjiyê mirovahiyê pêkanî, polîtîkayeke jenosîda spî li vir bi destê partiya xwe CHP xist qada jiyanê. Kesên wek Kamer Gênc û Kemal Kiliçdaroglu berhemên vê jenosîda spî ne. (Ku li Anatolyayê komara yunanan avabiba, wan jenosîdeke wiha pêkanîba, dê kesên wekê van kesana nijada xwe bi eşîreke Olîmposê ve girê da û xwe wek yunanê kurê yunanan nîşan bidana)
Lê li Dêrsimê ew giyana Dêrsîmî ya berxwedan, serbilindî û bi anor di kesayetî û berxwedana Mazlûman, Dr. Baranan, Fermandar Şiyaran û bi hezaran şehîdan de bi ser ketiye û ew armanca dagirkeren têkbiriye. Dagirkerên Tirk ên ku qaşo ketine nava pêvajoya aşitiyê vê rastiya têkçûna xwe dîtiye, ji wê bi xiniziyeke bêbext dixebitin ku bi bendavan hem vê xaka pîroz parçe û tahrîp bikin û hem jî nirx û pîroziyen gelê me yên wek GOLA ÇETÛ ji ser wê xakê rakin, da ku bikanin bêbextiyên xwe wekî rastiyan bi me bidin pejirandin.
Divê Kurdistanî mijara GOLA ÇETÛ ne tenê wek nirxeke gelê me yê li Dêrsimê, wek nirx û pîroziya hemû Kurdistaniyan têbigihîje û bi mirinî lê xwedî derkeve.
Çolik
Çolik welatê Yadoyan, M. Xeyriyan, M. Karasûngûran e. Ev der jî devereke me yê xwerû û di her warî de stratejîk e. Eyaletên me yên Amed, Xerzan, Serhed û Dêrsimê bi hev ve girê dide. Ev der jî tim kelaha berxwedan, anor û rûmeta me bû û wê wisa bimîne jî. Lema dagirkeran ev der wek deverekî pîlot û stratejîk hilbijart, daku bikanin pêşî li yekitiya netewî bigire. Li vir jî polîtîka Tirk-îsalm di rengê milîgoriş (dîtina netewî) fetulahî (cemaat) û hin kesên paşverû û xwe firoş de xistin jiyanê. Li vir cudahiya zaravayan, nakokiyên eşîrî û malbatî derxistin pêş. Bi dek û dolaban ev gihandin pindeke wisa ku di bin navê zimanê Tirkî de pêşbirk li darxistin. Di zanîngeha vir ya di bin perê fetulahiyan de zarava kirdkî wek zimanekî serbixwe derxistin pêş.
Gava çawa xwestibûn wisa bi serneketin, li vir jî çawişên wan ên qaşo pispor ên îman fetulahî destdirêjê namûsa zaroka me ya bi navê E. A. kirin. Wan bêanor û cinawiran xwestin bi navê dîn û îman bi şerefa me bilîzin. Ev nayê pejirandin, ev heqareteke li hemû Kurdan e. Divê em cihanê rakin ser lingan. Bêdengmayîn ketina dilqe wan e.
Çawa ev êrişên wan ên nemirovî jî nîşan didin; wan ew ajo û tanca ji dîroka xwe ya qirêj hê li cih nehîştiye, tenê bi navê dîn û îman xeftaneke minafiqiya xiniz li xwe kirine, di bin wê xeftanê de berê xwe danin hedefên xwînîn û nemirovî. Ew ji gotinên baş û mirovahiyê tênagihîjin, divê mirov di serê wan de lêde.
Politika êrîş li ser nirxan û perçekirin
Serkarên dewleta Tirk di tevahiya dîroka xwe, yan jî dîroka ku kirinin malê xwe de tim berê êrişê nirxên gelan kirine, anora wan şikandine, ew parçekirine, yan bi kuştin û helandinê ji holê rakirina, yan jî li xwe anîne (wek Tirkmenên esil soxdî) û bi wî awayî birêve birine. Navê serkariya wan çi dibe, bila bibe, ew vê polîtîka xwe ya qirêj a ji dîrokê tê, her di form û bin navê cûda de birêve dibe. Han, derebey, padîşahî, kemalîstê laîk û yê îslamîst, heta çep û lîberalîstên wan jî dest ji vê polîtîkayê bernedane û nadin.