Cîgirê Serokê Koma BDP'ê û Parlamenterê Çewlikê Îdrîs Balûken da xuyakirin hevdîtina wan a duh li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 3 saetan dewam kiriye û ev agahî da: "Me bi Birêz ocalan re civînek ji 3 saetan pêk anîn. Mîna her carê li ser piyan heyeta me pêşwazî kir. Hem tenduristî hem jî moralê wî baş xuya dikir. Ji ber kûrbûneke zêde bêxew dixuya û hinek problemên rageşî yên ji ber vê hebûn. Xwedî tenduristiyeke baş û li ser xwe, xuya dikir."
Berxwedana Gelê Rojava silav kir
Balûken anî ziman ku wan bi Ocalan re li ser rojeva Rojava jî axivîne û got, "Rewşa li Rojava destpêkê ji me pirsî. Ji me pirsî ka êrîşên li dijî Kobanê û asta berxwedanê ya li wê derê di kîjan astê de ye. Me jî di vê mijarê de hem agahiyên li ber destê heyeta me hem jî hin mijarên di civîna bi rayedarên KCK'ê re hat rojevê, ragihandin. Bi taybetî pirsî ka di êrîşên li dijî Rojava de rola Îran, Tirkiye û rejîma Sûriyeyê çiye. Destnîşan kir ku berxwedana li Kobanê, berxwedana li tevahiya Rojava girîng e û anî ziman ku pûçkirina êrîşan ji aliyê gel ve girîng e. Silavên xwe li gelê Rojava kir."
'Bi xendekan xwe rezîl dikin'
Hat hînbûn ku Ocalan ji ber xendekên li ser sînorê Rojava ji aliyê PDK'ê ve tên kolandin, nerazîbûneke tund nîşan daye. Balûken ev nerazîbûna Ocalan wiha anî ziman: "Birêz Ocalan destnîşan kir ku xebatê kolandina xendekan bi kêrî kesî nayê û ji bilî rezîlbûna kesên xendekan dikolin bi kêrî ti karî nayê. Rexne hem li PDK'ê hem jî li Tirkiyeyê kir. Got, 'Tirkiye pêwîste di polîtîkaya xwe ya Rojava de hin guhertinan bike, bendewariya min ev e.' Diyar kir ku ji bo vebûna deriyên sînor divê hin gav tavilê bên avêtin. Anî ziman ku ew li bendê ye ku der barê polîtîka Rojava de hin pêşketin çê bibe. Destnîşan kir ku PDK bi AKP'ê re tevdigere."
ENQERE