Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim got: “Tirkiye ketiye di nava  çiraveke mezin de.  Carablus şansê wê yê dawiyê ye. Eger vî şansî jî winda bike, wê polîtîkaya wê ya li Rojava-Suriyeyê bi temamî îflas bike.”

Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim di derbarên pêşketinên dawiyê yên Rojavayê Kurdistanê de bersiva pirsên rojnameya Ozgur Gundemê da û nirxandinên girîng kir.

Muslim diyar kir ku dinava sê salan de li Rojava gelek tişt hatine guhertin û balkişand ser van tiştan: “Niha em hewldidin ku vê sîstemê li hemû welatên Ewrûpa bidin naskirin. Beriya niha jî di derbarê heman mijarê de min dîtinên xwe anî ziman. Xweseriya Demokratîk li Sûriyeyê dikare bibe modelek, heya ji bo Rojhilata Navîn jî dikare bibe modelek. Dema ku me cara yekem behsa vê yekê kir, wek em behsa xewnekê bikin nêzbûn. Lê piştî gavên pratîkî yên diyar, êdî herkesê ev sîstem di nêzîk de şopandin û lêkolîn dikin. Ji welatên cuda jî akademîsyen, rojnamevan, siyasetmedar û rêxistinên civaka sivîl tên Rojavayê Kurdistanê û Xweseriya Demokratîk ji nêz ve lêkolîn dikin.”

 

‘Êdî her kes dibîne...’

 Muslim destnîşan kir ku sê salin Tirkiye piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê dike û wiha anî ziman: “Tu kesê ev yek bawer nekir yan jî nexwestin bawer bikin. Piştî vê yekê çibû. Me bi hemû hêza xwe li hemberî van çeteyên Tirkiyeyê piştgiriya wan dikir berxwe da. Dema Tirkiyeyê ev yek dît dest bi dînîtiyê kir. Du sedemên Tirkiyeyê li ser vê yekê hene. Yek DAIŞ’a weke gasik bikar dianî rastî şkestinê hat û li herêmê her ku diçe bandoriya wê dişkê. Ya dûyem jî êdî hemû raya giştî ya cîhanê planên Tirkiyeyê yên qirêj dît.  Niha her kes bi awayekî vekirî dibîne Tirkiye piştgiriya çeteyan dike û di anîna  ziman de jî xwe nadin paş. Kê ev yek derxist holê, belê têkoşîna me ev yek derxist holê.”

 

‘Şansê dawiyê yê Tirkiyeyê Cerablûse’

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim destnîşan kir ku dema ku li Rojava Tirkiyeyê tişta ku dixwest bi dest neanî û dît ku ji planê ku dikir gelek dûr ket vegeriya dîn bûnê û wiha eşkere kir: “Tirkiyeyê dixwest bi sînorê dewletekî Sunî ya li Sûriyeyê bihata damezrandin re bibe cîran. Lê em li hemberî vê yekê bûn asteng. Dema ku van planan cihê xwe negirt, vêcarê çavê xwe berda Cerablûs û Ezazê û dixwaze vê herêmê bigrin. Cara yekem ev yek li ser Kobanê re xwest, piştre jî berê xwe da Girê Spî û Serê Kaniyê, ev yek jî hemû çû.  Niha tenê cihê maye Cerablûse û vî şansê dawiyê dixwaze bikar bîne. Eger vî şansî jî winda bike wê demê hemû polîtîkayên wê îflas dike. DAIŞ û El-Nusra ya ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine afirandin niha di lîsteyên terorîstê ne û tenê niha Ehrarul Şam maye û ew jî wê di demek nêzîk de bikeve lîsteya terorê de, ji ber vê yekê tenê rêyek dimîne ew jî Tirkmenin û niha berê xwe daye wan.”

 

‘Li cihên ku Tirkmen hene Kurd jî hene’

 Muslim xwest ku dewleta Tirkiyeyê leşkerên xwe paşve bikişîne û ev hişyarî da: “Di rewşa niha ya heye de ji Tirkmenan Tugaya Sultan Murad û Mehemed Fatih hatiye avakirine. Em dizanin ku 40-50 Tirkmen di van tugaya de ne. Erê ew 600 kesên din kîne û ji kûderê hatine? Tirkiyeyê evan ji kuderê anîn û ji kuderê veguhestin. Belê em bersiva vê yekê dizanin. Ji ber vê  yekê me bi awayekî vekirî got, eger Tirkiye naxwaze bi me re bikeve şer bila van vekişîne. Dema ku hêzekî girêdayî Tirkiyeyê li wir were dîtin tê wateya digirkirinê. Me çawa li hemberî hêzên dagirker û DAIŞ’ê şer kir, em ê wisan li hemberî wan jî şer bikin. Raste Tirkmen hene lê belê ewan ne ligel Tirkiyeyê ne. Ji xwe ew mirovên ligel me heman enî girtine. Piraniya wan ne li gel Tirkiyeyê ne û vê planên qirêj yên Tirkiyeyê napejirînin. Ji ber vê yekê divê demildest dewleta Tirkiyeyê dest ji vê polîtîkaya xwe ya qirêj berde.”

 

‘Kurd kevirê quncik ê herêmê ye’

Muslim got: “Piştî sê salan, îro Cigirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Mikail Bagdanov di hevdîtina me ya li gel John Kerry de ji me re tişta yekem got; ‘Hûn kevirê quncik ê herêmê ne, ti kes ji we derbas nake.’  Dibêje di pirsgirêka Sûriyeyê ya nû de Kurd kevirê quncikê ne. Gelekî heya niha nehatî naskirin û heya agahî li ser hebûna wî jî nebûye îro bûne mijara kevirê quncikê, pêşketinekî gelek girînge û destkeftiyeke.”

 

‘DYE ji hewa em ê jî ji bejahî ve lê didin’

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim destnîşan kir ku dibe ku bandoriyekî êrîşên esmanî hebin, lê ji bo vegere encamekî berdewam pêwîstî bi hêzekî bejahî heye û destnîşan kir ku di têkoşîna li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de em û DYE bi hev re tev digerin û axaftinên xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo encam ji êrîşên hewayî bên girtin, pêwîstî bi hêzên bejahî heye. Di pratîkê de jî hat nîşankirin, ev alîkarî, alîkariya herî bi bandore. Bi vî awayî têkoşîna herî berfireh li hemberî DAIŞ’ê pêkhat û bi serket. Herwiha em dixwazin ku ev yek wiha bê berdewam kirin jî. Beriya niha jî me ev yek anî ziman. Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe dema endamekî çeteyan hebe divê em bi rihetî li cihê xwe nerawestin. Yên dixwazin darbeyê li wan bidin em in û ev yek tê zanîn. Em dijminê xwe nasdikin û em li gorî vê yekê têkoşînê dikin.  


 NAVENA NÛÇEYAN