Kenar her wiha bi lêv dike ku Pomakî piranî li Hewzaya Ergene ya li navîna Trakyayê, dijîn û heta îro depoya dengan a CHP’ê bû û wiha dirêjî da axaftian xwe: “Pomakî ji ber helwesta xwe ya komarparêz û dewletparêz, ji bê nasnamebûn û înkarkirinê, gazinc nedikirin. Lê ev 10 sale bi awayekî cidî pêş ketine. Gundên Pomakbûna xwe înkar dikirin, êdî dibêjin em Pomak in. Li Çanakkale, Edîrne û cihên din ên Pomakî lê dijîn, komeleyên Pomak hatin avakirin.”
Polîtîkaya asimîlasyonê
Kenar bi lêv kir ku li dij Pomakiyan asîmîlasyonek cidî hatiye meşandin û ev polîtîka ji ser ziman destpê kiriye û wiha got: “Malbat yek bi yek birin mizgeftan. Ji bo bi Pomakî neaxivin destê wan li Quranê dan. Ev bi talîmata Diyanetê kirin. Ji vê pêve Pomakî kêm hat axaftin. Îro jî kes nabêjin em Pomakî ne. Ji ber zextên dewletê îdîa kirin ku ew Tirk in. Tenê digotin bavê wan ji Bulgarîstanê hatiye.”
HDP’ê hêvî dide
Kenar destnîşan kir ku ev feraset niha hêdî hêdî radibe û bandorek cidî ya tevgera Kurd li ser avabûna hişmendiya Pomakiyan heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Kirklareliyê namzetê HDP’ê yê di rêza yekem de Pomakî ye û ev ji bo me gelek girîng e. CHP ji bo Pomakî û kêmarên din berê xwe nedin HDP’ê cih daye namzetên Pomak, Ermenî û Roman. Lê Ev tenê nîşan dide ku HDP di polîtîkayên xwe de serketî ye.”
Pomak û Kurdan anîn hember hev
Kenar axaftina xwe wiha domand: “Ez heta salên 90’î li Trakyayê jiyam. Pomak, Arnavut û Boşnakên li herêmê dijiyan her çiqas di şerê PKK û dewletê de bê alî bimînin, jî kesên xwedî fikra şoreşger beşdarî tevgera Kurd bûn. Dewletê ev ferq kir û polîtîka guhert. Kurd û kêmarên li Trakyayê dijîn anîn hemberî hev. Di şerê navbera dewleta Tirk û PKK’ê bê îstîsna li her gundekî Pomak, Arnavut û Boşnak kesek mir. Ciwanên wan bi zanebûn şandin herêmên şer. Ciwan demokrat û şoreşger ji bo leşkeriyê şandin Kurdistanê.”
MÛRAT KÛSEYRÎ / ANF/STOCKHOLM