ARGEŞ KAYA / FRANKFURT


Bi pêşengtiya Partiya Karkerên Kurdistan li Bakurê Kurdistanê di salên hişyarbûna gelê Kurd a li dijî dewleta Tirk geş dibû de bi deng û stranên xwe Hozan Dilgeş ji 7’tan heta 70’yî li ser zimanê her Kurdekî/ê bû. Starnên wî li seranserî Kurdistanê ta her cihekî Kurd lê dijî belav bûn. Mixabin hozanê Kurd pêr ji ber nexweşiya xwe ya bi salane lê dabû der, koça xwe ya dawî kir. Malbata wî dixwaze cenazeyê wî bibe welat defin bike, lê hîn ji ber pirsgirêkên burokratîk ne diyar e ka wê karibin bibin welat an na. Lewma niha termê wî di nexweşxaneyê de hatiyê sekinandin.

Hozan Dilgeş sala 1952´yan li gundê Fisqînê yê ser bi navçeya Mêrdînê Nisêbînê ji dayik bû. Ew kurê Pîr Nahroz e û weke Êzîdiyekî kurê pîr ew jî pîr e, yan jî ji pîran e. Ew yek ji heft birayan e û 5 xwîşkên wî hene. Li gundê xwe yê nîv Misilman û nîv Êzîdî bêyî pirsgirêkên dînî mezin dibe. Dilgeş 14 salî dest bi hunerê dike û 20 saliya xwe jî hînî lêxistana sazê dibe. Hozan Dilgeş her çiqas di salê dawî de aktîf hunerê pêk neyîne jî, her dilê wê ji bo huner û şoreşê lê dide. Hozan Dilgeş di 15´ê Îlona 1979´an de  neçar dimîne û ji welêt derdikeve û diçe Almanyayê û heta niha li wir dijî.


Bû dengê têkoşîna azadiyê

Dilgeş bi stranên xwe dagirkerên li her çar parçeyê Kurdistanê didan ber mizraba xwe û li bin guhê têlên dilê gelê Kurd dixist. Awazen wî her ji bo mêtingeran xwedî peyam û ji bo gelê Kurd jî tije şîret bûn. Gotinên strana wî ya ‘lêxe gerîlla lêxe’ hîn jî di çalakiyan de bi hêrsa gel berz dibê ku di vê strana xwe de bang li têkoşeran dikir û digot: “Lêxe gerîla lêxe, agirê şoreşê pêxe… fîşekan li keleşê xe kedxwaran li bin erdê xe… gerîla û partîzan tevde lêxin wek şêran…Ev dem dema karkeran dijmin revî ji meydan…“

Di demên zilma dewletê bi hevkarî û destên muxtaran dihat kirin de bêdeng nedima, her çiqas bêhêvî jî bû ji bo kesên xwefiroş bi dengê xwe yê dawidî hişyarî dida muxtara û digot: “Go cunta bavê te bî tang û tifing bi te re bî.. ne dûr nêzîk tê geber bî… kes nabê wey rehmet li te bî.. muxtaro lo muxtaro mohra muxtar lê bû maro…“


9 albûm li pey xwe hiştin

Ozan Dilgeş bi gelek stranên xwe yên din jî cihekî taybet di dilê gelê Kurd de digirt. 9 albûm derxistin. Stranên wî yên “Li Mêrdînê li Bagokê”, “Biçûkê Canê” jî ji wan stranên wî yên bi nav û deng bûne ku hê jî li ser zimanê Kurdan e. Albumên “Muxtaro”, “Ez û Yar”, “Gola Wanê”, “Heval Mazlûm”, “Pale”, “Biçûkê Canê” çend ji albumên wî ne.

Ozan Dilgeş di sala 1978’an de albuma xwe ya destpêkê derxist. Di vê kaseta xwe da rewşa bindestiya gelê Kurd tîne ziman û dibêje: “Ma qey bindestî para me ye.” Di sala 1979’an de bi albuma xwe ya 2. derdixe û  banga şer li dijî bindestiyê dike û dibêje; “Here şoreşê here kurê min / li te helal be şîrê berê min.” Kaseta xwe ya siyan di sala 1980 de çêdike û di vir de bala gel dikşîne ser Kurdistana Rojhilat ku di bindestê Xumeynî de dinale û dibêje: “Xum xum xumeynî, tu xwîna Kurda dimijî.” Di kaseta xwe a çaran de ku sala 1981ê de derxistiye, terora cuntaya 12 Îlonê li Kurdistana Bakur şermezar dike û banga xwe bi agirê Newrozê dike “Newroze Newroze cejna Kurdane / Bira no cejna we pîroz be.” Hozan Dilgeş şerê Gelê kurd li dijî zordestiyê wek doza proleterya li dijî kapîtalîzmê dinirxîne. Piştî vê bi du salan albuma xwe ya pêncemîn derdixe. Di vê de jî bang li karkeran dike û dibêje: “Ey karker û proleter tu dixebitî şev û roj / dunya li pişta teye tu çima birçiye lo şev û roj.” 


Dema xebatên HUNERKOM’ê

Bi destpêkirina şerê çekdarî li kurdistana Bakur bandora xwe dide ser hunera Dilgeş jî. Dilgeş kaseta xwe a şeşan heftan, heştan û nehan (1986-1990) bi alîkariya HUNERKOM çêdike û dîsa banga xebatê dike û bîranîna şehîdan tîne ziman. Her wiha hozan Dilgeş di helbestên xwe de bala gel dikşîne ser îdeolojî û Felsefeya nuh ku Gelê kurd tê de dimeşe û li ser seokê netewî wiha dibêje: “Serokê gelemperî / Xweş rêzan û rêberî / qehremanê Kurdistan tu çira find û fenerî.” Di vê kaseta xwe de Hozan Dilgeş dîsa bîranîna şehîdan û buyerên dawî tîne ziman. 


Xweziya wî di dilê wî de ma

Tenduristiya Dilgeş ê Kurdan demek dirêj bû ku nebaş bû û nexweşiya şekir pê re hebû. Lê li gel nexweş jî bû ew bi kar û xebatên şoreş û hunera Kurd dûr nedibû. Bi derziyên xwe yên nexweşiya şekir ji şevan dibeziya şevên piştigiraya şoreşa gelê xwe. Her çiqas li gel nebaşiya tenduristiya xwe di nav tevgerê de bû jî di serê vê sala em tê de du lingên wî di ser çongê re hatine jêkirin. Di vê rewşa xwe de jî wî xweziya xwe di roportaja xwe ya di rojnameya me de wiha tanî ziman: “Serê min mişt kilam in. Bi dehan kilamên ku min ji bo Şoreşa Rojava, Kobanê û Şengalê nivîsandî hene. Lê vê mîratê nexweşiyê nehişt ku ez bistrêm.” Lê dildarê gelê Kurd beriya ku van xweziyên xwe pêk bîne turikê xwe li milê xwe kir û xatir ji me xwest.


Bang li Êzîdiyan kiribû

Di van rojên em tê de ku li ser gelê Êzîdî êrîş tên kirin Dilgeş beriya niha di hevpevîna ku hevalê Erkan Gulbehçe pêre kiribû de ev bang li Êzîdiyan kiribû: “Ger 5 gerîlayên PKK’ê nebûna wê li Şengalê qetlîam hîna mezintir bûna. Êzîdiyên Şengalê dibêjin ger gerîla nebûya li Şengalê emê hemû bihatana kuştin. Gelê Êzîdî lazime li dor PKK’ê kom bibe. Ji ber ku xilasî bi felsefeya PKK’ê ye. Eger Kurdên Êzîdî bi PKK’ê rizgar nebin, bi tu partî û rêxistinên din rizgar nabin. Piştî hevqas tecrûbe û serpêhatî pêwiste Êzîdî xwe nas bikin û êdî nedin pey Axa û Şêxan. Gerek e rastiyê bibînin.”


Heman stran digot

Ji bo Kurdan muzîk di qedirê av û nan de ye. Hejayî wargeh tê dîtin muzîk; ji ber ku giyan jî pewîstiyê bi stragehekê dibîne. Hozan Dilgeş jî nekêm lê zêde bi dengê xwe ew pêwîstiya Kurdan bi dengê xwe pêk anî. Dengê wî erdê welatê wî kire xwedî dirûv. Wî jî bi vî dirûvî dilşadî hîs kir û di her strana xwe de heman stran strand: Bi ehd û îman wê Kurdistan bi ser keve.



Heydê partîzan

Partîzan taca ser in

Qermenan in şoreşger in

Roj roja pêş de diherin

Pey dijmin venagerin


Şerên deşt û newalan

Êriş dikin ser neyaran

Lêxin heval hala hala

Welat paqij kin ji gemara


Heydê heydê partîzan

Roketê bavê ser milan

Çeperê bigire li dijminan

Hild tola bava salan



Geh li bajêr geh li çiyê

Hilde  ala partiyê

Lêxe wek berq û lehiyê

Qut bik tovê kedxwariyê 


Hevalê PKK'ê ne

Law/keç ê Kurd in gelek çê ne

Roj roja pêş diçe ne

Ew in qehremanên me

 

Qurbana simbêlê reş

Li wan keçên me yî çavreş

Dengê we tê min xweş xweş

Hezar silav li we ji Dilgeş


Dilgeş navek çêkir

Hevrêyê nemir Hozan Dilgeş hunermed Seyîdxan li ser koça Dilgeş xemgîniya xwe anî ziman. Seyidxan bi van gotinan hestên xwe parve kirin: “Mirov bi çend hevokan nikare Dilgeş, huner û têkoşîna wî pênase bike. Dema ku em li jiyana wî meyze dikin em dibînin ku ew dilpak û welatparêz bû. Di bin bandora şoreşê de biqasî 40 salî stran digotin. Stranên wî her li ser şoreşê, azadiyê, li dij kedxwarî û mêtîngeriyê bûn. Ew bi hunera xwe bibû dengê şoreşê û her ew deng bilind dikir. Di kesayeta xwe de niştimanperwer bû. Hevgirtin û piştgiriya gelê Kurd dixwest. Di bin sîwanê vê kesayatê de Dilgeş navek çêkir. Bi deng, stran, huner û sekna xwe ji gelek nifşan re jî bû mînakeke balkêş. Nexasim jî bi starenên xwe yên berxwedêr Dilgeşek hat naskirin. Mohra xwe li eniya têkoşîna çand û hunera xist û cihekî xwe yê taybet çêkir ku cihê wî cihekî rêzgirtinê ye. Em wî ji yek pêşengên vê hunerê dinasin.“ 



‘Min cara yekemîn ji wî bihîstin’

Hozan Comert jî dibêje wan bi hev re gelek xebat meşandine û xemgînaya xwe wiha tîne ziman: “Min di destpêkê de stranên neteweyî ji Hozan Dilgeş bihîstine. Di salên 70’yî de ji aliyê stranên şoreşgerî, neteweyî, siyasî ve ji kêm dengên bi rengê bêtirs bû. Beriya ku Tevgera Azadiyê berbelav bibe wî di nav tevgerên cuda yên ji bo Kurdistanê têdikoşiyan de cihê xwe girtibû. Wextê Kurd û Kurdistan di xewnê şevan de jî derbas nedibû, Dilgeş hebû û her bi êş û têkoşîna gelê xwe distrand. Ti carî xwe sînordar nedikir û ne dibû xwedî qalibên paşverû. Ji cil û bergên wî bigire heta sekna wî di her tevgera wî de mirov ev yek didît. Deng û awazê gelê Kurd bû.