
AZÎZ OGUR/KOBANÊ
Hevseroka TEV DEM´ê a Kobanê, Eyşe Efendî ku di heman demê de hevjîn a Hevserokê PYD’ê Salih Muslim e yek ji wan kesayetan e ku bûye sembol û rûyê Kobanê. Eyşe Efendî ji sala 1979’an ve PKK´ê nas dike. Demekê li Erebîstana Siûdî jiyaye li vir jî xebatên welatparêzî domandine. Eyşe Efendî ji malbateke xuyayî ya Kobanê, ji Eşîra Mîran a Helencê ye. Heta dibistana navîn xwendiye. Naskirina PKK’ê û Apociyan bi van gotinan rave dike, “Li Rojavayê Kurdistanê ji destpêka kar û xebata bi navê Apociyan ve, ez di nav de me. Bi hebûn û tinebûna wê, bi êş û elemên wê, bi hezkirina wê, bi gotin, ken û giyana wê, em di nav vê rêxistinê de ne.”
Lawê wê Şervan di şerê parastina Rojava de şêhîd bûye. Kurekî wê jî di nava şoreşê de ye. Ji ber kar û xebatên tevgerê û salên dawî yên şoreşê derdora 17 salan e ku ji çend salan carekê ew û hevjînê xwe Salih Muslim hev û din dibînin.
Eyşe Efendî îşaret bi têkoşîneke 30 salan a ku hîmê Şoreşa Rojava ye, dike. “Li vir ev 30 sal in bi rihê Apocitiyê tevger heye. Di hundirê wê tevgerê de esasek hate çêkirin. Mîrasa şehîdan, mîrasa di encama keda gel de afirî, mîrasa ku di encama perwerde û keda Rêbertiyê de tevahiya Rojavayê Kurdistanê û Kobanê hebû. Nêzî salekê Rêbertî li vir maye, ev gel tev di perwerdeya Rêber Apo re derbas bû. Dema Rêbertî ji Bakûr derket gundê yekemîn ê gihiştiyê li vir bû. Yanî gava yekemîn ku gelê Rojava himbêz kir, li Kobanê ye û gelê Kobanê ye.”
Min kesê ez beriya demekê girtî nas kir
Eyşe Efendî vê têkoşînê, birêxistinkirina xelkê weke mîras mîna bingeh û zemînê amade yê pêşketinên mezin bi nav dike ku li serê Şoreşa Rojava ava bûye.
Eyşe Efendî di destpêka Şoreşa Rojava de jî li navenda şoreşê bû; 19’ê Tirmeha 2012’an biryara derxistina rejîmê ji Kobanê hat dayîn: “Me pirr hesan hêz û saziyên rejîmê ji Kobanê derxistin û navendên dewletê me dest danî ser wan. Di vê raperînê de tiliya kesî jî xwînî nebû. Yên ku beriya bi demekê ez girtibûm, min ew naskir. Min jê re got, ez karim niha te bixim hepsê, derfet di destê min de ye, ez dikarim êşkenceyê jî li te bikim lê belê ez nakim. Ji ber ku şoreşa me şoreşeke însanî ye. Şoreşa me li sar navê însaniyetê pêk hatiye.”
Piştî 19’ê Tirmehê jî yek ji karê destpêkê avakirina dibistana Kurdî bû: “Dibistana Mamoste Osman hate vekirin. Belkî dibistaneke pirr piçûk bû, tenê du an sê pol bûn. Wê demê hin derdor û tevgerên din propoganda li dijberî me dikirin, digotin wê nikaribin vî karî bimeşînin, yan digotin bi destûra dewletê ev pêngav pêk anîne. Lê belê dema mirov bi israr be di parastina nirxên xwe de, bi israr be di parastina çand û zimanê xwe de berdêl çi be bila be, mirov wê van nirxan biparêze. Mesela, me hêzeke taybet ava kir û 24 saetan vê hêzê ew dibistan diparast. Ew dibistkanek bû lê niha li tevahiya Rojava sîstema perwerdeya Kurdî hatiye avakirin. Hîmê Şoreşa Rojava li vir hate danîn.”
Eyşe Efendî muhîm dibîne mirov xisleta xelkê Kobanê jî di şoreşê de binirxîne: “Dema tiştekî bêjin gerek biçe serî. Bi taybetî jî di milê şer de. Mînak em niha li rabin di vê pêncereyê re biqîrin, bibêjin bila herkes çekê xwe rake were Meydana Azadiyê, mirovekî bi tenê di malê de namîne. Bavê negot qîza min şehîd e yan li şer e, bira negot berê birayê min şehîd e yan di çeperê şer de ye, kes li benda kesî nema û bi awayekî întîharî daketin Kobanê.”
Ma Kurdistan milkê bavê te ye!
Di dema berxwedana Kobanê de Eyşe Efendî li Pirsûsê bû û li wir karê rêveberiyê dimeşand. Ew wisa behsa bibîranîneke xwe dike: “Xortek hat gel min, got ez dixwazim hûn min bişînin Kobanê. Min pirs kir ji malbatê kes di nava şer de heye yan na. Got sê xwîşk û birayê wî di şer de ne. Wî jî dayika xwe û zarokên xwe bi cîh kirine û niha dixwaze biçe şer. Min jî got hinekî bisekine, jixwe ji malbatê sisê di şer de ne, em li rewşê binêrin heta şer sist bibe, em ê bi hev re biçin. Telefona xwe vekir, kurt axifî û da dest min. Dengê jinekê hat û bi hêrs axifî û got, Eşye Efendî, ma Kurdistan milkê bavê te ye, min got na. Li ser vê yekê got, madem ne milkê bavê te ye, bi kîjan mafî tu çûna lawê min a şer asteng diki? Yekser jê re kaxizê amade bike û wî bişîne, û telefon girt.”
Herkes ava dike
Piştî rizgarkirina Kobanê, di warê xwedîderketina li şoreşê û jinûveavakirinê Eyşe Efendî şahidiya gelek tişatn kiriye, lê yek jê hêja ye ku mirov bi îhtîmam binivîse: “Rêya ziftê ya Kobanê xirabe bû, gelek kort tê de hebûn. Em bi erebê diçûn, min mêze kir çend zarok li ser rê bi tiştinan mijûl in. Min gote yê şoför ka bisekine em binerin ev çi dikin. Zuxir û herî amade kiribûn, ew kort dadigirtin. Min pirsî ka çima wisa dikin. Yekî ji wan li min vegerand; ji ber van kortan erebe hêdî dimeşin û hevalên birîndar dereng digihîjin nexweşxaneyê, dîsa ji ber kortan ambulans dileqe, hevalên birîndar diêşin.”
Eyşe Efendî di dema berxwedanê naxwaze Kobanê bi cih bihêle, lê di encama biryara rêveberiyê de neçar dimîne; dema vedigere hîna şer giran e: “Tenê çend tax di destê me de mabûn. Cih tunebû em têketanê. Ji siyan yekê Kobanê herêma Xerbî û başûr di destê me de mabû. Birîndar jî li gel me bûn. Bêhtir em bi wan re dibûn alîkar. Ji xwarin heta bi lojîstîkê çi pêdiwiyên şer û hevalan hebûn ji wir me dimeşandin. Di nêzî mehekê de qederê çil avahiyî me guhertin. Em bi kû de diçûn jî me birîndar bi xwe re dibirin. Me malek ji xwe re amade dikir, dido ji birîndaran re. Ji bo hevalên birîndar û yên li bereyê me xwarin amade dikir.
Mêrek nebû!
Di berxwedanê de Eyşe Efendî êşiyaye jî hene, nexasim “beşdarnebûn yan neketina nava gel çîna xwendekar, întelektuel û yên xwe rewşenbîr dibînin”. Lê tişta ku ew herî zêde pê êşiyayî, “lê belê heger hûn bibêjin tişta ku herî zêde tu êşandî çi bû, bêguman dema Kobanê vala bû.” Paşê Eyşe Efendî hestiyar dibe, rondikan dibarîne û wiha dewam dike: “Di van şeş salan de gelek bûyerên giran hatin serê me, lawê min Şervan şehîd bû, weke şexs tişta herî zêde ez êşandim ew roj a ku gel ji Kobanê derket bû. Gel ji Kobanê derket, ji bo em ji hevalên li bereyê re xwarinê amade bikin, mêrek nebû were ji me re dewarekî serjêke.”
Tita ku Eyşe Efendî di pêvajoya Şoreşa Rojava de herî zêde pê kêfxweşê bextiyar bûye serketin e: “Her kesê niha li mala xwe vegeriyaye di mevzî û çeperên hevalan de rûniştiye. Tevî hevqas berdelê giran jî be em bi ser ketin. Rêbertiyê dema qala felsefeya PKK’ê dikir, digot ew ji tinebûnê hebûnê diafirînin. Niha em di pêvajoya hilbijartina komunan de ne. Hilbijartin karekî giran ê dewletî ye, amadekariyeke demdirêj jê re divê, kadro, maliye û bingeh jê re lazim e. Me di pêvajoya mehekê de xabata hilbijartinê saz kir û em amade ne. Ev tê wê wateyê ku berdelên dayî, ne bele sedem bûn.”
Şêrejin e jina Kurd
Ji bo amadebûna jina Kurd a Kobanê ji bo parastina Kobanê jî Eyşe Efendî axaftineke xwe ya bi eşîran re tîne bîra xwe: "Li milê Şerqî me civînek pêk anî. Li wir nûnerê çar, pênc eşîran kom bûn. Di axaftina xwe de min têkoşina Omer Muxtar a li Libyayê li dijî dagirkeriyê bi bîr xist û got, heger êriş li dij Kobanê pêk were û hûn zilam birevin, em jin em ê desmalên xwe li lingê xwe girêbidin û heta dawiyê li ber xwe bidin. Şoreşa Rojava û bi taybetî jî berxwedana Kobanê di şexsê jinê de pêk hat û bi jinê hate naskirin."
Eyşe Efendî wekî din jî wiha behsa fedakariya jina KUrd di şer de kir: "Hevaleke jin beriya şehîd bibe qala şer dikir, digot, em grubek jin di şer de ji aliyê DAIŞ ve hatin dorpêçkirin û fermandarên me li derve man. Bi cîhazê me ji fermandar re got, em komek jin di dorpêca DAİŞ’ê de mane, cebilxane jî hindik maye, em nikarin xwe xelas bikin, ka em çawa bikin? Fermandarê me got, bidin tiliyan û bi pêş ve biçin. DAIŞ’iyan dopêç teng dikir, dema me dest bi tiliyan kir û me gule bera wan dan, tev belav bûn, û em rizgar bûn."