Wênegir Wilfred Thesiger salên 1950 û 1951´ê diçe Başûrê Kurdistanê. Ew li wir weke ku li deverên din maye, namîne, yanî rêwîtiya wî kintir e, lê encamên wê weke belgekirina jiyana civakî, cil û bergên Kurdan ên hingê û erda Kurdistanê xizne ne.   

LUQMAN GULDIVÊ

Wilfred Thesiger cara yekê sala 1950´î diçe Iraqê û ji wir jî paşê diçe Başûrê Kurdistanê. Wî hingê wê wêneyê Şêx Mehmûd Berzencî jî bigirta. Wilfred Thesiger ji hingê ve gerokekî xwedî awireke cihê bû. Wî nexasim jî wêneyên portre digirtin. Li Kurdistanê jî wî bi pirranî cih daye portreyan, lê wî her wiha wêneyên erda Kurdistanê jî girtine. Bi xêra wî gelek portreyên ku cilûbergên Kurdî yên heta salên 1950´î li Kurdistanê belav bûn, em bi rehetî ji hev derdixin. Ji ber ku pirraniya wêneyan di nava du albûmên wî yên şexsî de ne, zêde agahiyên bi detay nînin, yanî em cihê tam nizanin gelek caran, lê navê eşîran û ji kîjan diyanetê ne, dinivîse. Jixwe, di warê cilûbergê Êzîdiyan de ji kastên cihê û ji temenên cihê gelek mînak ji me re hiştine.

   

Pêşî çû Efrîkayê

Wilfred Thesiger hîna di salên bîstî yên umrê xwe de bi kamerayeke Leica di navbera 1933 û 1938´an de rêwîtiya xwe ya li herêma Danakîl a Etiyopyayê, ya li Darfûra Sûdanî û ya li Tîbestî ya Sehraya Fransî bi wêneyan belge kir. Wî piştî vê bi qederê deh salekî, karekî din da pêşiya xwe; ew çû avzêmên li Başûrê Iraqê. Li wir wî bi awayekî profesyonel û kamil karê belgekirina bi wêneyan kir.

   

Berê xwe da Kurdistanê

Salên 1950 û 1951´ê wî berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Li Şengalê wî wêneyên daweteke Êzîdiyan girtin. Wî gelek wêneyên portre jî girtin. Ew ji Şengalê diçe deverên din ên Başûrê Kurdistanê, mesela wî wêneyê Çiyayên Qendîl, Hindirîn, Qeredax girtine, Bora Rewanduzê jî girtine. Ew çûye nav koçerên Herkî, ji jiyana wan gelek kêlî belge kirine. Ew her wiha çûye Şêxan û Lalişê jî. Heta wî wêneyê nêçîrvanekî bi tivinga xwe, xwe hazir dike nêçîra hirçê bike jî girtiye. Wî her wiha wêneyê Şêx Mehmûdê Berzencî girtine ku em di albûmeke wî de diduyan ji wan dibînin.

   

Lê Kurdistan tevî ku erdekî firehtir bû jî ji Başûrê Iraqê, wî Kurdistan tengtir hîs dikir. Weke sedem jî ew dibêje, wî nekarî tenê bibe temaşekerekî jiyana wan. Li nava Erebên Başûrê Iraqê bi xwe, wî dikarî. Ha ji ber wê ew vegeriya nav Erebên Başûrê Iraqê û ji sala 1951´ê heta bi 1958´an bi wêneyan jiyana wan û rêwîtiya xwe belge kir. Ew kete bin holikên wan, bi kelekên masîgiran geriya. Wî carinan hekîmî jî kir, ya rastî wî derman bi xwe re dibirin ên li dijî dîzenteriyê, ulserê û yên din.

Encama van 8 salên wî bû kitêba bi navê The Marsh Arabs (Erebên avzêma qamîşan) ku cara yekê sala 1964´an hat weşandin. Sedema sereke ya mana wî li nav van Erebên Başûrê Iraqê jiyana wan a eşîrî bûye.

Thesiger yê sala 1910´ê hatibû dinê, 24´ê Tebaxa 2003´an wefat kir. 38 hezar negatîfên wî û 71 albûmên şexsî jî hikûmeta Brîtanî re man. Ev berhemên hanê niha di arşîva Muzeya Pitt Rivers a li Oxfordê ne. Dem bi dem hin ji van berheman li vê muzeyê tên nîşandan.