Sentera 'Hoşiyariya Tak ji bo perwerde kirina ciwanan' bi alikariya Pertûkxaneya Giştî ya Hewlêrê, rêze semînarek bi bi slogana 'Hevalên Pertûk' saz kir. Semînar li hola Pertûkxaneya Giştî ya Hewlêrê, pêkhat. Di vê derbarê de semînara bi navê 'Jin û hûnera hemdem' ji bo keça ciwan Poşiya Kakil rêkxist. Wezîrê Rewşenbîrî yê Hikumeta Herêmê Kawe Mehmûd, Rêveberê Pertûkxaneya Giştî ya Hewlêrê Zahîr Abdûlh û gelek kesatî û ciwan amade bûn. Di semînarê de Kakil, têkeldarî beşdariya jinê di hûnera performance (hunera cîhbicîkirin) ji bo beşdarbûnyan axaft. Kakil destnîşan kir ku ev corê hûnerê di sala 1969 li Ewrupa derketiye û bi cîhanê de bilav bûye. Lê li Herêma Kurdistanê tiştek nûye.
Polşiya kakil, gelek mînakên berhemê xwe yên hûnera performance bi sînevizyonê pêşanî beşdarbûyan da. Kakil derbirî ku ew bixwe hunerê şêwekarî dike, lê weke jinek Kurd ji nûve beşdarî vê hûnerê dibe.
Di dawiyê de Sentera 'Hoşiyariya Tak ji bo perwerde kirina ciwanan' bi alÎkariya Pertûkxaneya Giştî ya Hewlêrê, xelata rêzgirtinê dan 10 ciwanên ku beşdarî pirojeya Hevalên Pertûkê bûne û semînar dane. 

DÎHA/HEWLÊR