Filma “Ji bo azadiyê” ya derhêneriya wê Ersîn Çelîk kir û Komuna Filman a Rojava ew çêkir, premiera xwe ya Ewrûpayê li bajarê Holandayê Rotterdamê kir.
Filma Ji bo azadiyê behsa berxwedana 100 rojî ya xweseriyê ya li Sûrê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dike. Filmê premiera xwe li Festîvala Filman a Navneteweyî ya Rotterdamê kir.
Bi sedan kesî li filmê temaşe kir, û wan film eciband. Derhîner Ersîn Çelîk jî piştî temaşekirina li filmê bersiva pisan da.
Dawiya sala 2017´an girtina dîemnên filmê li Kobanê dest pê kiribû û par film temam bû. Filmê premiera xwe ya Kurdistanê beriya çendekê li Rimêlanê kiribû. Beriya wê jî li Festîvala Filman a Naveneteweyî ya Hildistanê film hatibû nîşandan. Aktorê sereke di filmê de gerîlayê HPG´ê Rûbar Şervan bû. Rûbar Şervan 25´ê Cotmehê di şer de şehîd bûbû.
ROTTERDAM