AZAD SEFO / ANHA / GIRKÊ LEGÊ


Projeya serayan (çandingehê sergirtî) a navçeya Girkê Legê, hewl dide pêdiviya gelê herêmê ya sebzeyan bi cih bîne û buhayê sebzeyan kêm bike.

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re, li aboriya herêmê ziyan bû. Tevî ku alozî negihîşt herêmên Rojava jî aloziyê û êrîşên komên çete yên bi ser Kantona Cizîrê û herêmên din ên Sûriyê, bandor li aboriya herêmê kir.

Li aliyekî din jî ambargoya rayedarên Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê jî bandor li rewşa jiyanî kir, lewma madeyên xwarinê û pêdiviyên jiyanî nedihatin peydakirin. Vê yekê jî hişt ku buha zêde bibin.

Ji ber vê yekê, Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê alternatîf peyde kirin, da ku pêdiviya gelê herêmê ya madeyên xwarinê dabîn bike. Di vê çarçoveyê de bi derfetên heyî projeyên çandiniyê hatin avakirin. Yekem projeya çandiniyê ya Kantona Cizîrê, li navçeya Girkê Legê hat avakirin. 


Projeya yekem sala 2014´an dest pê kir

Ev proje di 11′ê Çileya sala 2014′an de ji aliyê Navenda Bipêşxistina Aborî ya Rojava, hat avakirin. Projeyê bi 6 malên plastîk dest pê kir, bi 12´an dewam kir û niha ev hejmar bûye 63, da ku pêdiviya herêmê ya sebzeyan dabîn bike.

Berpirsên projeyê dane zanîn ku armanca projeyê ne qezenckirina pereyan e, lê avakirina aboriya civakî bi ruhekî hevbeş dûrî keysbaziyê ye. 


2017′an 103 ton sebze

Bi destpêka meha Nîsanê re, berhemên destpêkê yên berhemên çandiniyê, balîcan, firengî, xiyar, îsot, bexdûnis û tirozî, yên li malên plastîk hilberandî li bazarên navçeya Girkê Legê hatin firotin.

Endezyara projeyê Eyşe Silêman anî ziman ku îsal berhemên sebzeyan 103 ton bûn û ku li bazarên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer hatin firotin.


Buhayê sebzeyan kêm bû

Piştî ku berhemên projeyê ketin bazaran, buhayê sebzeyan îsal kêm bû. Kîloya firengiyan ji 400 Llîreyên Sûrî dakete 50 lîreyî.

Bi her halî di xebatên çandiniyê de, gelek astengiyên wekî tinebûna tovên çandiniyê, derman, zibil û madeya plastîkê ya ji bo sergirtina serayan tine. 

Demsala çandiniyê ya havînê ber bi dawiyê ve diçe, û ji bo demsala zivistanêamadekarî tên kirin. Di vê çarçoveyê de, madeyên plastîkê wê bên guhertin û alavên germkirinê wê bên peydekirin.

Berpirsên projeyê diyar dikin ku ew di vê demê de, xebatên firehkirina projeyê didin meşandin û ew ê çend hektar erda nû tevlî projeyê bikin. Berpirsan got, bi rêya firehkirina projeyê pêdiviya bazarên Dêrikê ya sebzeyan wê bê dabînkirin.