
Guftûgoyên li ser çareseriya ji bo aloziyên li Sûriyeyê û bi taybetî jî ji bo gelên Sûriyeyê projeyeke çewa pêwîste didomin. Der barê mijarê de Endamê Desteya Rêveberiya TEVDEM’ê Aldar Xelîl ku ji ajansa ROJNews’ê re axivî, bal kişande ser projeya Federalî û Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê.
Têkildarî mijara Projeya Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê, Endamê Desteya Rêveberiya TEVDEM’ê Aldar Xelîl got; “Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ji bo pêşîgirtina alozî û pirsgirêkên nav gelê Sûriyeyê ye. Her wiha ji bo gelê Kurd û çareseriya pirsgirêka Kurd e. Lewma jî ev proje pir giring e. Ji ber ku gelê Kurd bi salan e ji bo mafê xwe têdikoşe. Di vê demê de pêwîstiya gelê Sûriyeyê jî bi projeyek wiha heye.”
Gelek proje hene lê
Aldar Xelîl destnîşan kir ku li Sûriyeyê gelek proje hene û wiha axivî: “Rejîma Sûriyê xwedî projeyek e. Ew dixwaze weke berê desthilatiya xwe bidomîne. Projeyek din heye ku ya îslamiyan e ye û dixwazin şerîetê çêbikin û vir bikin wek Efganîstanê. Kom û kesên ku xwedî projeyên bi navê demokratîk hene. Lê belê vê yekê tenê weke dirûşme bikar tînin. Li ber daxwaxên qels jî projeya me ya ku me bi xweseriyê destpê kiriye û niha jî dibe Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê heye.”
Her wiha Aldar Xelîl têkildarî hevalbendiya Erebistana Siûdî û Tirkiyê ya ji bo projeya wan jî wiha peyivî: “Tirkiye û Siûdiye, Sûriye ji bo xwe kirine qada şer. Ew ji bo Sûriyeyê li çareseriyê nagerin. Şerê cîhanê yê sêyemin li ser xaka Sûriyeyê dimeşînin. Dema ku wan bi rastî biryar da ku çareseriyê dixwazin, emê wê demê vê daxwaza wan qebûl bikin.”
‘Bi hev re em ê ava bikin’
Têkildarî rexneyên li ser projeya wan jî, Aldar Xelîl ev tişt got; “Li Rojavayê Kurdistanê şoreşek tê meşandin. Destpêka şoreşê armanca wê xizmetkirin û çareserkirina ji bo pirsgirêka gelê Kurd e. Piştre ji bo tevahî gelên Sûriyeyê û avakirina Sûriyeke demokratîk e. Di her du aliyan de şoreş didome. Niha jî Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ji bo hemû Sûriyeyê û divê hemû netewe tevlî bibin. Ne tenê Rojavayê Kurdistanê. Rojavayê Kurdistanê çarçoveya xwe heye. Em naxwazin hemû tiştî bikin Rojava. Şervanên me li gelek aliyan hene û em tenê Rojavayê Kurdistanê birêve nabin. Her wiha em naxwazin her tiştekî em ava dikin li ser navê neteweyekê be, ji ber ev ne nêzikatiyeke demokratîk e. Ma çima em napirsin çima hemû sîstemên Rojhilata Navîn binketin? Bêguman sedema wê jî ew bû ku dewletan xwe li ser bingehê netew-dewlet avakirine. Ji ber ku serçaveya hebûna pirsgirêkan hebûna netew-dewlet e. Divê em bipirsin em dixwazin pirsgirêkan çareser bikin an jî kûrtir bikin. Ger em bixwazin em dikarin binavê Kurdan dewlet çêbikin û xakek zêdetir jî kontrol bikin. Bes gelo wê pirsgirêk çareser bibin?”
Em dikarin berfirehtir jî bikin
Li daxwaza biratiya gelan jî Xelîl got:”Belê em biratiya gelan dixwazin. Em dixwazin tevahî Sûriyeyê bibe welatek demokratîk. Em niha tenê qala Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê dikin. Belê piştî ev hat qebûlkirin, em dikarin berfirehtir jî bikin. Di sîsteme de piştî qebûlkirinê wê nûbûn bên kirin. Weke mînak; wê demê wê hemû beş xwedî taybetmendiyên girêdayî xwe bin. Em hemû jî di çarçoveya heman sîstemê de nikarin bêjin tenê sîstema Rojava. Wê demê emê tevahî gelên din ên Sûriyeyê jî bikin dijberê xwe.”
‘Tirkî dixwaze vir jî dagir bike’
Têkildarî êrîş û destwerdana Tirkiyê ya li ser karên wan jî, Aldar Xelîl diyar kir ku Tirkiye dixwaze Sûriyeyê dagir û parçe bike û wiha domand:”Tirkiye dixwaze car din Împaratoriya Osmanî ava bike. Ew dijî gelê Kurd û sîstema demokratîk in. Dixwazin ew Sûriyeyê birêve bibin weke çawa heya niha li Başûrê Kurdistanê navendên wan ên leşkerî hene, li Sûriyeyê jî hêzek wan hebe û bi dewamî li Sûriyeyê bimînin. Belê gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhate û neteweyan xwe re ve dagirkeriyê qebûl nake. Nexasim jî em weke Kurd ti carî qebûl nakin û gelên din re emê vêna ji Tirkiyê re diyar bikin.”
‘Tirkî hebûna Kurdan qebûl nake’
Têkildarî gotinên ku dibêjin dewleta Tirk û AKP piştgiriya dewleta Kurd li Herêma Kurdistanê dikin jî, Aldar Xelîl got; “Tirkiye bi ti şêweyê hebûna Kurdan qebûl nake. Yên ku ew qebûl dikin jî koleyên wanin. Sîstema ku qebûl dike, divê nûnertiya gelê Kurd neke. Dixwazin dema hinek hêz dibin destê wan de hebe, wê wisan qebûl bikin. Ger wisa nebe, li Bakûrê Kurdistanê 30 milyon Kurd heye, heya niha ji bo wan çi kiriye? Nûnerên wan ên bi dengê gel hatine hilbijartin, girtine. Li Rojavayê Kurdistanê dijbertiya xwerêveberiyê dike û wê nas nake. Li Rojhilat jî dema Kurd bûn xwedî destkeftiyek herî biçûk jî, diçine Tahran û pêşî lê digirin.”
Xelîl di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku dewleta Tirk rûxandina Sedam jî qebûl nedikir. Niha jî dixwazin bi rêya hinek Kurdan li Başûr vê sîstemê li Başûr çêbikin ku li gor daxwaza wan bê meşandin.
ŞOREŞ BENEK / SILÊMANÎ