Aldar Xelîl diyar kir ku hevpeymana li gel Teyar El-Xed li ser hîmê biratiya gelan, jiyana hevbeş, têkoşîna li dijî DAIŞ û rêjîmê, alîkariya hev û din di warê siyasî, leşkerî û dîplomatîk de bi pêş ketiye.

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl girîngiya hevpeymana di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Teyar El-Xed El-Sûrî (Şepêla Sibe ya Sûriyeyê) de nirxand.


Projeya Federasyona Bakurê Sûriyê

Aldar Xelîl di destpêkê de bal kişand ser projeya federaliya demokratîk a gelên Bakûrê Sûriyeyê û got: “Wekî tê zanîn em xwedî projeyeke jiyana hevbeş, biratiya gelan û sîstemeke demokratîk ava bikin, li ser vî bingehî em li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê vê projeyê pêşkeş dikin. Yek ji hîmên bingehîn ên pirojeyê ew e ku hemû pêkhateyên heremê bi hev re cih bigrin û xwedî li vê projeyê derkevin.” Aldar Xelîl li ser îşaret pê kir ku pêkhateya Ereb û hin kesên ku nûnertiya wan dikin ji wan doza meşandina kar di nava hevpeymanekê de kiriye û wiha peyivî: “Em û Şepêla Sibe (Teyar El-Xed) a ku niha bi wan re hevpeyman hat îmzekirin, beriya 10 mehan jî ji bo hin hevkariyan di nava xebatên piratîk de hevpeymanek di navbera me de hebû. Lê niha gihîşte qonaxeke din a li pêşiya me. Êdî bipêşxistina projeya Federasyona Bakurê Sûriyeyê heye.”


Rêya ji bo çareseriyê

Xelîl di dewamiya axaftina xwe de diyar kir ku Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li ser asta giştî ya Sûriyê xebatekê dide meşandin û ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê guftûgo bike, têkîliyên xwe xurt dike û projeyên çareseriyê pêşkeş dike. Xelîl li ser mijarê wiha dewam kir: “Êrîşên li ser herêmên me û hewldanên Dewleta Tirkiyeyê û hin hêzên din ên ku dixwazin derbê lêbixin, ew jî giran dibin. Ji ber van sedeman em pirr bi rengekî erênî nêz bûn. Di demên pêş de çareseriyên siyasî heger hebin, ew çareseriya hanê, em bi hev re hewl bidin alîkar bin û xwedî heman helwêstê bin.”


Hevkariya li dijî DAIŞ´ê

Xelîl got, ew wekî du aliyên hevpeymanê, wê hem di warê eskerî û hem jî di warê siyasî de bi taybetî di tekoşîna li hemberî DAIŞ’ê û berxwedana li dijî wê, rizgarkirina herêmên din yên ku DAIŞ´ê dagir kirine, li gorî derfet û îmkanên heyî, bi hev re bibin alîkar.

Girêdayî çareseriya pêşeroja Sûriyeyê jî Aldar Xelîl got, ew dixwazin bi yek helwêsta siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê kar bikin û got: “Sûriyeke pirreng, yekgirtî, demokratîk, ne li ser esasê neteweyekê bi tenê, lê belê li ser esasê ku hemû netewe tê de wekhev bijîn, bi kurtasî Sûriyeke demokratîk, em ji xwe re armanc dibînin. Li ser vî esasî nêrînek hevbeş derket holê.”

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl li ser têkîliyên dîplomasî û têkîliyen bi hêzên din re got, ew ê bi hev re bibin alîkar û hev û din temam bikin. Wekî din jî hem di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û tekoşîna li dijî rejîmê de, di van aliyan de çi bê xwestin, ew bi hev re di nava hevkariyê de bin.


MIHEMED ÎBRAHÎM EKARÎ /ANHA / QAHÎRE