
Di çerçoveya projeya bi navê "Truck Art Project" de 100 kamyon wê veguherin berhemên hunerî û bi rêya van kamyonan wê berhemên hûnermendên navdar li ser rêyan û otobanan werin pêşandan. 100 kamyonên ku mîna tuwalê resmê bên bikaranîn wê li ser rêyên Spanyayê yên ticarî biçin û bên. Ji vê projeyê mabest jî ew e ku li cihê nayê payîn berhemên hûnerî nîşanî gel bidin.
Hûnermend Daniel Munoz dibêje ku bi saya vê projeyê xeyala wî ya lidarxistina pêşangeheke seyar jî pêk hatiye. Proje bi sponsoruya şîrketa Palibex a nakliyeyê tê fînanse kirin. Ji organîzatorê projeyê Oscar Sanz jî girîngiya projeya xwe bi gotina, "divê êdî em ji galeriyan derkevin derve" îfade dike.
Hunermendên kêfxweş in, ji wan Andî Rîvas dibêje: "Li gorî nihêrîna min beranberî bêrengî û rengê boz ê otobanan ev kamyon mîna girdîşeke reng wê şewqê bidin. Tabelayên reklaman ên mirov diwestînin, lembayên trafîkê û wesayît... Bawer dikim wê tiştekî balkêş derkeve holê. Hêvîdarim ku îlhamê bide mirovan."
Hunermend Marîna Vargas jî dibêje, "Ya ji min re balkêş ew e ku proje seyar e, ne organîzator, ne xwediyê galeriyê, ne patron ne jî hunermend, kes nikare berhema hunerî kontrol bike. Proje li kolanan, rêyan dijî û li kolanan her tişt li gorî daxwaza xwe tevdigere."
BBC / MADRID