Navenda Lêkolîn û Pêkanîna Pirsgirêkên Jinê ya Wanê (VAKASUM) ku girêdayî Şaredariya Wanê ye dest bi projeyek nû kir. Xebatkarên VAKASUM’ê ji bo xebat û lêkolînên xwe li ser jinên bi Kurdi bidin meşandin, dest bi perwerdehiya zimanê Kurdî kirin. VAKASUM, bi alîkariya KurdÎ-DER’ê hefteyê çarşem û pênşemê 2 rojan li avahiya VAKASUM’ê dê dersê bidin aktîvîstên xwe. Piştî erdhejên ku li Wanê çê bûn, VAKASUM jî wekî her sazî û dezgehî ji xebatê xwe li paş mabûn. VAKASUM'ê jî wekî saziyên din di konan de xebatê xwe meşandin û demek berê derbasî avahiya xwe bûn. Piştî derbasî avahiya xwe bûn lez dan xebatên xwe. û dest bi dersa zimanê Kurdî kirin. Ji bo ku di nava gel de têkiliyek baş ava bikin ji bo xebatkarên xwe dest bi perwerdehiya ziman kirin. Ji bilî pirsgirêkên jinê dê ji îro şûn ve di her semîner û civînên xwe bi Kurdî pêk bînin û bi jinên taxan re li ser perwerdehî û tendirûstiyê bi Kurdî bernameyan li darbixin. Dema 3 sal berê VAKASUM hate avakirin, bi biryara bi jinan re tenê xebata xwe bi Kurdî bide meşandin hatibû damezrandin. Heta îro xebatên wan her çiqas bi zimanê Kurdî hatibe meşandin jî wek kêmasî hatiye mayîn. Berpirsyarên VAKASUM’ê diyar kirin ku dê hemû xebatên xwe bi Kurdî bimeşînin.

‘Jiyanê û ziman fêr dibin'
Berpirsyara VAKASUM’ê Emîne Bozkurt, diyar kir ku ew girêdayî şaredariya Wanê ne û kar û xebatê jinê didin meşandin. Bozkurt, anî ziman ku ji bo bi jinên taxan de jiyana wan hemû bi Kurdewariyê û ew ji ber vê yekê kursa zimanê Kurdî ji bo xebatkarên xwe dane destrpêkirin. Bozkurt, destnîşan kir ku gelek xebatkarên wan bi Kurdî nizanin bi axivin û wiha got: “Gelek hevalên me nizanin xwe bînin ziman. Dema ew diçin nav jinên taxan ev jî ji bo dayik û jinên me dibe pirsgirêk. Ji ber ku jiyana hemû dayik û jinên me bi Kurdewariyê, hevalên me xebatkar zor û zehmetiyê dibînin.” Bozkurt, diyar kir ku ji bo jinên Wanê xwe hêsantir bibînin vê projeyê dane destpêkirin û wiha domand: “Dema jin tên saziya me ji bo zehmetiyê serlêdanê ne kişînin, emê jî ji îro pê de bi wan re bi Kurdî hemû tiştî bikin. ji ber vê yekê wek saz îme biryar girt û dest bi dersa zimanê Kurdî kir. Ev ders hem ji bo hebûna zimanê me başe û hem jî ji bo têkiliya bi jinan re başe.”

Li VAKASUM’ê dê hemû serlêdan bi Kurdî werin kirin
Bozkurt, got ku jinên taxan zêdetir xwe Kurdî dikarin bînin ziman û pê de çû: “Dema jinên me bi Kurdî di axivin, bêtir xwe azad di hesibînin. Ji bo ku ew azadkirina wan têk neçe. Me jîg ot emê xebatek xwerû bi Kurdî li hemberî wan bidin nîşandan.” Bozkurt, bi bîr xist ku di pêvajoya erdejê de li taxan semînerê xwe li ser tendirûstiyê bi du zimanî di meşandin û wiha axivî: “Semînerê me hem bi Kurdî û hem bi Tirkî bûn. Ji îro pê de jî xebatê me yê li taxan dê hemû bi Kurdî bên kirin. Hem emê kevneşopiya zimanê Kurdî bi şopînin û hem jî jiyana Kurdewarî di nav jinan de bi domînin.” Bozkurt, da zanîn ku ger xebatkarek ji bo li VAKASUM’ê serlêdana kar bike pêwîste bi Kurdî zanibe.

‘Ji ber jiyana jinan Kurdewarî hewceye’
Civaknasa VAKASUM’ê Ceyhan Tîmur jî destnîşan kir ku ji ber jiyana heremê hemû bi Kurdewariyê ew naçarin ku dest bi projeyek Kurdî bikin û wiha got: “Ji bo ku em pirsgirêkên jinan tespît bikin. Lazime ev ziman bê axaftin û diyalog li pêş bikeve. Dema mirov xwe bi zimanê xwe bîne ziman wateya xebatê bêtire û di vê nokteyê de em û jinan digîhijin hev” Tîmur, bi bîr xist ku 3 sale saziya wan hatiye damezrandin û ew piştî vê demê ferq kirine di nav jinan de ziman axaftin girînge. Tîmur, anî ziman ku ew xebatê xwe hemû li ser jiyana jinên taxan didin meşandin û wiha vegot: “Dema em diçin taxan problemê têkiliyê çê dibin. Dema em xwe tînin ziman jin ji me fêm nakin. Dema ew di axivin em jî wan fêm nakin. Hevalê me hinek baş Kurdî dizanin. Lê hemû na. Dema em di dersan de jî wan re gilîkirina mijaran dikin, pir zehmetî dikişînin. Ger ku xebat bi zimanê jinên heremê bê maşandin xebat girîngtir dibe.”

‘Em bê ziman wek biyaniya ne’
Tîmur, destnîşan kir ku ji îro şûn ve dê hemû bername, agahdarî, semîner û civînê xwe bi Kurdî bikin û “Bi vî şeklî jin bêtir rehetin. Di dema hevdîtina me û jinan de têkiliyek biyanî heye. Ger ku niha şûn ve rewş wisa bibe. Dê ew têkiliya biyanî ya nav me bi dawî bibe. Dema ew bi Kurdî derdê xwe ji me re gilî dikin. Şexsiyeta xwe pirtir didin nîşandan. Ewlehiya wan cewherî zêdetir dibe. Ji bo pirsgirikêxwe dibêjin. Ji bo fêdaya wan baş dibe.” Tîmur, diyar kir ku dayik û jinên xwendin û nivîsa Kurdî nizanin dê di hefteyê pêş de ji bo wan qursên zimanê Kurdî vekin. Tîmur, got ku dê ew wek saziya jinan li hemberî polîtîkayên pişaftinê û texrîbatên li ser zimanê Kurdî gav bi avêjin. Tîmur, da zanîn ku dema li hemberî vê rewşê gav bên avêtin ancax mirov dikarin behsa nsanameya jinan û civakê bikin.


BÎLAL GULDEM / DÎHA/WAN