
Rewşa Sûriyeyê êdî di nava nûçeyên rûtîn ên cîhanê de cih digire. Gelo ji ber çi Sûriyeyê ji rojevê ket?
Piştî hevdîtinên Cenevreyê bi ser neket, li gel hemû aliyan nêrîneke bi vî rengî derket holê ku êdî bi şêweyeke wiha civandina mûxalefet û rejîma Sûriyeyê li dora maseyekê, çareseriyê nîne. Wekî din siyaseta DYA û dewletên pê re tevdigerin, bi ser neketin. Li gel vê yekê DYA di ser Ukraynayê re dest li Rusyayê werda û xwest bi vî rengî polîtîkaya Rojhilata Navîn lawaz bike. Destwerdana li Ukrayna û têkoşîna YE-DYA ya li hemberî Rusyayê, dewama têkoşîna li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê ye. Rejîma Sûriyeyê ji vê bêdengiya navneteweyî sûd wergirt û êrîşên xwe zêde kir. Di rewşa heyî de rejîma Sûriyeyê xwe ji bo hilbijartinan amade dike û diyare destê xwe xurt kiriye. Lê belê nayê zanîn ka ev rewş wê heta kengî wiha dewam bike. Di her kêliyê de hevsengî dikarin serûbin bibin.
Di van şert û mercan de rewşa mûxalefeta Sûriyeyê çiye?
Di vî şertî de bi tenê rêyek li pêşiya mûxalefetê ye. Ew jî; afirandina platformeke nû ya hevpar e. Bi rêxistinbûyîna berê re nabe, ev hatiye ceribanin û encam negirtiye. Hevparbûyîna van û derketina mûxalefeteke nû, divê. Bêguman pêwîste ev yek li gorî çarçoveyeke demokratîk û normên navneteweyî pêk were. Mûxalefeta li derveyî me, di nava gel de xwedî rêxistinbûyîneke ciddî nîne. Ji gel bersiveke ciddî nabîne. Pêwistî bi mûxalefeteke hevpar a xwe dispêre gel heye. Bêguman ji bo vê yekê jî divê rêxistinên beriya niha ji holê bên rakirin, rêxistinbûyînên nû derkevin holê da ku yekitiyek ava bibe. Bi rêxistinbûyînên berê re ev nabe. Ji destpêkê ve nêzîkatiyeke bi vî rengî ya koalîsyona Sûriyeyê hebû: "Emê şer bikin, hêzên navneteweyî wê dest werdin, di encamê de rejîmê hilweşe û piştre emê li ser çawaniya Sûriyeyê nîqaşan bimeşînin". Êdî derketiye holê ku ev nêzîkatî bi ser neketiye. Bi dîtina me, yên der heqê Sûriyeyê de siyasetê dimeşînin divê ji niha ve aşkere bikin ku der heqê Sûriyeyê de xwedî pêşdîtineke çawa ne. Niha li pêşiya koalîsyonê bi tenê rêyek heye. Ew rê jî; hewldanên ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û cihgirtina di vana vê de ye. Pêwîste Koalîsyona Sûriyeyê jî nêzîkatiya demokratîk a Kurdan pejirandiye qebûl bike û di vê çarçoveyê de tifaqên nû biafirîne. Hewceye hem rejîma Sûriyeyê hem jî koalîsyon fêm bikin ku bi pevçûnan nikare ti encamê bi dest bixin û li gorî vê nêzîkatiyeke nû ya polîtîk nîşan bidin. Di vê nuqteyê de xweseriya demokratîk a Kurdan destnîşan kir, alternatîfeke çareseriyê ye. Nêzîkatiyeke bi vî rengî wê rejîma Sûriyeyê jî neçarî demokratîkbûyînê bike.
Di vê nuqteyê de Kurd wê çi bikin?
Kurdan sîstema xwe ava kirin. Her çend hin aliyên siyasî naxwazin beşdarî vê sîstemê bibin jî, rewşek li naverastê heye. Bi taybetî xweserî û sîstema kantonan hêdî hêdî ji aliyê hêzên navneteweyî ve tên qebûlkirin. Em hêvîdarin ku wê dewletên herêmê jî di demeke kurt de nas bikin. Hin dewlet ji niha ve hevdîtinan dikin. Kantonên li Rojava hatine avakirin, êdî rastiyeke û li Sûriyeyê sîstemek çawa ava bibe bila ava bibe, neçare vê yekê qebûl bikin.
Ev rêbaza xweseriyê ji bo pêşeroja Sûiryeyê dikare bibe mînakek?
Li ser lingên demokratîk rêveberiyên xweser hatine avakirin û ev yek di heman demê de siparteyên bingehîn ên Sûriyeya demokratîk a pêşerojê ye. Weke Kurdên di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de cih digirin, ji bo avakirina Sûriyeya Demokratîk me projeyk afirandine. Ji bo hemû rêxistinbûyînên siyasî yên Kurd beşdarî vê projeyê bibin, me dest bi hevdîtinan kirine. Ji bo Sûriyeya Demokratîk, ji bo hemû komên mûxalefetê bi hev re li ser bingeha xeta sêyemîn tevbigerin, me dest bi hevdîtinan kirine.
Careke din derketiye holê ku pêwistiya gelên Sûriyeyê bi projeyeke demokratîk heye. Bi awayekî zelal derketiye holê ku hem rejîma Sûriyeyê hem jî Koalîsyona Sûriyeyê der heqê pêşeroja Sûriyeyê de xwedî projeyan nînin. Lê Kurd xwedî proje ne û vê yekê dixin meriyetê. Em vê gavê li ser dixebitin, ku bi çi rengî ji bo gelemperiya Sûriyeyê bicih bînin.
Hûn projeyên xwe dispêrin çi?
Em projeya xwe ya Sûriyeya Demokratîk li ser van lingan didin rûniştandin. Yek; sîstemeke ne navendî, Du; em Sîstema Kanton a Xweseriya Demokratîk a xwe ispêre peymana mafên hemû gel, ol, mezheb û derdoran ewle dike, weke sîstemeke guncaw pêşniyar dikin. Bêguman rêbazên cuda yên rêveberiya ne navendî jî dikarin werin rojevê. Ev yek wê di heman demê de civakê bi hêz bike û yekparetiya Sûriyeya Demorkatîk biparêze. Bi tevlibûn û biryara hevpar a gelan ev yek dibe. Di vê çarçoveyê de emê bi hemû beşên mûxalefetê re di nava diyalogê de bin, nêrîn û daxwazên xwe pêşkêş bikin.
We gotin hewldanên me hebûn. Heta niha we bi kîjan koman re hevdîtin kirin?
Weke heyetek li ser navê hemû partî, sazî û dezgehên di nava rêveberiya xweser de cih digirin, me xwestin bi Encûmena Niştimanî ya Kurdên li Sûriyeyê (ENKS) re hevdîtinê bikin. Wan jî ev daxwaza me qebûl kirin. Me di vê hevdîtinê de projeya xwe ya li ser Sûriyeya Demokratîk bi wan re parve kirin. Lê wer xuyaye, di nava ENKS de nêrîneke hevpar nîne. Hînê dixwazin hin nêzîkatiyên li gorî şertên beriya du salan hatibûn destnîşankirin derxînin pêş. Lê di rewşa heyî de derfeteke wiha xuya nake. Me ji wan re destnîşan kirin ku hem nêzîkatiyên tifaqa Hewlêrê hem jî ya Desteya Bilind a Kurd a beriya du salan hatin diyarkirin, di roja îro de nikarin bên dûbarekirin. Beşeke mezin a di nava ENKS'ê de projeya me pêşkêş kirin erênî dîtin û anîn ziman ku ewê nîqaşê li ser bikin. Lê belê hînê din derdor di nav wan de hene ku rojeva beriya du salan dûbare dikin. Her wiha nîqaş hene ku li gorî şert û mercên demê Kurd dikarin bi çi rengî li hev werin komkirin. Lê belê ev rewş, ji rêveberiya heyî ya avabûye, cudatir tê fikirîn. Em weke rêxistineke xweser a Kurdan nîqaş dikin. Rêveberiya Xweser jî tiştekî cuda ye. Di nava ENKS'ê de hin hene dixwzin bibin hevparê vê mijarê, hin dibêjin ewê nîqaş bikin, hin jî dibêjin me eleqedar nake. Ev êdî pirsgirêka wan e, lê em hêvîdarin her kes beşdar bibin. Astengiya herî mezin a li pêşiya yeknebûna Kurdan, nêzîkatiyên pênebawer ên rêxistinbûyînên li derdora PDK'ê ne. Li gorî wan, "Eger rejîma Sûriyeyê qezenç bike wê vê statuya Kurdan qebûl neke, eger winda bike wê mûxalefeta heyî vê rewşê qebûl neke." Ji ber vê nêzîkatiyê beşdarî xebatên rêveberiya xweser nabin û li bendê ne ku Kurd li Rojava winda bikin. Ev yek; nêzîkatiya ji xwe û gelê xwe nebawer a ku serdestan xistiye mejiyê Kurdan e, ku û rê li ber xiyanetê vedike. Em jî dibêjin di her şert û mercî de Kurd wê sîstema xwe biparêzin. Biryara lidarxistina hilbijartinê ya rejîma Sûriyeyê, di rewşa heyî de xizmetî gelên Sûriyeyê nake. Ji xwe hilbijartin pêk were jî, di van şert û mercan de wê nebe xwedî bingeheke rewa. Dibe ku bê taloqkirin jî. Lê dîsa dibe ku rejîm bixwaze li herêmên di bin kontrola xwe de ye pêk bîne û di encama vê de eger Esad neyê hilbijartin ev yek wê bibe dawiya vê rejîmê.
AZÎZ KOYLUOGLÛ/ANF/QAMIŞLO