Tevgera Civaka Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê (TEV-DEM) di bin navê "Projeya Çareseriyê ya Sûriyeya Demokratîk" projeyek hemû gelên li Sûriyeyê di nava xwe de vedihewîne, amade kir. Projeya ku di 16'ê Adara 2015'an de hat amadekirin, ji gelek derdorên li Sûriyeyê re hat şandin. Tê payîn ku di rojên pêş de li ser vê projeyê nîqaşên berfireh werin kirin.

Di pêşgotina projeya rêveberiya cewherî ya wekhevî û demokratîk a gelên Sûriyeyê de wiha tê gotin: "Bûyerên salên çûn li Sûriyeyê û herêmê piştrast kir ku pêwistî heye em bi awayekî aktîv û bi berpirsyarî di avakirina pergaleke demokratîk nû û parastina wê û pêşxistina wê de bixebitin."

Di metna têkildarî projeyê hate weşandin de rastiya civakbûyîna Sûriyeyê û têkiliya di nava pêkhateyên wê de jî wiha hate rawekirin: " Pêkhateyên bingehîn ji civaka Sûriyeyê ya aniha ji Ereb, Kurd, Ermenî, Suryanî, Keldanî, ASûriyeyê, Tirkimen, Çeçan û Çerkes giş pêkhateyên resen in li ser vê axê. Di çêkirina dîrok û şaristaniya herêmê de beşdar bûne û her yek ji van pêkhateyan parçeyek ji zengînbûna dîrokî û civakî ya herêmê sazkir."


Nezîkatiya şaş a li dij pirsgirêka Kurd

Di projeya TEV DEM'ê de sedema bingehîn a neçûna serî ya şoreşa Sûriyeyê û ji ceweh ketina wê bi nêzîkatiya şaş a opozisyona Sûriyeyê ya li dij gelê Kurd û pirsgirêka Kurd hate binav kirin. Têkildarî mijarê de jî ev agahî hatin parvekirin: "Nebawerkirina muxalefethe bi hêza wê ya cewherî ku derfet li pêşiya derve re vekir û Sûriye bû cihê destêwerdanê. Di encama vê rewşê rewtên Islamî yên radîkalî geşe bûn.  Nerîna opozîsyonê ya şaş ji pirsgirêka Kurdî û pirsgirêkên miletên di hundirê Sûriyeyê de yek ji sedemên vediyartirîn ên ku hişt ev opozîsyon bi bin keve."

Xweseriya Demokratîk jî di projeyê de mîna modela herî guncav a demokratîkbûna Sûriyeyê hate nîşandan û wiha hate gotin: "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk şîrovekirina demokratîk a nedewletî ji rêgeza mafên gelan di çarenûsa xwe de tîne ziman.  Bi Xweseriya Demokratîk re hemû pirsgirêkên etnîkî û yek ji wan a Kurdî, çareser bibin. Her wiha ew naxwaze ku dewletên etnîkî bên sazkirin. Daxwaza wê ya yekemîn ji Dewleta Sûriyeyê ku bi mafên hemû etnîk û netewan di rêveberiya xwe de û bi vîna xwe ya azad bicîh bike."

Her wiha di projeyê de têkildarî hemû qadên jiyanê di bin navê  Rêgezên Civakî, 

Rêgezên Ramyarî (siyasî), Rêgezên Aborî, Rêgezên Zagonî, Rêgezên Parastin û Xweparastinê, Rêgezên Çandî,  Rêgezên Dîplomasî de şêweyê rêxistinbûyina jiyaneke hevbeş a demokratîk jî hatine destnîşan kirin û ji bo paşeroja Sûriyeyeke demokratîk jî wiha hate gotin: " Ev welat dikare bi aştî û sazanî bi hawîrdoreke demokratîk re bijî. Ne wilo tenê dê Sûriyeyê bibe nimûneyek li vê Rojhilatê ji bo dagerbûna demokratîka rast û resen, û hemû gel û civakên derdorê dê rêzdariyê jê re bigirin. Sûriya demokrarîk dê ji avakirina mirov û civak bi awayekî saxlim bibe zemîneke nû, her wiha hemwelatiyê azad biafirîne.


Pêkanîna projeyê

Di projeyê de bi çend xalan plansaziya praktîzekirina projeyê jî hate aşkere kirin. Xal û rêgezên ku ji bo rawestandina xwînê, dijwarî û kaosa heyî pêwiste li ser wan werin lihevkirin jî di bin navê "Rêgezên Bingehîn" de wiha hatine rêz kirin: 

- Guhezîn ji rewşa zordariyê û ji binyada neteweyî ya şovenî û guhêzî bi aliyê sîstemeke demokratîk a nenavendî de, ku giş di rêveberiya wê û avakirina wê de beşdar bin.

- Şerê komên selefî yên cîhadî yên tekfîrî di bin çi navî de bin.

- Parastina yekîtiya welatê Sûriyeyê.

-Rêzdariya cudabûna civakbûyîna Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe.

Ji bo proje di jiyanê de îfadeya xwe bibîne jî destpêkirina muzakere û guftûgoyeke xurt tê kirin. Her wiha di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyhi de lidarxistina konferanseke neteweyî ya Sûriyeyê bi navê "Konferansa Aştî û Çareserkirna Demokratîkî ya Sûriyeyê" û di necama vê kofransê de hilbijartina Encûmena Demokratîk a Sûriyeyê tê daxwaz kirin. 

Erkên Encûmenê jî bi van xalan hatine destnîşan kirin: 

- Ji bo agirbestiyê kar û xebatê dike.

-  Derxistina girtiyên ramyarî yên ji dû bûyerên Sûriyeyê.

- Ragihîştin bi dewletên guhdar bi aloziya Sûriyeyê û bi Neteweyên Yekbûyî re.

- Rêveberiya vê qonaxê ta em bigihêjin hilbijartinên giştî.

-Encumen du komîtan saz dike, ya yekemîn erkê wê nivîsîna reşpelekê ji destûreke demokratîk re,  ji dewleta Sûriya Demokratîk re. Komîta duyemîn dezgeh û awayên hilbijartinên giştî li Sûriyeyê diyar dike.

Her wiha tê desnîşan kirin ku desthilatdarî û erkên Encumena Demokratîk a Sûriyeyê bi dawiya qonaxa guhêzî li Sûriyeyê bi dawî dibe. 


 NAVENDA NÛÇEYAN