Azîz OGUR

Di filmên Hollywoodê de mijareke filman a essas e; Projeyên afirandina mirov, robot an komeke xwedî hêza bêhempa. Qaşo ji bo berjewendiyên mirovahiyê ev proje tê bipêşxistin. Lê belê piştî demekê ji kontrolê derdikeve. Dewleta ev proje bi pêş xist, ji bo cinawirê afirandiye bê bandor bike, şerekî mezin dike. Cinawirê xwe tine dike, û dîsa peyama ku ‘mirovahî rizgar kiriye’ dide.

Dema li ser pêvajoya avabûna AKP’ê, mezinkirin û bipêşxistina wê ji aliyê hêzên navneteweyî difikirim, ev film tên bîra min. Çîroka AKP’ê jî mîna ya wan berhemên projeyên xeter e. Wan afirand, wan bi pêş xist. Mîna projeyên din, ev jî têk çû û dawiya dawî ji kontrola wan derket. Yanî bû belayeke li ser serê mirovahiyê û afrîner-piştgirên xwe jî.

Di salên 2000´î de (14’ê Tebaxa 2001’ê) Hêzên navneteweyî ji atmosfer a bêalternatîfî sûd wergirtin û AKP mîna proje derxistin pêş. Di nava rewşa bêalternatîfî de AKP´ê encam girt û bû desthilatdar. Şert û mercên cihanê, Rojhilata Navîn û rewşa bêalternatîfî ya Tirkiyeyê ji bo vê yekê guncan bûn. Her wiha, hêzên ku AKP afirandin, destek kirin, li gorî daxwazên xwe jî ew bi kar anîn. Lê belê mîna gelek desthilatdariyên din ên piştgiriya hêzên navneteweyî girtin, AKP jî veguherî cinawirekî ku êdî nema dikarin kontrol bikin. Hêzên emperyalîst û yên dixwazin tehekuma xwe li ser cihanê xurt bikin, mîna topeke ji agir AKP avêtin nava gelên Rojhilata Navîn.

Hemû dijwarî, xwîn û rewşa kaotîk a çareserî pêk nayê, encam û bandorên AKP’ê ne. Ji dema AKP ava bûye û bûye desthilatdar heta niha, hema hemû komên terorê yên li Rojihata Navîn hebûna wan heye, madî-manevî destekê ji AKP’ê distînin. Tevî hevkarî û piştgiriya AKP’ê ya yekser bi komên terorê re, polîtîka û feraseta AKP’ê li Rojhilata Navîn mîna çirava komên terorîst diafirîne ye.

AKP destpêkê bi navê guhertinê, siyaseta nû hat û encam girt, bû desthilatdar. Paşê mîna ku artêşê bêbandor dike û derfetê dide siyaseta sivîl, xwe nîşan da. Ji ber vê yekê jî hêzên navneteweyî û dewletên rojava destekeke bê sînor danê.

Piştî vê yekê jî xwe mîna nûnera Îslama nerm a li dij radîkalîzmê û pêşenga anîna gel hev a baweriyan xwe nîşan da, dîsa van hêzan destek dayê.

Herî dawî di pêvajoya qaşo ‘bihara Ereb’ de heman hêzan AKP mîna hevkareke ku di ser re bikevine Rojhilata Navîn û berjewendiyên xwe misoger û mayinde bikin, dîtin û dîsa piştgirî danê.

Ji ber desteka bê sînor a van hêzan, AKP’ê li Tirkiyeyê sîstem tev xiste destê xwe. Dewleta xwe ya kûr ava kir û êdî xwe mîna hêzekê dît ku karibe bi afirînerên xwe re bikeve pêşbaziyê. Çawa li nava Tirkiyeyê ji alternatîfa siyasetê ya guhertinê dest pê kir û dawiya dawî veguherî hêzeke faşîst, di qada navneteweyî de mîna hêzeke ku Tirkiyeyê demokratîk bike dest pê kir û niha gihişte asteke xetera li ser mirovahiyê; yanî dîktatorî. Dîktatoriyeke ku bi hêzên radîkal ên dûvikê xwe ku êrişên terorîstane bi wan dide kirin, gihişt wê astê ku bandora împaratoriya tirsê ji sînorên Tirkiye, Rojhilata Navîn bibihurîne û bandorê li Ewrûpayê jî bike.

Hêzên AKP mîna proje destek kirin, niha ketine bin bandora tirsa wê. Ji bo ku ziyan li berjewendiyên wan nebe, tawîzan didinê û ji hemû kirinên wê re bêdeng in.

Civaka Tikiyeyê ku di destpêkê de ji AKP’ê bawer kir û bi polîtîkayên wê xapiya, niha ji kirinên wê bêzar e. Lê belê sîstema faşîzan a ava kiriye, em bela xwe ji derfeta berxwedaneke li dijî wê vekin, derfeta standina nefesê jî ji wan re ne hiştiye.

Di 24’ê Hezîranê de heger AKP-MHP faşîzma xwe fermî û destûrî bikin, wê demê pêvajoke giran ji bo tevahiya Tirkiyeyê û gelan dest pê dike. Faşîzm wê bi vê hilbijartinê ne tenê 4-5 salên rêveberiyê bi dest bixe, wê kevirê dawî yê sîstema faşîst deyne û dibe ku têkbirina wê di encama pêvajoyeke bi xwîn a bi dehên salan bidome, ancex mumkin be.

AKP-MHP bijarka xwînê, şer in. Derfeta gelan, derfeta aştîxwaz, demokrat û neteweperwerên Tirkiyeyê ya dawî 24’ê Hezîranê ye. Heger ev derfet ji dest çû, êdî li Tirkiyeyê tiştek mîna berê nabe. Heger ev derfet hate nirxandin û dawî li faşîzma AKP’ê hate anîn, dîsa tiştek mîna berê nabe, bihara rastî ya gelan wê dest pê bike.

Şik û gûman tine ye ku hêza ku birêveçûna Tirkiyeyê ya ji niha û pê ve diyar bike, dîsa Kurd, HDP û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê ne. Ji bo vê yekê jî divê herkes zanibe ku piştgiriya HDP’ê, cihgirtina wê di meclîsê de wê were wateya şikandina faşîzmê û bihara gelan. Her mirovê biçe ser sandoqê, divê zanibe dengê wê/wî guleyeke wijdan e ku faşîzma AKP-MHP’ê yanî cinawirê emperyalîstan afirandî rawestîne. Ji bo vê yekê, sekna li benda lehengên ku dîsa wan afirandiye wê ji xwe xapandinê pê ve ne tiştekî din be.