Birêveberê Navenda Lêkolînên Kurdî ya El-Qahîre Ebdulfetah El-Seyid der barê projeya çareseriya demokratîk a Sûriyê ku ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk ve hatibû pêşkêşkirin ji ANHA`yê re nirxand.

El-Seyid, di destpêka axaftina xwe de pêşkêşkirina Projeya Çareseriya Demokratîk a Tevgera Civaka Demokratîk weke gaveke erênî nirxand û da zanîn ku ew gav kurahiya fêmkirina wê tevgerê ji aloziya Sûriyê re, xwesteka wê ji bo dîtina çareseriyekê ji pirsgirêkên welêt re, daxwaza wê ya qebûlkirina maf û nasnameya hemû netewe, hindikahî û baweriyan nîşan dide.

El-Seyid, bal kişand ser nihêrîna projeyê li hemû pêkhateyên sereke yên civaka Suriyê û wiha peyivî: “Proje di nava xêzên xwe de peyamên zelal ji hemû pêkhateyan re dişîne. Di nêrîna min de, ew xal wê bihêle hemu pêkhateyên herêmê bikevin nava xebata guhertina daneyên heyî û sazkirina siberoja vî welatî. Wê her alî rola xwe ya girîng di van mijaran de binase û fêm bike ku zemanê înkarkirin û paşguhkirinê bi dawî bûye”.


´Çareserî di demokrasî û sîstema ne navendî de ye´

El-Seyid, axaftinên xwe wiha domandin: “Proje aloziya ku Sûriye tê de ye bi ziravî analîz dike. Sedemên aloziyê dispêre polîtîkayên netewperestî yên teng û şovenî ku hemû aliyên din paşguh kirin û hiştin nakokî gurr bibin. Gel li hemberî wan polîtîkayan rabûn xwepêşandanan. Rêjîmê di serî de karibû bi zexta çekan wan têk bibe. Heta gihişt wê radeye ku nema rêjîm karibe pêşiyê li wan bigire û xwepêşand veguherîn şoreşeke gel."

El-Seyid dibêje, proje dibîne ku çareseriya bingehîn ji aloziyê re demokrasî ye û weha dewam dike: "Modela netewe-dewlet dihêle di encamê de dewleteke neteweyî û yekalî bê avakirin. Ew jî xefkeke kujer e ji gelan re. Li şûna wê, projeya Neteweya Demokratîk a li ser rêgezên demokrasî, azadî û jiyana hevbeş a hemû pêkhateyan pêşkêş dike. Proje pêşniyar dike ku sîstema navendî ya desthilatdar li Sûriyê veguhere sîstemeke ne navendî. Di heman demê de ew nayê wateya ku em navendê bi temamî tune bikin. Lê belê ew pêşketineke nû ye ku şêweyê karê vê navendê, xebat û erkên wê yê stratejîk digire nav xwe”.


Çareseriyeke ku hemû alî erê bikin

El-Seyid got, banga TEV DEM´ê li hemû aliyên siyasî yên ku baweriya xwe bi çareseriya demokratîk tînin, rastiya xwesteka wê ya peydakirina projeyeke çareseriyê bi erêkirina hemû aliyan bêyî ferzkirina projeya tevgerê bi xwe, dide nîşan. Weke delîla vê jî El-Seyid îşaret bi pêşniyaza lidarxistina Kongreya Netewî ya Sûrî di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de bi tevlîbûna hemû aliyên siyasî yên ku baweriya xwe bi çareseriya aştiyane tînin û ya saziyên civaka sivîl.

Li gorî El- Seyid “Niha ne mumkin e ku hêz, cih û girîngiya rejîma Sûriyê were paşguh kirin. Ji bo wê jî hebûna wê di her projeyeke çareseriyê de li Sûriyê nayê paşguhkirin”.

El-Seyid li ser aliyên zelûl ên projeyê jî dibêje: “Proje, şêweyê sazkirina encumeneke demkî pêşniyar dike piştî lidarxistina Kongreya Netewî ya Surî bê avakirin, diyar nake. Pirsnîşanên ka ev proje dê bibe altirnatîfa rêjîma Sûriyê ya desthildar? Li ser kîjan erdnîgariyê dê bê pêkanîn? Gelo wê hemû xaka Sûriyê bigire nav xwe, yan jî bi tenê li herêmên ku Kurd bi sîstema Xweseriya Demokratîk bi rê ve dibin wê bê pêkanîn? Bê bersiv dihêle. Her wiha projeyê rola hin hêzên herêmî û dewletî ku çareseriya aştiyane û siyasî ji aloziyê re qebûl kirine diyar nekiriye. Guman dikim hin ji wan hêzan dikarin roleke pir girîng di piştgiriya vê projê de bilîzin”.


Divê aliyên siyasî hemû erênî rahêjin projeyê

Birêveberê Navenda El-Qahîre ya Lêkolînên Kurdî Ebdullfetah El-Seyid, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez vê projeyê weke «netewebûna» aliyê kurdî û pêşketina di nêrîna wî ya siyasî de dibînim. Divê ev proje bê destekkirin. Ez bang li hemû aliyên din ên siyasî dikim ku ji xwe re mînak bigirin û bi rengekî erênî nêzî vê projeyê bibin, heya bigihêjin çareseriyeke aştiyane ji aloziya Sûriyê re”.


IBRAHÎM MURAD/ANHA/QAHÎRE