Sekrterê Giştî yê Komeleya Bekiraniyan Cûma Baran diyar kir ku di çarçoveya vê projeyê de wan li Stenbolê 1.300 daxwazname kom kirine û dema ji bo hînbûna rêveçûna daxwaznameyan ew çûne Îdareya Taybet a Êlihê li nivîsa “Ji bo vegera li gundan ji budçeya îdareya taybet a bajêr ti alîkarî nayê kirin” rast hatine. Baran wateya vê yekê ji rayedarên Îdareya Taybet a Bajêr pirsî û rayedaran jê re gotin, “Em nûmarayê li van daxwaznameyan dikin û dixin arşîvê.”
Baran ji ANF’ê re axivî û da xuyakirin ku ev projeya hikûmeta AKP’ê ne li ser vegera gundan li ser venegera gundan a mirovên bi zorê hatine koçkirin, hatiye avakirin. Baran diyar kir ku ji ber vê bersiva Îdareyên Taybet ên Bajêr, gelek kesan daxwaznameyên xwe vekişandine.
Komeleya Bekiraniyan ku bi bihîstina vê projeyê re ket nava tevgerê, ji bo rakirina sîstema cerdevaniyê, paqijkirina qadê ji mayinan û vegera li gundan, dest bi kampanyayê kir. Du ji bi sedan kesên bi hêviyeke mezin daxwazname dan, Hayrettîn Aktoga û Eşref Çetînbaş in, ku li Êlihê ji dayik bûn, mezin bûn û bi zorê ji gundên xwe hatin koçberkirin.
Aktoga yê li mezra Şelmo ya Êlihê ji dayik bû anî ziman ku ji ber gundê wan welatparêz bû, bû hedefa dewletê. Berdevkê gund yê hingî Aktoga diyar kir ku dewletê bi zorê cerdevanî li ser gundiyan ferz kir, lê belê kesî qebûl nekir û ragihand ku piştî sala 1991’ê endamên JÎTEM’ê timî gef li wan xwarin. Aktoga got, “Li Êlihê her tim bi keleşan rêya min dibirîn. Gefa ‘ya tuyê gund biterikîne yan jî emê te bikujin’ li min dixwazin. Di wê demê de her roj nûçeyeke mirinekê dihat. Li aliyekî Hîzbûllah, li aliyê din JÎTEM hovîtî dikirin.”
‘Ne dewletê, PKK’ê suçdar bike’
Di sala 1993’an de dema Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr ên li naverasta Êlihê hatin qetilkirin, Aktoga yek ji wan kesan bû ku Ozdemîr rakir nexweşxaneyê û da zanîn ku piştî wê rojê ew neçar ma bi hevjîn û zarokên xwe re koçî Stenbolê bikin. Aktoga diyar kir ku ancax piştî 7 salan wî derfet dîtiye biçe gund û dema dît ku mala wî hatiye hilweşandin, gelekî xemgîn bûye. Aktoga got, “Dewleta ku bi gefên mirinê me ji xaka em lê çê bûn qut kirin, niha jî bi qereqol û kalekolan re hewl dide ruhê salên 1990’î ji nû ve bîne.”
Aktoga da zanîn ku li Stenbolê jî gefên li wan dewam kirine û anî ziman ku di sala 1995’an de sê polîsên sivîl ên hatine otogara Esenlerê cihê lê dixebitî, zext lê kirine ku daxwaznameya xwe ya koçê ya daye Goç-Der’ê vekişîne û ewraqê îmze bike, ku tê de dinivîsîne ne ji ber zexta dewletê ji ber zexta PKK’ê gund terikandiye.
Yek ji kesên bi zorê hat koçberkirin Eşref Çetînbaş e. Çetînbaş ê bavê 10 zarokan, li gundê Danagozu yê navçeya Êlih Hezoyê ji dayik bû, mezin bû û yek ji kesekî ji gundê welatparêz ê rastî zexta bûyîna cerdevaniyê ya dewletê hatibû. Çetînbaş ê li Hezoyê ajokariya servîsa gund dikir, di sala 1994’an de ji aliyê tîmên taybet ên mînîbusa wî rawestandin ve bi lez û bez hat binçavkirin. Destpêkê birin Tabûra Jendermeyan a Hezoyê, dûre jî gavên wî girtin û ew birin Tabûra Komando ya Êlihê. Li vê derê di nava 24 saetan de rastî rê û rêbazên hovane yên îşkenceyê hat û bi îddîaya ku alîkarî daye rêxistina PKK’ê li girtîgeha Tîpa E ya Êlihê hat bicihkirin. Çetînbaş piştî ku 18 mehan di girtîgehê de ma hat berdan û her çend hewl da li jiyana xwe ya asayî vegere jî, terora dewletê her tim li dû wî bû.
Ji bor kar daxwaza bertîlê
Çetînbaş ji bo bibe ajokarê servîsa dibistanê ket îhaleyê, lê belê ji aliyê Fermandarê Tabûra Hezoyê yê bi navê Şenol ve hat astengkirin. Çetînbaş anî ziman ku dema bihîst îhale hatiye betalkirin ew çûye Fermandariya Tabûrê û got, “Fermandarê tabûrê yê bi rêbazên xwe yên îşkenceyên xwe re nav daye Şenol ji min re got, ‘Tu terorîst e, tu nikare xwendekaran bibe û bîne’. Ji min re got ku eger ez 3 hezar dolar bidim wî, ewê îhaleyê bide min. Dema min jê re got ewqasî pereyê min nîne, ji min re got, ‘Min heta roja îro 20 caran tîmên taybet şand ber bi aliyê te ve, lê tu hînê dijî. Tuyê vî welatî biterikîne. Eger tu neterikîne, tuyê bimire’.” Çetînbaş ragihand ku piştî wê rojê ew mehekê ji malê derneket û piştre jî neçar ma bi malbata xwe re koçî Stenbolê bike.
Projeya derewan
Sekreterê Giştî yê Komeleya Bekiraniyan Cûma Baran jî ragihand ku di çarçoveya “Projeya Vegera li Gundan û Rehabîlîtasyonê” de wan di Tîrmeha sala 2013’an de ji bo ji Îdareya Taybet a her Bajarên Kurdistanê re bê şandin, îmze kom kirine. Baran anî ziman ku ji bo rakirina sîstema cerdevaniyê, paqijkirina herêmê ji mayinan û afirandina derfetên vegera li gundan, wan li Stenbolê 1.300 û li Êlihê jî 2 hezar daxwazname kom kirine û destnîşan kir ku piştî demeke kurt wan dîtine ku projeya vegera gundan projeyeke vala ye.
Baran da zanîn ku ji bo hîn bibe ka daxwaznameyên wan tê bicih anîn yan na ew çûye Îdareya Taybet a Êlihê û got, “Dema min li wir nivîsa “Ji bo vegera li gundan ji budçeya îdareya taybet ti alîkarî nayê dayîn” dît, bi rayedarên Îdareya Taybet a Bajêr Sedat Tuzuzn û Nûrettîn Ekîncî re min hevdîtinek kir. Ji min re gotin, ji bo bikaranîn û bicihanîna van daxwaznameyan ti qanûn nîne, lewma wan bi tenê nûmara li daxwaznameyan kirine û xistine arşîvê.”
Baran anî ziman ku dema ew vegeriya Stenbolê, gelek kesên bi rewşê hesiyan daxwaznameyên xwe vekişandine û got, “Van mirovan ji xwe ji ber sîstema cerdevaniyê û terora dewletê ji gundên xwe koç kirine. Di şûna rakirina wê sîstemê de, ji nû ve wergirtina cerdevanan an jî çêkirina qereqol û kalekolan wê bi çi rengî bi kêrî vegera mirovan bê? Gelê me dîsa bi projeyên derew re hat xapandin.”
ZEYNEP KURAY/DÎHA/STENBOL