Seroka Desteya Maliyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Remziyê Mihemed diyar kir ku siyaseta maliyetê dê li gorî xizmeta gel be. Remziye Mehemed got ku ew ê di demeke nêz de bi projeyên biçûk dest bi xebatê bikin.

Seroka Desteya Maliyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Remziye Mihemed derbarê şêwaz û siyaseta karê wezaretê de ji ANHA’yê re axivî. Remziye Mehemed diyar kir ku ew wekî Desteya Maliyê dê ji bo diyarkirina budçeya giştî ya rêveberiyê bixebitin. Remziye Mehemed anî ziman ku ew ê budçeyên 22 wezaretan diyar bikin, lê ji ber rewşa awarte ya ku herêm tê de derbas dibe, ew ê destpêkê li budçeya Desteya Ewlehiyê rawestin.
Wezîra Maliyeyê Remziye Mehemed destnîşan kir ku desteya wa nû ye, lê ji bo ku gel ji aloziya aborî derbixin, ew ê hewil didin ku pilan û projeyên aborî pêş bixin. Remziye Mehemed got ku ew ê bi projeyên biçûk dest bi xebatê bikin û di demeke nêz de ji bo xizmeta gel, dest bi projeyên biçûk bikin.

‘Emê projeyan bixin dewreyê’

Remziya Mihemed diyar kir ku karê wan tenê li ser jêderên gumrikê tê meşandin. Remziya Mihemed destnîşan kir ku hemû rê û deriyên sînor ên herêma Cizîrê girtî ne, lewre jî gelek astengiyan dikişînin û wiha dom kir: “Beriya niha di navbera bajarê Qamişlo û Niseybînê de deriyê sînor vekirî bû û tevgereke mezin di navbera herdu bajaran de hebû, her wiha di vir re alîkariyên mirovî dihatin derbaskirin. Lê niha hemû deriyên sînor hatine girtin, deriyê sînor ê Til Koçer jî nehat aktîfkirin.”
Derbarê projeyên ku dê werin meşandin de jî Remziye ev agahî dan: “Beriya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk were îlankirin jî ji bo projeyên aborî hin amadekarî hebûn. Bi taybetî amadekariyên jinan hebûn. Em niha hewl didin van projeyan mezin û berfireh bikin.”
Remziye Mehemed bibîr xist ku yek ji çavkaniyên aborî yên herêmê jî berhemên binerd in û wiha dom kir: “Heta niha rêjîmên desthilatdar ev yek wekî malê xwe yê taybet didît û li dijî gel bikar di anîn. Gel ji van hemuyan bê par dima. Lê ev berhem hemû malê gel in. Lewre wê ji bo berjewendiyên gel bêne bikaranîn.”

QAMIŞLO




Kampanyaya alîkariyê

Komîteya Xizmetan a grêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cezîrê, yekemîn kampanyaya belavkirina alîkariyan da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyaya ku dê 10 rojan dom bike de, wê li 1600 malbatan alîkarî bê belavkirin. Komîteya Xizmetan a girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cezîrê duh li bajarê Qamişlo dest bi yekemîn kamapanyaya belavkirina alîkariyên kir. Di çarçoveya kampanyayê de li taxên Enteriyê û Kornîş alîkariyên ku ji zeyt û savarê pêk tên hatin belavkirin. Endamê Komîteya xizmetiyan Himber Hesen Mihemed diyar kir ku ev kampanyaya yekemîne ku di sala 2014’an an de tê destpêkirin û got ku kampanya  li hemû  herêma Cezîrê bê meşandin. Mihemed destnîşan kir ku kampanyaya li bajarê Qamişlo hatiye destpêkirin dê 10 rojan dom bike û wê alîkarî bigihêje 1600 malabatên koçber û hejar ên ji hemû pêkhateyan.

QAMIŞLO




Ji bo ziraata modern xebat  

Li herêma Girkê Legê ya Kantona Cizîrê ya xweser, bi armanca peydakirina pêdeviyên sewzeyan projeya serevaniyê (çandina di bin konên naylon de) hate pêşwistin. Navenda Pêşxistina Aborî ji bo hemû cureyên sewzeyên ku dê bi rêbaza serevaniyê werin çandin 70 donim erd veqetand. Ev projeya çandina di bin konên naylon de, di heman demê de yekemîn projeya li herêma Cizîrê ye.
Di çarçoveya projeyê de di 5 konên naylon ku her yek ji wan 30 metre dirêj e de, dest bi çandina zêdetirî 2 hezar û 250 şitlên bacanên sor, xiyar û pîvazan hate kirin. Ji bo ku sewze bêyî ku madeyên hormonî werin bikaranîn şîn bibin, hemû alavên germkirin û avê hatine bicîhkirin.
Ji ku projeyê pêk bînin jî 12 kes hatine peywîrdarkirin û wekî karek dest bi xebatê kirin.  Her wiha berpirsyariya projeyê jî endezyarek dike.
Yek ji armacên vê projeyê ew e ku derfetên kar ji welatiyan re peyda bike û pêdiviya sewze ya herêmê bê pêşwazîkirin. Çav li rê ye ku projeyên bi vî rengî li deverên din ên Cizîrê jî bêne zêdekirin.
Ji bilî serevaniyê, ji bo demsala havînê jî proje hatiye amadekirin. Li gorî vê yekê 50 donim jî ji bo sewzeyên havînê hate veqetandin.

ANHA/GIRKÊ LEGÊ