Xelef da zanîn ku piştî şoreşa gel a Sûriyê û Rojava xeta neftê ku ji bajarokê Rimêlan a Girkê Legê diçe bajarên Humis û Banyas rawestiyaye bîrên neftê yên herêmê rawestiyane û ev yek bû sedema ku gaz nema bê dagirtin û wiha dom kir: “Ji ber vê yekê aloziya gazê li hemû bajarên herêma me zêde bû.”
'Me pirsgirka gazê sivik kir'
Di berdewama axaftina xwe de Xelef, destnîşan kir piştî ku rêveberiya xweseriya Demokatîk hate îlankirin bi 3 mehan wan bi alîkariya hin welatên cîran karîbûn pirsgirêka gazê sivik bikin, her wiha xebitandina hin bîrên petrolê yên li herêmê jî alîkarî kir.
Li ser pirsgirêka madeyên benzîn û mazotê Xelef, got ku rêveberiya wan karîbû di nava çend mehan de pirsgirêkên mazotê û benzînê kêm bikin û wiha dom kir: “Em di nava hewldanan de ne ku em parzûnên din bînin herêmê da ku em pirsgirêkên benzîn û mazotê bi temamî çareser bikin.”
Xelef, diyar kir ku niha ji ber ku ceyrana herêma xweser a Cizîrê ji bajarên Reqa, Dêra Zorê û navenda Siwêdîkê ya li Cizîrê dihat û piştî ku komên çete di van deveran de hakimiya xwe kirin, rêjîmê jî gelek cih bombebaran kirin, ceyran ji ser herêma Cizîrê hate qutkirin. Di vê navberê de tenê niha ceyrana ku li Siwêdîkê tê çêkirin ku wekî 100 mêga wat e, lê belê pêdiviya herêma bi 600 mêga wat heye. Ji ber vê yekê saetên ku ceyran li bajaran têne belavkirin kêm in.
Ji bo şirket û sermayedaran bang
Xelef, bi bîr xist ku desteya wan qanûnek derxist ku hemû welatiyên herêmê xwediyên pere karibin projeyên mîna şirketan, fabrîke û hwd… li herêmê vekirn û bi alîkariya Desteyê jî karê xwe bişopînin û wiha axivî: “Desteya me jî amade ye bi hemû derfetên xwe alîkariya wan bike. Armanca me ji vê yekê peydakirina derfetên kar ji şêniyên herêmê re.”
Xelef, destnîşan kir ku wan qanûnek din derxistiye ku derfet li pêşiya xwediyên şirketên welatên cîran û welatên din ên derve karibin di hundirê Rojava de vekin û projeyên xwe pêşkêş bikin û wiha dom kir: “Bi rastî armanca me ji vê yekê jî peydakirina derfetên kar ji welatiyan re ye. Di qanûnê de tê gotin ku pêwîste beşek taybet ji projeyan ji şêniyên herêmê bin ku li kêleka beşê derve re bixebite da ku bi hev re pêşketineke aborî di herêmê de çêbike.”
Xelef, got ku wan projeyek ji bo sotemeniyê, yek ji bo patrolê û yek a çêkirina ceyranê, her wiha qanûna rêxistinkirina pîşesaziyê pêşkêşî meclîsa Zagonsaz kirine.
NÛJÎN NEWAF/ANHA/GIRKÊ LEGÊ