Merasîmekî bi tevlîbûna Sekreterê Giştî yê Hizba Ayînde Qadir Ezîz, Cigirê yekem ê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kûsret Resûl, berpirsê polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar û gelek endamên her du aliyan pêk hat.
Merasîm destpêkê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Piştre axaftina yekem ku ji aliyê Cigirê yekem ê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kûsret Resûl ve hat kirin. Kûster Resûl wiha axivî: “Yekgirtina her du aliyan gavek pir giring e. Em daxwaz dikin ku aliyên siyasî rewşa welatiyên Herêma Kurdistanê di ber çavan re derbas bikin û guhdarî daxwazên xelkê bikin. Pêwîste hemû alî bi berpirsiyartî tevbigerin û hevdû qebûl bikin. Divê ti aliyekî me dest nexwe nav destê neyaran de.”
‘Em naxwazin PDK xwe li ser me bide ferzkirin’
Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar jî di merasîmê de axivî û got ku lihevkirina YNK û Tevgera Goran bandorek mezin a erênî li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê çêkir û wiha peyivî: “Em naxwazin ku PDK îradeya xwe li ser me bide ferzkirin û meşandin. Em jî wê îradeya xwe li ser PDK’ê ferz nekin û aliyên din ên Kurdistanê de.”
Piştre jî Sekreterê Giştî yê Hizba Ayînde Qadir Ezîz jî ku axivî, wiha got; “Di şerê dijî DAIŞ’ê de pêşmerge, şervan û gerîla xwedî rolek bibandor bûn ji bo parastina Kurdistanê. Belê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi qasî ku pêwîst dikir alîkariya pêşmergeyan nekir.”
RÊZAN MIHEMED/SILÊMANÎ