Orkestraya MA Muzîkê bi çar şêwezarên Kurdî konserek bêhempa li dar xist. Orkestrayê, konser diyarî mîrê bilûrê Egîdê Cîmo yê jiyana xwe ji dest dayî kir û çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven silav kir.
MA Muzîkê bi wesîleya duyemîn salvegera avakirina xwe, 2’yemîn Rojên Muzîkê bi dayîna konsera Orkestraya MA Muzîkê bi dawî kir. Konser li saloneke dawetê ya li navçeya Baxlera Amedê pêk hat. Bi hezaran kes beşdarî konserê bûn û atmosfereke kêfxweş li salonê hebû. Berpirsê MA Muzîkê Şêrko Kanîwar axaftina vekirina konserê kir û got, ew konsera xwe diyarî mîrê bilûrê Egîdê Cîmo dikin. Ewil Orkestraya Jin MA derket ser dikê û stranên xwe gotin. Sarya Yigît şefîtiya orkestrayê kir.
Piştî Orkestraya jinan, Orkestraya Giştî ya MA Muzîkê ku bi şeftiya hunermend Ramî yê ji Mahabadê, derket ser dikê. Orkestrayê bi Kurmancî, Kirmanckî, Hewramî û Soranî stran gotin. Her wiha hunermendê ji Mahabadê, Şoreş jî klama “Lawikê Metînî” got û diyarî Egîdê Cîmo kir.
MA / AMED