Provokasyona Baesê ye
Li pey belavkirina nûçeyên girtina dibistanên Xiristiyanan dekûdolabên rejîma Baesê derketin. Serokê Yekîtiya Çandê ya Suryaniyan Hannah Sewmî got, di meşê de hin provokatorên rejîmê şidet bi kar aniye û xema wan dibistanan a zimanê dayikê nîne.
BÊRÎTAN SARYA/MÎHAN SULÊMAN
ANF/QAMIŞLO
Serokê Yekîtiya Çandê ya Suryaniyan Hannah Sewmî got, meşa bi navê Xiristiyanan hat lidarxistin û propaganda gemarî ya piştî wê hate kirin, provokasyoneke plankirî ya Baesê ye.
Hannah Sewmî qala rastiya provokasyona 28’ê Tebaxê ya li Qamişloyê kir ku medya rejîmê û ya Tirk digot, “Xiristiyan li dijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk meşiyan” û “Gule li çalakgeran hate reşandin”.
Pêşî bersiveke erênî dan
Sewmî got, weke pêşengên Komeleya Çanda Suryaniyan sibeha 28´ê Tebaxê ew çûne hevdîtina bi mamosteyên dibistanên taybet ên Suryanî û yeke Ermeniyan û wiha peyivî, “Me ji wan re ragihand ku Sutoro (Asayîşa Suryanî) dibistanan diparêze û derdekî wan ê ji bo desteserkirina dibistanan nîne. Me ji wan re got, kêm e ku dersa Suryanî hefteyê tenê 2 saetan tê dayin. Em dibînin ku zimanê dayikê yê Suryanî li ber tinebûnê ye. Ji bo parastina vî zimanî me dixwest cihekî hîn xurt û berfireh bê veqetandin. Me ji wan re ragihand ku heger destûr were dayin, em dixwazin dersên erdnîgarî, dîrok û wêjeyê bi zimanê dayikê bidin. Me dixwest pirtûkên xwe yên dersan bidin û bi zimanên Aşûrî, Keldanî, Babîlî, Aramî û Suryanî dîroka xwe ya rastî vebêjin. Wan jî di vî warî de bersiveke erênî da, lê belê di mijara ziman de gotin ku her tişt di destê rejîma Baesê de ye.”
Em wan nas dikin
Hannah Sewmî diyar kir, piştî vê nîqaşê Sutoro ji bo ewlekariya derdorê maye û saet derdora 15’an li ser Facebookê li dijî wan û Sutoro kampanya reşkirinê dest pê kiriye. Sewmî got, “Bang hate kirin ku her kes li kolana Wûsta ya li ber Domîno bicive. Yên ku serkêşiyê ji vê re dikin, em wan nas dikin. Yek jê yekî ne Suryanî ye, ku her tişta xwe ji dest daye, ji aliyê malbata xwe ve jî nayê qebûlkirin û du sal in li dijî me kar dike. Yê din jî kesek e ku dixwaze dijminatiyê bixe nava gelan. Me ev rewş ji Sutoro re ragihand. Ji ber ku me zanîbû ku ev kes nokerên rejîmê ne û ji bo rejîmê dixebitin.”
Xwestin wî bikujin
Hannah Sewmî diyar kir ku hin kesan ji wan kesan bawer kiriye û tevlî meşê bûne, û wiha pê de çû: “Ev yek lîstikeke mezin û qirêj e ku ji bo tinekirina paşeroj û zimanê gelê Suryanî hatiye kirin. Saet 17’an gihîştin cem Sutoro.
Asron ku Sutoro bi rê ve dibe, kesekî tê hezkirin û rêzdar e. Ferman da hêzên xwe û ji wan re got, ‘Wê bi ti awayî şidet neyê bikaranîn, êrişî we kirin jî hûn dengê xwe dernexînin. Ev yek xefik e, hewl didin dijminatiyê bixin navbera me’. Rêveber Asron ji bo axaftinê ber bi girseyê ve çû, lê li wî dan û xwestin wî bikujin. Hêzên Sutoro jî li ser vê yekê çend caran gule berdan hewayê. Bi vî rengî sekinînin, naxwe wê ew bikuşta.”
Ziman û çanda Suryanî ne xema wan e
Hannah Sewmî destnîşan kir ku hin rêveberên dibistanên Suryanî û hin oldar naxwazin zarokên Suryanî bi zimanê Suryanî perwerdeyê bibînin, ne xema wan e û xizmetkarên rejîma Baesê ne. Sewmî got, “Hin kes û oldarên rejîmê ku xwe weke Suryanî didin naskirin, li dijî me hewl didin. Li hemberî van hewldanan ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê me kar kir. Me bi Rêveberiya Xweser re nîqaş kir. Mecbûrî ye ku zimanê dayikê heta pola 3’an bê hînkirin. Zarokên Suryanî divê 3 salan bi zimanê Suryanî bixwînin û di pola 4’an de bi Erebî û Kurdî hîn bibin. Zarok di pola 5’an de neçar bi hemû zimanan bixwînin. Heta pola 9’an bixwînin jî wê bi giranî Suryanîtî û Sûriyetiya xwe bibînin.
Xwedî li sîstema xwe û zimanê xwe derkevin
Me li Qamişloyê Dersxaneya Orhono Suryan û li Hesekê jî Konnişrîn (2015) vekir. Me çar sazî Ol Of Taw (2017-2018) bi zimanê Suryanî li Hesekê, Qamişlo, Qibrî Hore û Dêrikê vekir. Mamosteyên Kurd, Suryanî û Ereb perwerdeyê dibînin. Tevî vê yekê sîstema Ewrûpayê hîn dibin ku karibin perwerde bikin.
Em ê di kar û sîstema xwe ya demokratîk de bi israr bin. Ev provokasyon li dijî sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e ku jiyaneke demokatîk û hevpar dide gelan û zimanê me yê dayikê diparêze. Em ê hîn bi xurtî xwedî li sîstema xwe û zimanê xwe yê dayikê derkevin.”