Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê ragihand ku hêzên wan bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker a li dijî gundên Kobanê daye û got, ”Di demeke welê de ku em bi hemû hêza xwe hewl didin terora DAIŞ’ê ji herêmên xwe derxin, dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan destekê dide DAIŞ`ê.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundên rojavayê Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye: “Artêşa Tirk a dagirker ku ev demek e, êriş û binpêkirinên xwe yên li hember herêma Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistan zêde kiriye, hewl dide bi provokasyonan rewşa ewle û aram ya herêmê hilweşîne. Weke ku hey niha bi sedan mînakê wê hatine jiyankirin, artêşa Tirk a dagirker dîroka 28’ê Cotmeh’ê (doh) gundên Zormixar, Çarixlî, Siftek û Aşmê yên rojavayê Kobanê bi hawan û çekên giran bombebaran kir. Hêzên me demildest bersiv dan êrişan. Di encama êrişan de şervanekî Erka Xweparastinê brîndar bû û pişt re şehîd bû. Ev êriş bê sedem pêk hatin û armanca wan bi rêya tahrîkkirinê li herêmê derxistina aloziyeke nû ye.

Di demekê de ku em bi hemû hêza xwe hewl didin terora DAIŞ’ê ji herêmên xwe derxin û bi vê armanca di eniyên şer de têkoşîn dimeşînin, dewleta Tirk a dagirker bi van êrişên bê sedem alîkariyeke nepenî ji bo DAIŞ’ê dike. Em careke din destnîşan dikin ku ji herêmên me ti êriş li dijî sînorên dewleta Tirk a dagirker nekiriye û armanca van êrişan tenê provokasyon û zindîkirina DAIŞ’ê ye. ”

 

KOBANÊ