Kêleşîn xelekek ji çiyayên ji Bakur heta sinorê Başûr û Rojhilatê Kurdistan dirêj dibe, zêdetirî 25 sal in ku hêzên gerîla li wir in.
Ew cihê ku ti hêzekê dagîr nekiriye û hevkarên wan nikarin xwe lê bigirin, hem ji ber asêbûna wê, hem ji ber hewaya wê ya sar, heta Havînê ti kes nikare tê de bi cih bibe. Ev herêm her dem bi navê gerîlla ketîye edebîyat û stranan. Di şerê 2011´an de jî, ev cihê asê û taybet, cihê şerê navbera hêzên PJAK û hêzên Îranê bû.
Lê di van rojan de, heman herêm bi rojeveke çêkirî û balkêş ket rojeva me.
Ev jî weke provokasyona Keleşînê tê binavkirin. Dibêjim, provokasyon, ji ber ku îşaretên pir xeter di vê provokasyonê de hene û ez ê yek bi yek qala wan jî bikim.
Di bin navê, “em dixwazin şerê çekdarî bidin dest pê kirin, pêşmergeyên PDK-Î wek grup rêkirin Kêleşînê.
Lê ya balkêş ew bû ku pêşmergeyên PDK-Î, ne ji bo şerê Îranê bikin çûn. Derkete holê ku ji bo sedema provokasyonan pêk bînin çûne wir. Lê ev çi ne? Yek, xwestin xal-noqte deynin û xwestin ji kasibkarên Rojhilatî gumrikê bistînin. Gerîla, ji wan re got, em qebûl nakin, li vir nemînin. Bêguman fikar ew e ku ew qad her kêlî dikare bibe qada şer, agahîyên teknîkî wisa ne lê mesele tenê ne ev e. Dihat xwastin ku ev dever bibe qadeke şer. Ji ber ku ev provokasyon dikare rê li ber operasyonekê jî veke: ji ber ku Erdogan di serdana xwe ya dawî ya li Tehranê de, bi rêveberên Îranê re li ser heman mijarê axivî bû.
Destpêkê mirov dipirsê, eger PDK-Î dixwaze dest bi şerê çekdarî bike, kî destê wan digire? Dema ku PKK´ê dest bi şerê çekdarî kir, li hember dagirkeran, ji kesî pirs nekir û ji ti aliyan jî nepirsî. PDK-Î, eger dixwaze şer bike, zêdetir 500 km navbera Başurê Kurdistan û Rojhilat de sinor heye. Tenê Kêleşîn nîne û nabe deriyê Rojhilatê Kurdistanê.
Ev alozîya ku bi ajotina PDK-Î bi ser gerîlla de hat lidarxistin, ne tenê plana PDK-δyê ye. Ev plan ji aliyê navendêke din ve hatîye amadekirin. Di vê planê de, PDK-Î mixabin weke “Hespê Troy” hat bikaranîn.
Berî her kesî û dezgehê, mîna tiliya wan li ser libika çek be, Rûdaw û çapemenîyên PDK´ê weşanê dikin. Bernameyên taybet bi şîroveger, dosyayên taybet jî amade dikin, diweşînin. Bi awayekî balkêş xwestin, awirê her kesî biçe ser şerekî birakujî nişanî her kesî bidin. Wisa jî xwestin bi vî rengî PKK´ê jî bi şerê birakujiyê sûcdar bikin.
Ya herî balkêş jî, aloziya ku 3-4 deqiqeyan dom kir, lê weşana vê televizyona ku wek berdevkê dagirkeran weşanê dike, tevahiya rojekê nîşan da. Wek ku şer rojekê dewam kiriye nîşan da. Mîna beroşa li ser agir, agirê bin beroşê gur dikirin.
Lê bila ev TV dilê xwe xweş neke, mesele cûda ye, rastiya wê pêvajoyeke nû ya provokasyonê ye, ku ji provoqasyonên li Bakurê Kurdistanê derdikevin holê jî ne cûda ye. Şerê Tendureka Agirî, Teqînên li dijî avanîyên HDPê li Mêrsîn û Edenê, herî dawî jî provokasyona Keleşînê, ji heman navenda taybet ve tên birêvebirin.
Armanca sereke ew e ku di dema hilbijartinê de xwinê birijînin. Piştre jî, li ser vê xwinê siyasetê bikin. Bi tevahî têkbirina pêvajoya Aştî û Çareserîya Demokratîk e. Ji ber ku ev hêzên ku provokasyonê dikin, nikarin di pêvajoya aştiyê de siyasetê bikin. Partî û sazîyên wisa li ser şer û xwînê hatine avakirin, tenê di şer de dikarin qezencên xwe bibînin.
Ev rojev, bêguman di vê qonaxê de, ne rojeva sereke ya Kurdan e. Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê hilbijartin hene, li Başûr û Rojava Berxwedana li hemberê DAIŞ´ê û mijara Destûr û Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Kongreya Neteweyî di rojevê de ne.
Gel li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û piranî Partîyên Siyasî ji her demê zêdetir piştgirîya HDP´ê dikin. Hinek hêzên siyasî ku di nava provokasyonan de ne, nikarîbûn xwe li vê piştgiriyê ragirin. Ji bo vê jî provokasyonan li pey provokasyonan dikine rojevê. Partîyeke ku mîna “Hespê Troy” werê bikaranîn ne bawer im ku ji bo pirsgirêke herî biçûk a civaka xwe karibe bibe bersiv.