Li cadeyên herî qerebalix ya bajêr ên Bulvar û Cumhuriyetê ji bilî çend kargehan kepenk nehatin vekirin û tenê dermanxaneyên nobedar û nanpêj vekirîne. Heyeta ku DBP, KCD û Gel di nav de ye bi aliyan re dê hevdîtinê bikin. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Adîl Zozanî, diyar kir ku li bajar her kes di nava bendewariyekê de ye û got: “Em hewl didin jiyan veguhere normalê. Ne hêsane. 4 rojan travmayên giran jiyan. Bandora vê di rojekê de nayên paqijkirin. Lê divê em ji cihekî destpê bikin û encamên vê ji holê rabikin.

Zozanî da zanîn ku Colemêrg xwedî eşîrên bi kokin û der barê pevçûna ku hatiye jiyîn jî wiha got: “Li ser bingeha dîrokî û sosyolojîk a bajêr hewl tê dayîn ku provakasyon bê kirin. Lê başe ku hemû bajar nehat vê lîstikê. Nêzî 300-400 kesî zirar dan hev û dan bajar.  Dema provakasyonê jî balkêşe. Ev sê mehe li bajar, gund û taxan xebatên me yên rêxistinbûnê dimeşin. Xebateke rêxitinê ya serkeftî pêk hat. Roja ku ev bûyer pêk hat ji Colemêrgê heyet şandin Pirsûsê. Roja din jî li bajar konferans diciviya û meclis dê bihata hilbijartin. Di erîfeya vê rojê de ev bûyer pêk hatin. Ev provakasyon pêngav bi pêngav kur bû. Colemêrg dê vê texrîbatê zû ji ser xwe bavêje."
Zozanî der barê pirsa kî li pişt vê provakasyonê heye de jî wiha got: “Di têkoşîna 40 salî de ji 12’ê îlonê heta niha dewletê xwet vî bajarî biçewisîne. Bi hêzên xwe xwest gel biçewisîne. Lê ev gel li ser piyan ma. Negihiştin armanca xwe. Hêza ku di vir de bi ser neket ev xesasiyet tevlihev kir û provakasyon pêk anî. Xwestin yekitiya neteweyî xera bikin, lê bi ser nakevin.” 

DIHA/COLEMÊRG




Şermezar kirin

Li Colemêrgê di navbera eşîra Ertoşî û Pinyanişiyan de şer derketibû û pişt re şer li tevahiya bajêr belav bûbû. Walîtiyê li ser bûyeran biryara qedexekirina derketina vana bajêr girtibû. 50 rêxistinên civaka sivîl li ber avahiya Şaredariya Colemêrgê hatin cem hev û bi daxuyaniyekê bûyer şermezar kirin. Serokê Şaxa MAZLUM-DER'ê yê Colemêrgê Cengîz Şen li ser navê saziyan axfatinek kir û ji malbata kesê jiyana xwe ji dest dabû re sersaxî xwest. Şen, di berdewamê de destnîşan kir ku bi taybet wekî Meclîsa Dayîkên Aştiyê û hemû saziyên din, ew amadene ku çi bikeve ser milê wan bikin. Di vê navberê de, Walîtiya Colemêrgê qedexeya derketina derve û kolanan rakir.

COLEMÊRG