Di pêvajoya çareseriyê ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin de heta niha dewleta Tirk û desthilatdariya AKP’ê ya ku bi hemû qirêjiyên xwe Tirkiyeyê birêve dibe dixwaze vê pêvajoyê jî jehrînî bike û têk bibe. Ligel ku li ser banga birêz Ocalan, Tevgera Azadiya Kurdistanê gavên girîng avêt jî hikûmeta AKP’ê bi lîstik û kiryarên xwe hemû vê keda ku hatiye dayîn vala derdixe.

 

 Sivîl tên qetilkirin

Ji destpêka pêvajoyê heta niha bi dehan zarok û sivîl ji aliyê hêzên AKP’ê ve hatin qetilkirin. Dîsa bi sedan ciwanên Kurd ji ber polîtîkayên qirêj ên desthilatdariyê şermezar kirin hatin binçavkirin û girtin. Li aliyê din bi dehan girtiyên nexweş di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan. Dewlet û hikûmet heta niha qet neket nav hewldanên pêvajoya çareseriyê. Her tim dijberî vê yekê tevgeriya û bi pey provokasyonan ketine. Dema ku em li kiryar, cînayet, û komkujiyên dewlet û hikûmetê dinêrin di esasê xwe de ji serê sala 2013’an û vir ve ku hêj nû ji aliyê birêz Ocalan ve ev pêvaja hatibû destpêkirin, ji bo bi ser nekeve û bi encam nebe dest bi provokasyonan kiriye. Lewre di destpêka pêvajoyê de li Licêya Amedê bi komkujiya 10 şervanên Têkoşîna Azadiyê û piştre Komkujiya Parîsê, ku 3 jinên kurd hat qetilkirin bu destpêka provokasyên dewlet û desthilatdariyê. Bi taybetî her çiqas aliyê kurd û hêzên demokrat ve di vê pêvajoyê de ji bo azadî û aştiyê bi hêz bûn û rûyê desthilatdariyê teşhîr kirin desthilatdarî û hêza wê ya dagirker har bûn û êrîşên xwe zêde kirin. Dema em li êrîş û hewldanên provokasyonan dinêrin di dema dawî de hêj zêde xuya dike.

 

Pakêt û operasyon

Lewre derxistina ‘Pakêta ewlehiyê’ operasyonên qirkirina siyasî, qetilkirina hestiyên roboskiyan, operesyonên leşkerî yên li Şemrexa Mêrdîn û Gevera Colemêrgê, liv û tevgera leşkerî ya artêşa dagirker û topbarana Herêmên Parastinê yên Medyayê rasterast provokasyon e. Dîsa demek dirêj e li ser herêmên Zap, Heftanîn û Garê tevgera balafirên şer û tevgerên hewayî yên keşfê pêk hat û hêj didome. Yek ji porovaksyona herî dayî jî di 11’ê Nîsanê de li Giyadîna Agiriyê pêk hat. Artêşa dagirker li hemberî gerîlayên HPG’ê li qûntarên Çiyayê Tendurekê yê girêdayî Giyadîna Agiriyê operesyoneke provakatîf li dar xist. Di vê operasyonê de hêzên dagirker li ser welatiyên ku xwestin têkevin pêşiya vê hewildana provakatîf jî gulebaran kir. Di encama vê provokasyonê gerîlayekî HPG’ê û Hevserokê HDP’a Giyadînê yê berê Cezmî Budak jiyana xwe ji dest dan û gelek welatî birîndar bûn.

 

Erdogan li ser kar e

Ev bi xwe hem li hemberî pêvajoya çareseriyê û hem jî li hemberî pêvajoya hilbijartinê provovakasyonek mezin e. Mirov li axaftinên Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên demek berê yên; “Pirsgirêka Kurd tune ye”, “Ez daxuyaniya Dolma Bahçeyê napejirînim” û hwd. dinêre bi awayekî aşkera mirov dibîne ku li hemberî vê pêvajoyê ne rêzdar e û dê tiştê ji destên wî bê jî bike. Provokasyona li Agiriyê pêk hat darbeyeke li hemberî pêvajoyê ye û bi van hewldanan jî dixwazin pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin têk bibe. Hikûmet ji ber ku gav navêje û pêvajoyê têk dibe, dixwaze wekî ku Tevgera Kurd pêvajo xirab kiriye bide nîşandin. Pir aşkera ye ku hikûmet li dijî vê pêvajoyê ye. Ger mirov zimanê çapemeniya alîgirên AKP’ê bîne vê yekê rehet dibîne. Wekî ku gerîla pevçûn daye destpêkirin nûçeyan serwîs dikin. Wê demê ma dê ji mirov nepirsin çima bi hezaran leşker diçin qadên gerîla lê ne?

 

Çima Agirî?

Demeke kurt ji hilbijartinan re maye û di demeke wiha de pêkhatina vê bûyerê balkêş e. Ji aliyê gerîla, siyasetmedarên Kurd ve gelek caran hatibû gotin ku hikûmeta AKP’ê dixwaze di hilbijartinan de provokasyonan derxe. Ev pêşdîtin rast derketin. Lê wisa xuya dike ku dê hikûmeta AKP’ê provokasyonên mezintir pêk bîne. Gelo çima ji bo provokasyonê bajarê Agiriyê hat bijartin? Ji ber ku di demên dawî de HDP li Agiriyê dengê xwe pir zêde dike û dixwazin di şexsê Agiriyê de pêşketina HDP’ê ya li hemû Kurdistan û Tirkiyeyê asteng bikin. Provakasoyana li Giyadînê ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve bi her alî ve hatiye organîzekirin û hinek hesab tên kirin. Bûyereke ku ji nişka ve derketiye holê nîne. Gelê Kurd van provokasyonên AKP’ê ji nêz ve dişopîne û yên ku provokasyonan derdixin dê têk biçin.


WELAT AZAD