Peyva provokator ji peyva latînî „provocare“ tê, û tê wateya vexwendina rikberiyê, hestê kes yan jî kesên li hemberê xwe sorkirinê, ji bo pevçûn derxistinê bi awayekî qestî hestê mirovan tizkirinê. Ji kesên ku van aloziyan derdixin re jî provokator tê gotin. Provokator her dem karê xwe bi zanistî û ji bo pêkanîna armancên xwe yên kirêt pêktîne. Kesên bi hestên provokatîv barkirî dema xwe di zuxreke bê rê de dibîne, serî li provokasyonan dide. Provokator hemû rêgez, yasa û têkiliyan dide aliyekê û bi boneyên piçûk û mezin mirovan provoke dike.

Provokatorên kolonizator provokasyona ji bo domandina dagirkeriya xwe derdixe. Provokatorên nijad kurd ku wek ajanên bandorî jî tên zanîn, ya bi fermana dagirkeran, yan jî ji bo xwe di rojevê de girtinê bi awayên bê edep û sinc serî li provokasyonan didin. Bi van provokasyonan hewldidin ku aramî û enerjiya heyî di valahiyê de bihêlin.

Di bingehên damezrandina komara tirk de rijandina xwîna gelan heye. Ji bo afirandina boneyên kujeriyan û têkbirina serhildanan tim serî li provokasyonan dane. Wek mînak dema em li destpêka kujeriyên li Kurdistanê dinêrin, gelek zelal dibînin ku li gel dek û dolabên din, gelek caran bi provokasyonên bêbext gel kişandine nava şer û di kujeriyê re derbaskirine.

Rayedar û îdeologên AKP yî ta di dema akinciyan de ango di salên heftêyê de bi provokasyon û sorkirina hestên oli-nijadî û mexduriyetê hatine perwerdekirin. AKP di van deh salên serkariya xwe de jî çendî xwe di tengasiyê de hîskiriye serî li pepûkiye mexduriyetê û provokasyona daye. Yan jî tewana xwe li kesên din barkiriye ku ev karektereke serkariya tirk bi giştî ye.

Erdogan ji her kesî baştir dizane ku bi xwe çendî di nava gendeli û tewanê de ye. Lema hêvî dikir ku bi destxistina pergala serokatiyê rêyeke xwe ji ceza û hesappirsînê parastinê bi dest bixe. Dema  têgihîşt ku hemû rêyên li pêş wî hatine girtin, ev bi rêbazên demokratîk ne pêkan e, bi awayekî gelek kone serî li provokasyonan da. Li alîyekê ji nû ve ew „dîsago“ ya ku hezarbare bûye, derxist pêş „Pirsgirêka kurd tune!“ Li aliyê din jî bi awayekî provokatîf li dij deh pêşniyarên çareseriyê, komisyona çavdêrî û komisyona dadweriye derket. Ji bo çavê gel tirsandin, xwe ji gef û gira gel parastinê, zagona ewlekariyê ya rê ji faşîzmê re vedike da derxistinê. Li aliyê din jî dest bi qirkirina siyasî kirin û heroj çend kesan didin girtinê.

Piştî peyama birêz Ocalan di Newrozê de hate xwendin û olaneke gelek erênî di nava kurdan, tirkan û li cihanê veda. Aloziya di nava AKPê de jî derket mazatê. Ji ber vê egerê jî provekirina provokatorên AKP yan jî bi giştî serkariya tirk jî her çû zêdetir bû. Daxuyaniya serfermandariya leşkerî ya li ser biwêja „giyana Eşmeyê“, operasyonên leşkerî, qetilkirina qantiran (serfermandarê kujêrê qantiran), provokasyonên polîsan yên li hember pîrozbahiyên Newrozê. Reşkirinên li dij rêberên HDP û tevgera kurd bi giştî. Ev jî nîşanên talûkê ne.

Erdogan di her hilbijartinan de serî li gotinên provokatîv daye. Wek mînak, gotinên wî yên „tek al, tek welat...! Ez bama, minê Ocalan îdam bikira! Jin jî bin zarok jî bin....! Dema mirov nefikire pirsgirêka kurd tune! Û hwd.“ Kesên wiha hînê dek û dolabên bûne, dikanin her awa provokasyonên mezin û bi aloz derxînin, lewre ew êdî ketiye nava tirsa encama xwe. Divê em kurd li hember her awa porovokasyon, dek û dolaban, xwerû jî li hember sextekariyên hilbijartinan şiyarbin. Lewre bi dehezaran polêsên xwe yên ji provokasyon û êrişan re amade şandine Kurdistanê, Ji xwe bendav û kalekolên wek çeperan hatine lêkirin tên zanîn.