FAHRETTÎN KILIÇ / MA/AMED

Nivîskar Rênas Jiyan, derbarê Tora Ziman û Çandan de got, gava civak bi zimanê xwe bawer be, wê ziman bi pêş bikeve: “Ew bawerî bi me re tinebe, ji xwe wê bi pêş nekeve.” Li gorî Rênas Jiyan, Tora Ziman û Çandan ji ber hewcedariya bi zimên û ji ber ku civak zimên kêm bi kar tîne, pêk hatiye. Jiyan li ser meselê dibêje, “Helbet zimanek bi civînan bi pêş nakeve. Mirov dikare hinek tiştan destnîşan bike û li ser wan nîqaşê bike. Li gorî min a herî girîng ew e ku civak bi zimanê xwe, wêjekarê xwe, dîroka xwe bawer be. Bi vî awayî bi pêş dikeve. Divê em bikarin pirsên xwe peyda bikin û bibersivînin, ne yên desthilatdaran. Li gorî min Kurd bi wêjeya xwe zêde ne bawer in. Yên bi wêjeya xwe ne bawer bin, wê bi zimanê xwe jî ne bawer bin. Esas ev ne pirseka Kurdan e, pirseka serdestan e ku di nav Kurdan de bi cih bûye.

Jiyan îşaret bi girîngiya baweriyê dike û dibêje, “Gava bawerî bi me re tinebe, em bi gotinên xwe, bi peyvên zimanê xwe, xwedî li çanda xwe, li folklora xwe dernekevin, bi stranên xwe ne bawer bin ji xwe (ziman) wê bi pêş nekeve. Gava ku baweriya me hebe, em ê bikarin (zimên) biparêzin.”

Her wiha Jiyan, da zanîn ku bi alavên çapemeniya serdestan û medyaya bindestan ve nirxên kurdan li ber çavên wan hatiye reşkirin û got:“Yanî meseleya me ewe ku ev xebat û hemû xebatên din dibe pirtûkek be xebateke din a hunerî be, fîlmekî sînemayê be bi her awayî em karibin wê baweriyê derxînin holê. Gava ew bawerî pêk hat dê pêş bikeve ew ziman dê çêbibe. Wê di civakê de cih bigire.”

Piştgiriya ziman bikin 

Rênas Jiyan helwêsta xwe ya beramberî zimên terîf dike: “Gava em nêzîkî Kurdî bûn, divê em Kurdî wekî matematîkekê nebînin. Ziman diyardeyeke psîkolojîk e. Gava ku em psîkolojiya xwe sererast bikin û wekî tiştekî psîkolojiyê nêzîkî zimanê xwe bibin, wê çaxê dê zimanê me bi pêştir bikeve. Bi vê ve têkildar divê hemû saziyên wî zimanî, yên siyasetê, yên çandî, yên aborî bi giştî divê ew bikarin piştgiriya wî zimanî bikin. Ziman zimanê milet hemûyî ye. Saziyên aborî yên siyasî, yên hunerî, yên şexsî nivîskar, hunermend gava em bikarin lê xwedî derkevin, wê çaxê ziman dikare bi pêş bikeve. Lê heger me hewaleyî yekê kir an jî me hewaleyî saziyekî kir wê çaxê ziman pêş nakeve, yanî ziman wê di cihekî de bisekine.”

Rênas Jiyan balê dibe ser bişaftin û xwebixwe bişaftinê jî û rola psîkolojiya bindestiyê: “Temam nirxên me li ber çavên me hatın reşkirin, lê em jî qasî serdestan dîroka xwe, zimanê xwe, şîfreyên çanda xwe li ber çavê xwe reş dikin. Ji ber wê jî xala girîng di vir de dîsa psîkolojî ye. Divê ew psîkolojî were halkirin. Psîkolojiya bindestiyê were çareserkirin. Êdî em xwe mirovên normal bibînin.

Rênas Jiyan li serhelwêstên serdest beramberî Kurdî didin avakirin jî dibêje, “Serdest radibin rûdinên, dibêjin bi vî zimanî tiştek nabe. An jî dibêjin, ev ziman nestandart e. Ev jî ne pirsa me ye, esas zimanê me standart e. Di ti zimanî de jî ew standardîzasyon tineye. Ji ber ku hemû ziman fenomenên jîndar in, jixwe heta dawiyê jî wê ev pirsgirêk hebin. Ez bi xwe Kurdî bi zimanekî standart dibînim û di her warî de bi kar tînim.”