Kovara derûnnasiyê ya bi Kurdî bi hejmara xwe ya 7’an derket pêşberî xwînerên xwe. Bi vê hejmarê, sala xwe ya duyem qedand û ket sê saliya xwe. Kovar bi naverokeke balkêş li ber destê xwînerên xwe ye. Di vê hejmarê de dosya sereke bi sernavê “Kesayetî” ye.

Edîtoryaya kovarê wiha behsa mijara dosyaya xwe dike: “Bi vê hejmarê me weke dosyeyê berê xwe da ´kesayetî´yê, me xwest ku bi hevpeyvîneke têr û tijî û gotarên cihêreng vê mijarê zelaltir bikin.”Di vê hejmarê de Profesor Jan Îlhan Kizilhan bi gotara xwe ya bi navê “Ziman, Raman, Derûnî û Civakê” îşaret bi girîngiya zimanê dayikê ji bo derûnî û civakê û rola wî dike.

Dr. Erdogan Ozmen bi “Qêrîn”ê dixwaze deng û hawara “êdin” bigihîne hemû mirovên xwedî wijdan.

Bi Dogan Şahîn û Celîlê Celîl

Hevpeyvîna vê hejmarê jî bi Profesor Doğan Şahîn re ye ku di warê kesayetî, bêpergaliyên kesayetiyê û dermankirina bêpergaliyên kesayetiyê de bi xebat û lêkolînên xwe tê nasîn. Mêvanê kovarê yê beşa “Pirs û Bersiv” jî Prof. Dr. Celîlê Celîl e.Dr. Azad Dildar bi nivîsa xwe ya bi navê “Dem Dema Narsîsîzmê ye” li ser kesayetiya narsîsîstîk hûr dibe û bi hûrguli vê mijarê dinirxîne.

Wekî din hevpeyvîna bi Dr. Bernhard Mäulen re li ser sînorderbaskirina cinsî, nivîsa Xelîl Semed li ser edebiyat û psîkanalîzê, nivîsa Ferat Kevir li ser sînemayê, nivîsên Murat Caymaz, Esra Yilmaz, Wehab Şehîn, Mihemed Elî Alûcî, Samed Dogan û Rewşen Remakî Siyabend Aslan jî  di kovarê de dihê xwe digirin. 

 

AMED