Hejmara 8´an a Psychology Kurdî derket û mijara dosyayê ya vê hejmarê Zarok û Derûniya Zarokan e. Psîkoterapîst Dr. David A. Porter di vê hejmarê de bi navê “Bêpergaliya Kesayetiya Dijcivakî di Kategoriya DSM-5ê de: Bêpergaliyên Kesayetiyê” nivîsiye û Bîlal Semsûrî ev gotar ji Ingilîzî wergerandiye.
Nivîseke din a divê hejmarê de ya Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan e bi sernivîsa Psîkolojî, Dîn û Civak, ku Luqman Guldivê ji Elmanî wergerandiye. Kizilhan di vê meqaleyê de dibêje, “Aloziyên di navbera ‘şaristaniyan’ de piştî Şerê Cihanê yê Duyem bi rêya şerên ku ji wan re taşeron tê gotin, ên ji dema şerê sar mayî, weke amûreke ‘balance of power’ ji bo parastina siyaseta hêzê dihatin bikaranîn. Tirsandina bi vî rengî li Rojhilata Nêzîk û Navîn jî berdêlên ji bo serhildanên bi şidet zêde kirine. Di vê siyasetê de divê serdestiya aliyê mirovî bi xwe qabiliyeta siyasî ya tevgera aliyê din sînordar bike û amadebûna wan a dana berdêlan a heyî telafî bike.”
Di vê hejmarê de wekî din li ser “Perwerdehiya Zayendî ji bo Zarokan” nivîs, bi Prof. Dr. Aysegul Ataman re û bi Derûnnsa Klînîkî û Psîkoterapîst Ayşegul Erdem re jî hevpeyvîn wê hebin.
NAVENDA NÛÇEYAN